Qrna dayika Mem Ebas b ano
Dem : 2014.12.28  15:58:23
roka navdar Mem Ebas ku heta niha bye mijara gelek stran ben huner niha j wek lstikek anoy ji aliy hunermendn Navenda and Huner ya Feqiy Teyran ve hate amadekirin. ano d pit demeke kurt li gelek cihan ji bo anohezan b pkkirin.

Çîroka navdar “Mem Ebasî” ku heta niha bûye mijara gelek stran û beên hunerê niha jî wek lîstikek anoyê ji aliyê hunermendên Navenda Çand û Hunerê ya Feqiyê Teyran ve hate amadekirin. ano dê pitî demeke kurt li gelek cihan ji bo anohezan bê pêkêkirin.

Çîroka “Mem Ebasî” ango “Memê Ebasî” ku heta niha bi awayeke devkî hat roja îroyîn û bû mijara stranan êdî li ser dikê tê pêkêkirin. Çîroka ku bi gelek êwaza tê zanîn, ji aliyê hin xebatkarên bea anoyê yên Navenda Çand û Hunerê yê Feqiyê Teyran a Colemêrgê ve wek lîstikek anoyê hat amadekirin. Lîstika “Mem Ebasî” ji aliyê 3 kesan ve tê lîstin û di nav derfetên kêm de hat amadekirin. Lîstika anoyê ku di nêzîkî mehekê de hat amadekirin cara yekemîn li avahiya çandê bi bedariya sedan kesan hat pêkêkirin. Ji ber ku li Colemêrgê dikek fireh tune ye kadroyên lîstikê jî kêm hatin girtin. Di demek kurt de lîstik dê li Wan û Amedê jî bi kadroyek berfireh derkeve pêberî temeavanan.

‘Wateya çîrokê hêdî hêdî ji holê radibe’

Yek jê lîstikvanê “Mem Ebasî” û di rola Ebas de dilîze Ferhat Çîçek diyar kir ku berê ev çîrok li ser dilewatiyê hatibû gotin lê niha li ber vê çîrokê govend tê girtin. Çîçek destnîan kir ku wan ji ber vê sedemê anoyek li ser vê çîrokê amade kirin û wiha got: “Armanc hinek jî nîandana rastiya vê çîrokê ye da ku di demên pê de bi temamî wateya çîrokê veneguhere. Bi vê lîstikê ez bawer im ku gelê me jî zêdetir girîngiya vê çîrokê bibînin.” Çîçek destnîan kir ku ji ber derfetên kêm wan dema anoyê kurt girtine û di demên pê de jî dê bi kadroyek berfireh û zêdetir profesyonel anoyê pêkêî gel bikin.

Çîroka ‘Mem Ebasî’ çi ye?

Çîrok di nav gel de bi gelek êwazan tê zanîn. Lîstik jî li gorî êwaza herî zêde tê zanîn hat amadekirin. Li gorî çîrokê bavê Mem diçe erekî. Dema bavê Mem diçe er ew hêj di zikê diya xwe de bûye. Pitî salên dûr û dirêj Mem tê dinê, mezin dibe û dibe xortekî 17-18 salî. Dayika Memo jî her tim di hesreta Ebas de ye û hesreta xwe her tim bi kurê xwe re parve dike. Dayik ji ber ku Memo tenê yadîgarê hevjînê wê ye gelek li Mem hez dike û lê xwedî derdikeve. Her ev dema raketinê Memoyê xwe dide ber hembêza xwe û bi bêhna Mem sebra wê tê. Pitî salên dirêj rojekê Ebas vedigere welat û bi ev tê malê. Dema dinêre di hembêza hevjîna wî de mêrek heye ûrê xwe dikiîne û lê dide. Bi lêdana xençerê diya Memo iyar dibe û dike qêrîn û hawar. Dayik jê rê dibêje hey mal xirab ma ne ew lawê te bû û wiha dest bi stirînê dike:

“Hoy hoy hoy memo
mem ebasî ebasî
jahro dilo memo
mem ebasî, ebasî…”

436 car hate xwendin
Parve Bike  
JNGEHA KDE