Mal  -  ROJANE
HÊMANA ÎSTIXBARÎ Û HIQÛQÎ YA KOMKUJIYÊ
Dem : 2014.12.29  17:15:06
Ji belgeyên Serfermandariya Giştî di nivîsên bersiva ji dozgerên komarê û leşkerî re ku hatine şandin tê destnîşankirin ku di pêkanîna komkujiyê de agahiyên îstixbarî bi tesîr bûn.

Ji belgeyên Serfermandariya Giştî di nivîsên bersiva ji dozgerên komarê û leşkerî re ku hatine şandin tê destnîşankirin ku di pêkanîna komkujiyê de agahiyên îstixbarî bi tesîr bûn. Di belgeyên Serfermandariya Giştî de, tê diyarkirin ku agahiyên îstixbarî ji yekeyên MÎT, îstixbarata polîs û leşkeran hatine wergirtin.  Tê destnîşankirin ku MÎT agahiyên îstibaratê yên têkildarî Herêmên Parastinê yên Medya û Başûrê Kurdistanê, wek îstixbarata teknîkî li gel bêtêlan, bi rêya sîxurên kirina nav rêxistinê û buroya MÎT’ê ya li Hewlêr (Erbîl) ji rêveberiya Federe ya Başûrê Kurdistanê digire. Dewleta Tirk bi vî awayî aşkera mikur tê ku Rêveberiya Federe ya Başûrê Kurdistanê, bi taybet jî PDK agahiyên der heqê gerîlayan de bi awayê ku bi MÎT’ê re parve dike li hember PKK’ê di nav hevkariyê de ne. Di belgeyan de her wiha tê fêmkirin ku hêmanên ji nav rêxistinê direvin ji aliyê hêzên mijara gotinê ve di Deriyê Sînor ê Xabûrê jî di nav de ji gelek nuqteyan radestî dewleta Tirk tên kirin. 

XEBATÊN ÎSTIXBARATA DIJBER!

Tevî vê hevkariyê jî xaleke din a ji belgeyan tê fêmkirin ev e ku MÎT û rêxistina îstixbaratê ya PDK’ê Parastin li hember hevdu jî xebatên îstixbaratê dikikn. Di forma agahiyê ya di 28’ê Kanûna 2011’an de ji aliyê çavkaniya MÎT’ê ve hatiye erêkirin ev xisûs tên destnîşankirin:  “Kesê bi navê Yusuf ê berpirsiyarê îstixbarata Zaxo yê ji aliyê rêxistina Parastin a rêxistina îstixbarata Iraqê ye, bi birayê xwe Ferhat re hatiye gundê Kiror (Ortabag) yê girêdayî Qilabanê, li vî gundî bi 4 kesan re civîn li dar xistiye, bi taybet têkildarî bicihbûna yekîneyan a li herêma sînor, rewşa personelan, rewşa kelûpelên leşkerî, demên derketin û hatina operasyonan, xwestine lêkolîn bikin, 2 kartên ku wêneyên baregehên leşkerî yên herêma Gulyazi têde dane van şexsan, ev şexs di 26’ê Kanûna 2011’an de ji gundê  Kiror veqetiyane." Di belgeyan de tê diyarkirin 4 kes îdîaya ji Parastin re dixebitin û agahiyên leşkerî didin hatine girtin û cezayê giran li wan hatiye birîn. 

RAPORA MUFETÎŞIYÊ: ÎSTIXBARATEKE SPESÎFÎK TINE YE! 

