Mal  -  JIN
Jina boksor bang li Erdogan ku got 'di fitrat de tuneye' derkeve ser rng kir
Dem : 2014.12.19  13:39:13
ampiyona Boks ya Stenbol ya ber Ruken Katar diyar kir ku li hember deta zilam boks weke hz xweparastin hilbijart boks di fitrata jin de heye bang li Serokomar Erdogan ku gotib "Di fitrata jin zilam de wekhev tuneye" derbikeve rng.

ampiyona Boksê ya Stenbolê ya berê Ruken Katar diyar kir ku li hemberî îdeta zilam boks weke hêz xweparastinê hilbijart û boks di fitrata jinê de heye û bang li Serokomar Erdogan ê ku gotibû "Di fitrata jin û zilam de wekhevî tuneye" derbikeve rîngê.

Li Tirkiyeyê her diçe îdeta li hemberî jinê zêde dibe û li gorî daneyên fermî rojê herî kêm 5 jin ji aliyê zilaman ve tên qetilkirin. Jin ji aliyekî ve tên qetilkirin û li aliyê din rastî gotinên û polîtîkayên îdetê yên Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, Serokwezîr Ahmet Davutoglu û wezîrên hikûmeta AKP'ê tên. Serokomar Erdogan bi gotina "Di fitrata jin û zilam de wekhevî nîn e" û himendiya xwe ya zayendî ya li hemberî jinê nîan da. Jin li hemberî vê yêkê ji bo xwe ji êrîên îdetê biparêzin hêza xwe ya paratina cewherî pêdixin. Jina bi navê Ruken Katar (21) a ku dixwaze xwe ji îdeta zilam bi paratina cewherî biparêzer boksê dike. Katar ji sala 2008'an heya niha spora boksê dike û çima boksê dike ji DÎHA'yê re vegot.

'Boks sporeke xwebaweriyê ye'

Katar diyar kir ku boks ji zarokatiya wê heya niha di nava meraqên wê de cih digire û boks sporeke kes bi xwe bawer bike ye. Katar anî ziman ku spor di heman demê de ji bo tenduristiya jiyana mirovan jî divê hebe û wiha got: "Ji ber ku eleqeya min jî hebû min dest bi perwerdeya boskê kir."

'Boks di dema talukeyê de terzekî parastina cewherî ye'

Katar da zanîn ku boks tenê sporeke zilaman nîn e û li hemberî vê nêrînê ye. Katar bilêv kir ku ev himendî a e û ji ber wê yêkê dê li ser rîngê bimîne û wiha got: "Gelek caran li ser rîngê ez li hemberî zilamekî dimîn û piranî jî ez serkeftî derdikevim." Katar destnîan kir ku boks ligel beek sporê di heman demê de ji bo jinan rêbazeke xweparastina cewherî ye û dema jin rastî tacîza zilaman tên bila bikarbînin û wiha axivî: "Ez ji hemû jinan re pêniyar dikim. Dikarin di dema talukeyê de bikarbînin. Boks di vê demê de ji bo em bi xwebawer bikin û parastina xwe ya cewherî bikarbînin dibe alîkar. Boks tenê spora zilaman nîn e û divê teqez jin jî boksê bikin."

'Ji bo bibim ampiyona Tirkiyeyê ez dê derbikev ser rîngê'

Katar anî ziman ku li Stenbolê ji bo jinan tevîkî boksê bikin dem dem turnuva hatin lidarxistin û wiha pê de çû: "Di van turnuvayan de teqez cudahiya jin û zilam nayê kirin. Em jî weke kulup tevlî turnuvayan dibin û herî dawî di turnuvaya em tevlî bûn de ez bûm ampiyona Stenbolê. Ez dê di turnuvaya meha sibatê de ji bo bibim ampoyana Tirkiyeyê derbikevim ser rîngê."

'Ez bang li Erdogan dikim derbikeve rîngê'

Katar da zanîn ku boks ji "fitrata" jinê de û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Ez dixwazim bi Erdogan re li rîngê maçekê bikim. Di fitrata kê de heye dê bê dîtin."

362 car hate xwendin
Parve Bike  
JIN