Mal  -  ROJANE
'Div em bi berpirsiyariyeke drok nz pvajoy bibin'
Dem : 2014.12.26  16:33:06
Hevserok Git y DBP' Kamuran Yuksek di Konferansa Navend ya Rvebern Herm ya DBP' de axiv diyar kir ku div di konferans de ji bo azadiya Rber PKK' Abdulla Ocalan biryarbna her bi hz pk b. Yuksek hikmeta AKP' ji ber poltkayn mijlkirin de j hiyar kir wiha got: "Div em bi berpirsiyariyeke drok nz pvajoy bibin."

Hevserokê Gitî yê DBP'ê Kamuran Yuksek di Konferansa Navendî ya Rêveberên Herîmî ya DBP'ê de axivî û diyar kir ku divê di konferansê de ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdulla Ocalan biryarbûna herî bi hêz pêk bê. Yuksek hikûmeta AKP'ê ji ber polîtîkayên mijûlkirinê de jî hiyar kir û wiha got: "Divê em bi berpirsiyariyeke dîrokî nêzî pêvajoyê bibin."

Konferansa Navendî ya Rêveberên Herîmî ya DBP'ê bi vekirina axaftinê ya Hevserokê Rêxistina DBP'ê yê Amedê Alî îmek dest pê kir. îmek diyar kir ku ew konferansa xwe di pêvajoyeke dîrokî de li dar dixin. Pit re dîwan hate hilbijartin. Pitî hilbijartina dîwanê Hevserokê Gitî yê DBP'ê Kamuran Yuksek axivî û anî ziman ku 15 salin li gelek cihan di rêveberên heremî de li ser kar in û wiha got: "Heke em bixwazin guherînekê pêk bînin divê em vê pêvajoyê nîqa bikin. Me çiqas himendiya xwe di aredariyan de xist jiyanê divê em vê yêkê ba nîqa bikin û rexnedayîna xwe bidin. Bi vê baweriyê ez ji hemû hevalan re serkeftinê dixwazim. Em di pêvajoya gelek girîng re derbas dibin."

'Divê em bi berpirsiyariyeke dîrokî nêzî pêvajoyê bibin'

Yuksek anî ziman k di pêvajoya ji nû ve avakirinê de hêzên kurevî dê rolê bigirin û wiha axivî: "Heke civakên bindest têkoîna xwe bi biryar bidomînin dê wê pêvajoyê ew saz bikin. Heke li Rojhilata Navîn em yekîtiya demokratîk a gelan çêbikin sedsala nû dê Rojhilata Navîn a demokratîk pêkan be. Ev pêvajoyeke kaosê ye. Di vê pêvajoyê de her gava tê avêtin dê bersiva wê hebe. Di van salan de gavên em bavêjin dê ji bo sazkirina sedsalê rol bilîze. Karakerê van pêvajoyan wisa ye. Divê em bi berpirsiyariyeke dîrokî nêzî pêvajoyê bibin."

'Divê azadiya Birêz Ocalan biryarbûna herî girîng be'

Yuksek da zanîn ku divê bi nêzîkahiyekî dîrokî çêbibe û wiha pê de çû: "Civakekî bêyî serok nikara tevbigere. Gelek bêyî serok riya xwe peyda nake. Di konferansê de divê biryarbûna herî girîng azadiya Birêz Abdullah Ocalan be. Divê ji bo azadiya wî xebat û têkoînê bê kirin. Têkoîna me heya duh bi terorîzmê dihate pênasekirin lê îro têkogîna me bûye hêviya gelên Rojhilata Navîn. Asta em hitinê divê êdî Ewropa û Emîrka PKK'ê ji lîsteya 'terorê' derbixe. Heke hûn rêxistineke terorê bibînin berê xwe bidin DAI'ê.

'Arîn Mîrkan bû sembola azadiya hemû cîhanê'

Yuksek, bilêv kir ku Rojava ji bo pêeroja gelên Rojhilata Navîn weke laboratuarê ye û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Rojava hêviya kurdan e. Xeyala Kurdistana sed salane. Hêviya hemû gelan e. Îro çavê hemû mirovahiyê li Rojava û Kobanê ye. Em di exsê Arîn Mîrkan de hemû gerîlayên kurd ên jin bibîrtînin. Yên ev nirx afirandin jinên kurd e. Îro Arîn Mîrkan bûye sembola azadiya hemû cîhanê."

