Mal  -  ROJANE
slm ji bo zarokn xwe ji guleyan biparze birndar b
Dem : 2014.12.19  13:38:00
Li gund Perepere y Pirss eteyn DAI' yn li ser xeta snor dokaya dann ser rya trn r dike dayika 8 zarokan a bi nav slm Musa ku birndar b xeteriya w ya jiyan tune ye. Welatiyan bertek nan lekern pit r 5 saet nde hatin dan diyar kirin ku eger leker me neparzin em xwe bi parzin, em gund xwe neteriknin.

Li gundê Perepere yê Pirsûsê çeteyên DAI'ê yên li ser xeta sînor doçkaya danîn ser rêya trênê û êrî dike dayika 8 zarokan a bi navê Îslîm Musa ku birîndar bû xeteriya wê ya jiyanê tune ye. Welatiyan bertek nîanî lekerên pitî êrîê 5 saet ûnde hatin dan û diyar kirin ku eger leker me neparêzin em ê xwe bi parêzin, em ê gundê xwe neterikînin.

Çeteyên DAI'ê yên li gundê Qeremox yê dikeve rojhilatê Kobanê li mezrayên Heyho dihatin Pirsûsê li ser rêya trenê bi doçkayên danîbûn gundê Perepere yê Pirsûsê gulebaran kirin. Dayika 8 zarokan ya bi navê Îslîm Musa ya ji bo zarokên xwe ji guleyan bi parêze birîndarbû. Musa rakirin Nexwexaneya Dewletê ya Pirsûsê. Hate zanîn hiê wê di cih de ye û wê di saetên pêde were emeliyatkirin.

Destpêkê wesayîtên wan ewitandin

Hevserê Îslîm Musa (30), Sebrî Mislim Muhammed êrî bi van gotinan anî ziman: "Destpêkê çeteyan wesayîtên li herême yek bi yek ewîtandin. Wê demê li wir gelek leker hebûn. Çeteyên DAI'ê yên di wê demê de bi topên hawanê êrî kirin û dest bi ewîtandina wesayîtan kirin wê demê leker hemû reviyan çûn qereqola Ogan a gund. Pitî wê çeteyan li ser xeta sînor rêya trenê doçka danî. Pitî wê dest bi gulebarana gund kirin. Me du saetan ser hev li lekeran geriyan lê belê tenê lekerek jî ji qereqolê derneket. Îslîm Musaya ji bo zarokên xwe ji guleyan biparêze derî girt ji destê xwe yê çepê birîndar bû. Dîsan em li lekeran geriyan nehatin herêmê. Min hevsera xwe bi derfetên xwe yên kêm rakir nexwexaeyê."

Leker reviyan

Welatiyê bi navê Îsmaîl Mihemed Mislim jî anî ziman ku êrîa li hemberî gund bi awayek plankirîbû ji ber ku tenê lekerên tirk weke temaevan temaeyî êrîa li ser gund kir. Mihemed anî ziman ku pitî leker reviyan 5 saet ûnde hatin gund. Mislim destnîan kir ku hemwext çeteyan doçka anîn ser xeta sînor û li ser rêya trenê danîn 2 saetan ser hev gund gule baran kirin.

Em ê gundê xwe neterikînin

Welatiyê ciranê gund ê bi navê Mehmet Akba hat cihê bûyerê bi guleya nîanda anî ziman ku tu ewlehiya canê wan tune ye û leker wan napêrêzin. Akba bertek nîanî nêzîkatiyên lekeran da û anî ziman ku ew tu caran gundê xwe naterikînin.

Li gund rageî dewam dike.

283 car hate xwendin
Parve Bike  
ROJANE