Hin agahiyên ceda yên MÎT’ê der barê rêxistina Parastin de bi dest xistine jî di belgeyan de hene, lê ji ber ne mijara me ye em ê li ser nesekinin. Serfermandariya Giştî ya der heqê raporên agahiyên îstixbaratî yên wek sedema komkujiyê tê nîşandan agahiyan dide, diyar dike  di navbera 01 Cotmeh 2011-29 Kanûn 2011’an de ji Sînath-Heftanîn der barê xebatên gerîlayan de 37 agahî wergirtine, ev agahî heman kêliyê derbasî Sîstema Parvekirina Agahiyan a Operasyonel (OBÎPAS) kirine, bi awayekî taybet di navbera 27 Mijdar 2011 û 28 Kanûn 2011’an de 12 agahiyên ku çavkaniya wan MÎT e (27-28-30 Mijdar û 14-15-21-22-24-27-28  Kanûn) ji Serfermandariya Giştî re hatine ragihandin, di van agahiyan de; di nav sînorên gundê Roboskî de ji herêmeke nav axên Iraqê de komek gerîla ya tê plankirin sewqî nav Tirkiyeyê bê kirin heye, mimkun e gerîla li hember hêzên ewlekariyê yên li sînorê Heftanîn-Şirnex yan jî li hember deverên weke înşaetên bendavan bi teqemeniyên destan û bi kumanda di nav lêgerîna çalakiyan de bin. Yek ji fermandarên Biryargeha Navendî ya HPG’ê Dr. Bahoz Erdal li cihekî nêzî herêma sînor bi rêya  bêtêlê axaftinek kiriye,  hêzeke cidî ya gerîla sewqî herêma Heftanîn hatiye kirin, mimkun e gerîla di sînor re derbas bibin û îdîayên mîna wê tên gotin. Mufetîşên Mulkiyeyê yên Wezareta Karên Hundir, îdîayên mijara gotinê lêkolîn kirine, têkildarî mijarê ji Muşteşariya MÎT’ê agahî girtine û di encam de der heqê van agahiyên ne misogor de gihiştine vê encamê: “28’ê Kanûnê koma di dîmenên  ÎHA de hatiye tespîtkirin de, tê fêmkirin ku koma di dîmenan de hatiye tespîtkirin endamên BTO (Rêxistina Terorê ya Parçeker) an jî di nav komê de endamên BTO yan jî lîderên wan hene, di belge û agahiyên ji agahiyên îstixbarateke spesîfîk hatine wergirtin tine ye.” Mufetîşî her wiha tîne ziman ku orjînala forma agahiyê ya MÎT’ê ya dîroka 27’ê Kanûna 2011’an û ji komkujiyê re wek çavkanî tê nîşandan di belgeyên hatine pêşkeşkirin de nîne. 

MÎT, DIBÊJE KU AGAHIYEKE RÊ LI BER KOMKUJIYÊ VEKE NEDAYE!

Di belgeyan de têkildarî mijara rê li ber komkujiyê veke, ku agahiyên îstixbaratî yên MÎT’ê wek çavkanî tên nîşandan, daxuyaniyeke ji aliyê Muşteşariya MÎT’ê ve hatiye dayîn jî cih digire. Di daxuyaniyê de tê gotin ku agahiya îstixbaratî ya mijara gotinê di nav pêvajoya mehekê de hatiye dayîn, eger bi rengekî muxtemel rast were nirxandin jî agahiyên ne teqez in, koma 28’ê Kanûna 2000’an sînor derbas kiriye, koma gerîla yan jî di nav komê de mimkun e gerîla hebin ti agahiyek nehatiye dayîn. 

AGAHIYÊN ÎSTIXBARATÊ NEHATINE TEYÎTKIRIN…

Serfermandariya Giştî û neqamên din ên leşkerî, der barê pirsa  agahiyên îstixbarî yên mijara gotinê, ji aliyê çavkaniyên îxtixbaratê yên leşkerî yan jî fermandariyên herêmî hatine teyîtkirin yan na de, bersiva; agahî nehatine teyîtkirin, nikarîbûn teyît bikin tê dayîn. Tevî vê jî tê diyarkirin ku agahiyên mijara gotinê hevdu digirin. 

Di belgeyan de her wiha îdîayên tê gotin ku di 28’ê Kanûna 2011’an de koma li aliyê sînorê Iraqê cara yekemîn ji aliyê predatorên DYA ve hatiye tespîtkirin û agahî dane meqamên Tirk, agahiyên der barê komkujiyê de ji aliyê DYA ve hatine serwîskirin. 

BELGEYA RÊYA NIKARIN JÊ DERKEVIN!

