Ehmed Omer ê Ereb bi 3 zarokên xwe re piþtî þoreþa Rojava koçî Kobanê kir. Omer ê ku di êrîþên rejîma Esad ên li dijî Helebê de hevsera xwe winda kir, di êrîþa DAIÞ’ê de jî kurê xwe yê 8 salî winda kir. Omer wiha got: “Li Helebê þer biqede jî ez vedigerim Kobanê. Ez bi ruh û canê xwe li gel YPG û YPJ’ê me. Welatê min êdî Kobanê ye.”
Piþtî êrîþa çeteyên DAIÞ’ê, di nava kesên ji Kobanê koç kirin de gelek ji gelên cuda yên Suriyeyê jî hene. Yek ji van Ehmed Omer ê Ereb e ku bi eslê xwe ji Helebê ye. Omer bi du zarokên xwe re li konbajar dimîne. Omer piþtî þerê li Helebê zarokên xwe yên 12, 8 û 4 salî girt û koçî Kobanê kir. Lê kurê wî Muhammed Nur Omer ê 8 salî di êrîþa hewayî ya DAIÞ’ê de jiyana xwe ji dest da.
'Êdî welatê min Kobanê ye'
Omer di rojên destpêkê yên êrîþa li dijî Kobanê de ji aliyê YPG û YPJ’ê ve hat tahliyekirin, li konbajar dimîne. Omer diyar kir ku rêya heq rêya YPG û YPJ’ê ye û welatê wê êdî Kobanê ye û wiha got: “Piþtî mirina hevsera min, min bi sê zarokên xwe re ji Helebê koçî Kobanê kir. Ji ber ku Kobanê cihê herî bi ewle bû. Gelê Kobanê ji her kesî re hembêza xwe vekir. Li wir ereb, Kurd û baweriyên cuda dijîn. YPG xwedî li me derket. Piþtî DAIÞ’ê êrîþê Kobanê kir, di êrîþa hewayî de kurê min ê 8 salî þehîd ket.”
Omer anî ziman ku piþtî êrîþa DAIÞ’ê bi gelê Kobanê re hatiye Pirsûsê û wiha axivî: “Gel neçar man axa xwe terk bike û min jî keça xwe ya 4 salî û kurê xwe yê 12 salî girt û ji Kobanê bi gel re hatim sînor. Gelê vir xwedî li me derket. Em niha bi wan re li kon dimînin. Li Helebê þer biqede jî ez diçim Kobanê. Ez bi ruh û canê xwe ligel YPG û YPJ’ê me. Rêya heq rêya wan e.”