Mal  -  ROJANE
Welatiyan riya Gurgum-Dlok ji trafk re girtin
Dem : 2014.12.21  16:52:34
Welatiyn dixwastin ji bo komkujiya Gurgum ermezar bikin welatiyn jiyana xwe ji dest dan bibrbixin din bajar ji aliy pols lekeran ve hatin astengkirin li ser v yk welatiyan pankratn "Ji Gurgum heya Roboskiy yn qetil dike dewlet e" "Me komkujiya Gurgum jibrnekir em jibrnakin" vekirin riya Gurgum Dlok ji trafk re girtin.

Welatiyên dixwastin ji bo komkujiya Gurgumê ermezar bikin û welatiyên jiyana xwe ji dest dan bibîrbixin diçûn bajar ji aliyê polîs û lekeran ve hatin astengkirin û li ser vê yêkê welatiyan pankratên "Ji Gurgumê heya Roboskiyê yên qetil dike dewlet e" û "Me komkujiya Gurgumê jibîrnekir û em jibîrnakin" vekirin û riya Gurgum û Dîlokê ji trafîkê re girtin.

Federasyona Bektaî Elewî, Komeleya Pîr Sultan Abdal, Federasyona Elewiyan a Ewropa û gelek sazî û dezgehên din ên elewiyan bi armanca ermezarkirina komkijiya Gurgumê ya 19-26'ê Kanûna 1978'an û kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan bi bîr bixin bang kirin û welatiyên li ser vê bangê dixwazin biçin Gurgumê ji aliyê polîsan ve di ketina bajarê de tên astengkirin. Li ser vê yêkê welatiyan rê ji trafîkê re girt û helwesta polîs û lekeran ermezar kir. Welatiyên riya Gurgum û Dîlokê ji trafîkê re girtin pankratên "Ji Gurgumê heya Roboskiyê yên qetil dike dewlet e" û "Me komkujiya Gurgumê jibîrnekir û em jibîrnakin" vekirin û dirûmeyên "Qatîl dewlet dê hesabê bide", "Jibîrkirina Gurgumê îxanet e" û "Li hemberî faîzmê mil bidin hev" berz kirin. Welatiyan li ser rê govend girtin û sekna xwe didomînin. Hemû riyên dikevin bajar jî ji aliyê polîs û lekeran ve bi wesayîtên zirxî û TOMA'yan ve hatine girtin.

Otobusa endamên Navenda Gitî ya Komeleya Çanda Pîr Sultan Abdal, axa Amedê, Komîsyona Bawerî û Gelan a KCD'ê û Parlementera HDP'ê Sabahat Tuncel jî li riya Narli ji aliyê lekeran ve hate rawestandin û destûr nedan bikevin bajar.

271 car hate xwendin
Parve Bike  
ROJANE