Serfermandariya  Giştî û meqamên din leşkerî fêm kirine ku agahiyên îstixbaratî rastiyê nîşan nadin, vê carê jî îdîayeke cuda tînin rojevê.  Di îdîaya mijara gotinê de, tê gotin ku PKK bi zanebûn hêzên artêşa Tirk dixapîne, komkujî bi zanebûn ji aliyê PKK’ê ve hatiye organîzekirin û kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane bi zanebûn 28’ê Kanûna 2011’an anîne xeta sînor û ajotine ser leşkeran.  Li ser vê îdîayê bi îmzeya Wekîlê Muşawîrê Edlî Dr. Dadger Albay Muharrem Kose nivîsek ji Serdozgeriya Komarê ya Amedê ya lêpirsînê bi rê ve dibe re tê şandin. Têde tê diyarkirin ku 30’ê Cotmeha 2012’an nameyeke bê nav, bê îmze û bê dîrok ji Serfermandariya Giştî re hatiye nivîsandin û ev name bi nivîsê re tê şandin.  Heman name li ser navê Wezareta Parastina Millî ji aliyê Serokwekîlê Muşawîrê Hiqûqê û Daîreya Dozê  Dozger Albay Levent Tîftîk ve cara duyemîn ji Serdozgeriya Komarê ya Amedê re tê şandin.  Di nameya ku bi daktîlo hatiye nivîsandin, tê îdîakirin ku komkujî bi zanebûn ji aliyê PKK’ê ve bi xapandina artêşa Tirk hatiye organîzekirin. Ji aliyê meqamên mijara gotinê nameyeke bê nav, bê îmze û bê dîrok ku cidî tê girtin û ji Serdozgeriya Komarê ya Amedê ya lêpirsînê bi rê ve dibe re wek “îspat” hatiye şandin, asta rêya nikarin jê derkevin nîşan dide. 
Hewldaneke mîna ya Serfermandariya Giştî û Wezareta Parastinê ya Millî ku ji aliyê Midûriyeta  Polîsan a Qilabanê ve jî tê destnîşankirin ji belgeyan tê fêmkirin. Ji aliyê Amîrê Polîsan Yusuf Yuksel ve nûçeyeke ku di dîroka 16.01.2012 û bi hejmar B.05.1.EGM.4.73.3089/41 piştî Komkujiya Roboskî  www.haberkeyfim.com  re de hatiye weşandin ji Serdozgeriya Komarê ya Qilabanê re tê şandin.Li gor nûçeya Mursat Alan a di Rojnameya Yenî Akît ku gelek caran ji aliyê Daîreya Şerê Taybet a Tirk ve tê bikaranîn de, beriya êrîş  pêk were bi 4 saet û nîvan saet, 17.05’an di adreseke facebook a li ser navê  Selahattîn Demîrtaş ve hatiye vekirin û ji Hollanda tê rêvebirin de tê îdîakirin ku nûçeyeke “Eger welatekî mirov tinebe mirov dibe serseriyê mirovatiyê (Artêşa TC li Qilabanê li gundiyan da: ji 20’an zêdetir mirî hene …)” hatiye derbaskirin.  Di nûçeyê tê gotin ku dema hatiye fêmkirin hê bûyerê rû nedaye nivîs hatiye rakirin û xwestine şopa wê rakin. Li ser vê tê îdîakirin komkujî mîzanseneke ku ji aliyê PKK’ê ve hatiye plankirin.  Li gor îdîayê, PKK destpêkê qaçaxçiyan sewqî wê herêmê dike, paşê jî bi zanebûn agahiyê dide ji kanalên ku agahiyan didin Artêşa Tirk û dibêje, “Ji bo çalakiyeke mezin a mîsîllemeyê ya PKK’ê komek endamê rêxistinê wê bi hêstiran derbasî Tirkiyeyê bibin.” Tê îdîakirin ku komkujî jî ji ber vê pêk hatiye. 

QETILKIRINA WAN NE BES BÛ HEQARETÊ JÎ DIKIN!