‘Bila Tirkiye dev ji taktîkên mijûlkirinê berde’

Yuksek ê bal kiand li ser pêvajoya Diyaog û Muzakereyên Demokratîk a berdewam dike nirxandina “Daxwaza me ew e ku bi rê û rêbazên demokratîk temamkirina veguhestina Tirkiyeyê ye. Di vê qalê de Rêbertî, gel û partiya me xwedî îrade ye. Divê ya ku bibe îrade û xwe zelal bike hikûmeta AKP’ê û dewleta Komara Tirkiyeyê ye. Heta niha her tim bi taktîkan xwest îxtîdara xwe bidomîne. Êdî ev mijûlkirin nayê qebûlkirin. Divê Tirkiye bi awayeke stratejîk biryara xwe bide û gavên pêwîst bavêje. Heke Tirkiye van polîtîkayên xwe bidomîne dê wekî Sûriye û Iraqê mecbûr bimîne bê veguqestin. Divê ev yek bê dîtin. Ji ber vê yekê jî divê taktîkên ku heta niha domand dayne aliyekî, ji ber vê jî pêwîstî bi guhertina polîtîk a bingehîn heye” kir.

‘Êdî kurd dev ji azadiyên xwe bernadin’

Yuksek diyar kir ku êdî kurd dev ji azadiyên xwe bernadin û wiha berdewam kir: “Beriya vê j êsê tifaqên dîrokî hatin kirin û me qedera Rojhilata Navîn guherand. Di van pêvajoyan de kurdan tercîha xwe ji bo gelên Anatolyayê kir. Îro jî biryara me ev e. Lê heke niha bi awayeke teqez nebe ligel înkarê em nemecbûr in vê tifaqê bidomînin.” Yuksek bilêv kir ku beriya hilbijartinan divê gav bêna vêtin û ev tit anî ziman: “Hêzên li Rojhilata Navîn dixwazin vê pêvajoyê sabote bikin. Pûçkirina vê di destê hikûmetê de yeb Divê hikûmet vê bizanibe.”

‘Davutoglu ewqas dibistan xwendiye lê welat ber bi kaosê ve dibe’

Yuksek destnîan kir ku gel di çalakiyên 6-8’ê cotmehê de hikûmeta AKP’ê hiyar kir û divê hikûmet vê yekê ba fêm bike. Yuksek wiha dirêjî da axaftina xwe: “Nîzama cemaweriyê bi van qanûnên ku hûn derdixin ve pêk nayê. Bi binçavkirin û girtinan pêk nayê. Nîzama cemaweriyê bi demokratîkbûnê pêk tê. Heke hûn ji bo ku gel bertekên xwe yên demokratîk nîan bidin derfetan nedin wê demê gel dê serî li rêbazên din bidin. Ew bertek û îrade dê bê nîandan. Heke hûn demokratîk bibin dê li ser vê bingehê demokrasî derkeve,e v nebe hûn pêkûtiyê bikin wê demê îdet derkeve holê. Hemû kes vê yekê dizaneb Birêz Davutoglu ewqas dibistan xwendiye lê heke vê yekê nizanibe dê welat ber bi kaosê ve bibe.”

Yuksek xwest ku ji bo ku PKK siyaseta demokratîk bike ev yek bê misogerkirin. Yuksek pitre jî li ser tecrubeyên wan ên rêveberiyên herêmî axivî û got ku di vê mijarê de divê rêveberiyên herêmî ya demokratîk û civakî pê bikeve.

Pitî Yuksek Hevseroka Meclîsa Qanûnsaz a Kantona Kobanê Fevziye Ebdî axivî. Ebdî diyar kir ku modela ku li Rojava pêket demeke ji aliyê El Nursa niha jî ji aliyê çeteyên DAI’ê ve tê xwestin ku têk bibin, l êli dijî vê yekê gel li ber xwe dide û heta dilopa dawî ya xwîna xwe dê vê modelê biparêzin.

‘Encama berxwedana Kobanê ya herî girîng yekîtiya kurdan e’

Ebdî di berdewama axaftina xwe de got ku jin û YPJ’iyan bala hemû cihanê kiandine û wiha axivî: “Encama herî girîng a berxwedana Kobanê yekîtiya gelê kurd e. Bi salan in di navbera gelê kurd de sînor hatin avakirin. Bi vê berxwedanê ji bo yekîtiya kurdan gavên girîng hatin avêtin. Em li ehîdgeha Kobanê binêrin ji her parçeyê ehîdên me hene. Ev berxwedana ku ji her aliyê cihanê bedar bûne ye. Kesekî nedixwest men as bikin. Lê niha kî dost e, kî dijmin e li Kobanê derket holê.”

Ebdî anî ziman ku divê ev yekîtiya kurdan a ku bi berxwedana Kobanê ve derketiye holê divê bi kombûna Kongreya Neteweyî ya Kurd ve bê tacîdarkirin.

Konferans ji çapemeniyê re girtî didome.

376 car hate xwendin
Parve Bike  
ROJANE