D li Drsim 80' malbat li derve bimnin!
Dem : 2014.12.24  18:25:30
erokwezr Ahmet Davutoglu pit ku got 'D muzeya Drsim' bibe, roja haleya lekergeh b. 80' malbatn ku di avahiy de dijn, d ji avahiy derkevin cih ku bi cih bibin tune ye. Bi v yek ktidar xizanan ji cih war wan dike.

erokwezîr Ahmet Davutoglu pitî ku got 'Dê muzeya Dêrsimê' çêbibe, roja îhaleya lekergehê bû. 80'ê malbatên ku di avahiyê de dijîn, dê ji avahiyê derkevin û cihê ku bi cih bibin tune ye. Bi vê yekê îktidar xizanan ji cih û warê wan dike.

Avahiya lekergehê ya Seyîd Riza ku li Qada Seyîd Riza ye, di sala 1936-37'an de bi mîmariya almanî hatibû înakirin, di sala 1938'an de di dema Komkujiya Dêrsimê de weke navend hatibû bikaranîn, ji sala 1938'an û heta 1950'î wekî lekergehê hatibû bikaranîn. Pitî salên 1990'î êdî di vê avahiyê de welatiyên xizan bi cih bûn û ew tê de dijiyan. Di lekergehê de 80'ê malbat dijîn. Di sala 2012'an de agir derketibû û beek malbat ji vê avahiyê derketibûn. Di 23'yê kanûnê de Serokwezîr Ahmet Davudoglu hat Dêrsimê. Davutoglu di ziyareta xwe ya Dêrsimê de gotibû 'Dê muzeya Dêrsimê' çêbibe. Pitî vê yekê hat diyarkirin ku dê ev lekergeh di 12'ê çileya 2015'an de derkeve îhaleyê.

'Malên ku em biçin bi cih bibin em ê nikaribin lêçûnên wê pêwazî bikin'

Li ser vê biryarê û di van mehên zivistanê de malbatên ku di vê avahiya lekergehê de dijîn, dê mexdûr bibin û ev yek jî ji niha ve malbatan dixe nava fikaran. Jina bi navê Fatma Kirmizita ku ew jî di vê avahiyê de rûdinê da zanîn ku rewa wan a aborî nebae û wiha got: "Li navendê kirê zêde ne. Dê em di 15'ê çileyê de ji vê avahiyê bên derxistin. Dê ev yek jî me bixe nava tengasiyê. Em bi vê biryarê mexdûr bûn."

'Xaniyê ku em tê de bi cih bibin jî tune ye'

Jina bi navê Nîhal Çelîk jî da zanîn ku hevjinê wî bêkar e û wiha got: "3 zarokên min hene. Em di vê avahiyê de jî bi darê zorê debara xwe dikin. Dê di meha çileyê de me ji vê derê derbixin. Cihê ku em biçin bi cih bibin jî tune ye. Çareya me ya herî dawî ew e ku em biçin di konê de bijîn."

'Divê dewlet demildest çareseriyek pêk bîne'

Jina bi navê Emîne Demîr jî bi lêv kir ku nêzî 15-20 malbat neçar man ku derkevin û wiha got: "Ev malbatên ku derketin rewa wan a aborî nebae. Gelo niha çi dikin? Divê demildest dewlet ji vê rewê re çareseriyek bibîne. Ji bo me jî tu titê ku ji destê me bê tune ye. Em difikirin ku pitî dewlet me ji vê derê derxe em ê çibikin."

347 car hate xwendin
Parve Bike  
JNGEHA KDE