Îdîayeke bi heman rengî di malpera Haber 111 di qunciknivîseke ku ji aliyê Mehmet Yaman ve hatiye nivîsandin tê dubarekirin.  Yaman ji bo kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane bi gotina, “Koleyên bêhişkirî” heqaret dike û wek berpirsiyarê komkujiyê PKK’ê nîşan dide. Ev nivîs jî kê bê dem derbas bibe ji aliyê saziyên têkildar ên dewletê ve ji dozgeriyên komarê re wek “Îspat” tê pêşkêkirin. Aliyê hevpar ên van îdîayan ev  e ku bê bingeh in.Çavkaniya belge û agahiyan nayê diyarkirin û nayê diyarkirin bê ji ku derê hatine girtin. 

-    HÊMANA HIQÛQÎ YA KOMKUJIYÊ 

Leşkerên Tirk û daraza sivîl berpirsyaran derdixe temîzê!

Ji aliyê Dozgerê Komarê yê Qilabanê  Muhammet Saglam ve di 29’ê Kanûna  2011’an de bi hejmara 2011/1019 lêpirsîn hatiye vekirin, di çarçoveya lêpirsînê de lêkolîn hatine destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de dozger Muhammet Saglam 2’ê Çileya 2012’an serî li Dadgeha  Ceza ya Sulh a Qilabanê dide, daxwaz kiriye ku dosya bê parastin, dadgehê jî ev kiriye biryar. 18’ê Çile 2011’an Serdozgeriya Komarê ya Amedê nameyek ji Serdozgeriya Komarê ya Qilabanê re dinivisîne, diyar dike ku rayeya lêpirsînê ya Dozgeriya bi Rayeya Taybet a Amedê ye û dixwaze ewraqên lêpirsînê ji wê derê re bê şandin. Li ser vê yekê Dozgerê Komarê yê Qilaban Muhammet Saglam biryara bêpeywiriyê dide, dosyayê ji Dozgeriya Komarê ya bi Rayeya Taybet a Amedê re dişîne.  Ji wê demê ve ji aliyê Dozgerê Komarê yê bi Rayeya Taybet a Amedê Dr. Mazhar Alî Okumuş ve Lêpirsîna Roboskî bi biryara veşartîbûnê ya ji aliyê dadgehan ve bi awayekî veşartî tê meşandin. 
Di daraza giştî de ku lêpirsîn dewam dikir, daraza leşkerî jî dikeve tevgerê û lêpirsînê dide destpêkirin. Di vê çarçoveyê de 2. Fermandariya Hêzên Hewayî, di 3’ê Çileya 2012’an de, 2. Fermandariya Hêzên Hewayî ji Dozgeriya Leşkerî dixwaze ku der barê komkujiyê de lêpirsînê veke. Li ser vê yekê Alîkarê Dozgerê Leşkerî Yuzbaşî Dozger ê Hewayî Bûrak Ozcan, ji Serokatiya Fermandariya Hêzên Hewayî (MEBS), 14. Fermandariya Baregeha ÎUS, 181. Fermandariya Fîlo, 8. Fermandariya Baregeha Jet a Bingehîn belge û qeydên der barê komkujiyê de dixwaze. Ozcan, peyamên aîdî fermandariyên hêzên hewayî, fermanan, cerîde û qeydên VTR ji bo lêkolînê Yuzbaşî Pîlot ê Hewayî Devrîm Ulaş ê li 6. Baregeha Jet a Bingehîn a 161. Fermandariya Fîlo ya Bandirma wezîfedar, ji bo analîza dîmenên ÎHA û fermanan jî Bînbaşi Kurmay ê Pîlotê Hewayî Olgun Acuce yê li 14. Fermandariya Baregeha ÎUS wezîfedar wek pispor erkdar dike. Dirkali di nav rojekê de tevayî belgeyan lêkolîn dike, personelên hêzên hewayî ferman anîne cih wek qenaeta teknîk diyar dike ku ti qisûra personelan tineye.  Dozgeriya Leşkerî ku Bînbaşi Kurmay ê Pîlotê Hewayî Olgun Acuce yê li 14. Fermandariya Baregeha ÎUS wezîfedar û ÎHA girêdayî wir in wek pispor erkdar dike bal dikişîne. Acuce, diyar dike ku ji dîmenan bi rengekî zelal mirov nikare ferqa gerîla û qaçaxçiyan ji hev derxe.  Dozgeriya Leşkerî ya 2. Fermandariya Hêzên Hewayî, diyar dike ku di operasyona mijara gotinê de ji hev derxistina ferqa dost û dijmin rayeya 2. Fermandariya Artêşê ye, lêpirsîn dikeve qada Dozgeriya Leşkerî ya 2. Fermandariya Artêşê, di  3’yê  Nîsana 2012’an de biryara bêpeywiriyê dide û dosyayê ji 2. Fermandariya Artêşê re dişîne. 
Dozgerê Leşkerî Dadger Albay Şafak Yuksel ê ji 2. Fermandariya Artêşê lêpirsînê bi rê ve dibe jî, 29’ê Gulana 2012’an de diyar dike ku biryara tevgera hewayî ya komkujiya mijara gotinê ji aliyê Serokatiya Serfermandariya Giştî hatiye dayîn, biryara bêpeywiriyê dide û dosyayê ji Dozgeriya Leşkerî ya Serokatiya Serfermandariya Giştî re dişîne. 

