Mal  -  JIN
Konferansa Jinn Ciwan bi daw b
Dem : 2014.12.28  16:04:06
1emn Konferansa Jinn Ciwan n DBP ya ku li gund Rber PKK Abdullah Ocalan, Amaray hate lidarxistin bi akerakirina encamnamey ve bi daw b. Di konferansa ku diyar Arn Mrkan Kader Ortakaya hate kirin de biryara yekemn bi rxistinkirina jinan pkanna azadiya Rber PKK Abdullah Ocalan b.

1’emîn Konferansa Jinên Ciwan ên DBP’ê ya ku li gundê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Amarayê hate lidarxistin bi akerakirina encamnameyê ve bi dawî bû. Di konferansa ku diyarî Arîn Mîrkan û Kader Ortakaya hate kirin de biryara yekemîn bi rêxistinkirina jinan pêkanîna azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bû.

1’emîn Konferansa Jinên Ciwan ên DBP’ê ya bi îara “Jinên ciwan dê mêtingeriyê ji Kurdistanê bavêjin û qadên azad ava bikin” hate lidarxistin diyarî Arîn Mîrkan a li Kobanê li dijî çeteyên DAI’ê çalakiya fedaî li dar xist û Kader Ortakayaya dema xwest derbasî Kobanê bibe û tevli berxwedanê bibe ji aliyê lekeran ve hate qetilkirin, hate kirin. Birayê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan di konferansê de axivî û diyar kir ku pêeroja azad dê bi destên ciwanan ve tee bigire û wiha berdewam kir: “Jiyana nû dê bi têkoîn û rêxistinbûna we ve pêk bê. Heke di rojên pê de ez biçim gravê ez ê silavên we ragihînim. Ji bo we hemûyan serkeftinê dixwazim.”

Di konfaransa 2 rojan berdewam kir de, pêniyar û biryar hatin girtin û bi xwendina encamnameyê bi dawî bû. Di biryara yekemîn a hate girtin de hate gotin ku ew ê li ser bingeha azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan têkoîna jinên azad bê meandin. Jinên ciwan dê li her derê li dijî tîryak, fuhu, tecawiz, tacîz û hemû rêbazên erê taybet têbikoin, rêxistina xwe xurtir bikin û xwe bigîhinin hemû jinan.

Biryarên ku di konferansê de hatin girtin wiha ne:

* Li her derê dê li ser bingeha paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîparêziya jinan perwerdeyan xurt bikin, perwerdehiya parastina cewherî berfireh bikin.

* Li ser bingeha ‘em ax, av û enerjiya xwe komunal bikin’ ji bo jinên ciwan tevli xebatên înayê bibin li her derê meclîs, komun û koperatîfan û xebatên perwerdehiyê rêxistin bikin û qadên azad ava bikin.

* Kampanyaya heyî ya jinên ciwan rojane bikin û bi awayeke aktîf bê meandin.

* Herî dawî wekî meclîsên jinên ciwan rêxistibûna xwe xurtir bikin û kongreyê li dar bixin.

* Hemû rêxistinên ku têkoîna jinên ciwan didin re hatine ba hev û xeta têkoîna hevpar pêk bînin û sezîbûneke siwan ava bikin.

Pitî ku encamname hate akerakirin jinên ciwan ji bo pitgiriyê bidin nobeta berxwedanê ya gundên Mehser û Miseynterê didome derketin rê.

563 car hate xwendin
Parve Bike  
JIN