Di daraza sivîl de jî heman pêşveçûn rû didin. Malbatên kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane û parêzerên wan, gelek caran serî li dadgehê dane, xwestine biryara veşariyê bê rakirin û parêzer belgeyên di dosyayê de kontrol bikin. Lê belê ev daxwaz her car tê redkirin. Di encam de Dozgerê Komarê yê bi Rayeya Taybet a Amedê Dr. Mazhar Alî Okumuş, di 11’ê Hezîrana 2013’an de yanî piştî 28 mehan bê ku der barê kesekî de doz veke biryara bêpeywiriyê dide. Okumuş di sedema biryara bêpeywiriyê de wiha dibêje,  “Bi rengekî ji derveyî qanûnê bûyîna sedema mirinê” û “wezîfeya xwe xerab bi kar anîn”, “ Kesên çalakî kirine ku leşker in”, “Çalakî di çarçoveya xizmetekê de hatiye kirin” wek sedem nîşan dide û ewraqên dosyayê ji Dozgeriya Leşkerî ya Serokatiya Serfermandariya Giştî re dişîne. Okumuş kesên di komkujiyê jiyana xwe ji dest dane ku sivîl in nagire dîqetê û komkujiyê wek xizmeteke leşkerî dixwaze bide nîşandan.  Bêguman di tevahiya vê pêvajoyê de ne parêzer ne jî raya giştî nikarin der barê belge û delîlan de ti agahiyekê bigirin. 
Encama lêpirsîna ku ji aliyê Dozgerê Leşkerî yê Serokatiya Serfermandariya Giştî Dadger Yarbay Alî Mujdat Eskî tê meşandin di 6’ê Çileya 2014’an de tê aşkerakirin. Di biryarê de, wek gumanbar rayedarên leşkerî yên demê Tumgeneral Îhsan Boluk, Korgeneral Yildirim Guvenç, Topçu Kurmay ê bi Qidem Albay Aygun Eker, Tuggeneral Halîl Erkek û Tuggeneral Alî Riza Kugu tê nîşandan û bi sedema:  "Çi gumanbar çi jî personelên Hêzên Artêşa Tirk, di çarçoveya biryarên Meclîs û Desteya Wezîran de, li ser esasê îcrakirina fermana qanûnê wezîfeya ji wan re hatiye dayîn bicih anîne, erkên wezîfeya xwe dema anîne cih ketine nav şaşiyeke ku mirov nikare jê birev, ji lewra hatiye fêmkirin sedemeke mirov dozeke gelemperiyê veke tine ye” biryara bêpeywiriyê tê dayîn.  Li hember vê parêzerên malbatên Roboskî ku îtîraz dikin, Serokatiya Dadgeha Leşkerî ya Fermandariya Hêzên Hewayî îtîrazê red dikin. Li ser vê yekê parêzer dosyayê neqlî Dadgeha Destûra Bingehîn dikin. 

KOMÎSYONÊN SÎVÎL, LÊPIRSÎNA LEŞKERÎ… 

Hema piştî bûyerê saziyên mafê mirovan û rêxistinên civaka sivîl ku li herêmê ketin nav tevgerê, xwestin komkujiyê, ronî bikin. Bi vê armancê heyeta ji ÎHD, Mazlum Der, girseya demokratîk kitle û rêxistinên pişeyî pêk tê hat li herêma komkujiyê lêkolîn kirin û bi şahidan re yek bi yek hevdîtin çêkirin û raporek amade kirin. Di rapora ku bi rêya çapemeniyê ji raya giştî re hat aşkerakirin, hat diyarkirin ku komkujî ji aliyê dewletê ve bi awayekî zanebûn û bi qesta kuştinê hatiye kirin, komkujiyeke komî hatiye jiyîn. 

LÊKOLÎNÊN ÎDARÎ YÊN HATINE KIRIN

Piştî Haci Encu yê ji komkujiyê sax filitî ji heyeta ÎHD, Mazlum Der û rêxistina civaka demokratîk pêk tê axivî, Fermandariya Kolordu ya Asayîşa Jendermeyan a li Wanê, bi nivîseke bi dîroka 2’ê Çileya 2012’an û hejmar 1500-151-12/DÎSMOR.Ks.(2.) lêpîrsîna îdarî dide destpêkirin.  Di komîsyona bi fermana Fermandarê Kolordu Korgeneral Yildirim Guvenç tê avakirin, Jenderma Albay Fuat Karatay (Serok), Dadger Bînbaşi Cîhangîr Aydin (endam), Jenderma Yuzbaşî Coşkun Çorapçi (endam), Jenderme Serçawîş Ahmet Sonmez (endam), Çawîşê Pispor ê Jenderme Necdet Mutlu di komîsyonê de cih digirin. Komîsyon îfadeyên; 
1-    Jenderma Albay Huseyîn Onur Guney
2-    Jenderme Bînbaşî Murat Yagmur 
3-     Ûstegmen ê Topavêj Îlyas Arslanoglu
4-    Jenderme Tegmen Omer Faruk Gursoy
5-    Jenderme Tegmen Ugur Guleç
6-    Jenderme Serçawîş Vehbî Goçmen
7-    Jenderme Astsubay Çawîş Emre Dal
8-    Jenderme Çawîşê Pispor  Îbrahîm Coşkun
9-    Jenderme Çawîşê Pîspor  Omer Yilmaz
10-    Jenderme Çawîşê Pispor Îbrahîm Karakaş
11-    Jenderme Çawîşê Pispor Mahmut Han
12-    Jenderme Çawîşê Pispor Cuneyt Oksuz
13-    Jenderme Çawîş Onbaşî Cîhan Akkaşoglu
14-    Jenderme Onbaşî Hakan Ozen
15-    Jenderme Onbaşî Ziya Demîr
16-    J. leşker Engîn Etkatmiş
17-    J. Leşker Nadîr Gokçe
18-    J. Leşker Omer Aras 
19-    J. Leşker Ramazan Ozkan
20-    J. Leşker Nadîr Yilmaz
21-    J. Leşker Mahmut Yalman
22-    J. Leşker Îsmet Akgobek
23-    J. Leşker Ahmet Soylu
24-    J. Leşker Salîm Karaca digire. Heyet her wiha defterên cerîdeyan jî lêkolîn dike û raporê pêşkeşî Korgeneral Yildirim Guvenç dike. Ziman û pirsên ji kesên îfadeya wan tên girtin tên pirsîn, çarçoveya lêpirsînê ku bi sînor tê hiştin û hwd. ji ber gelek sedeman bi awayekî zelal tê destnîşan kirin ku komîsyona lêpirsînê dixwaze ser komkujiyê bigire. Di hedefa heyetê de rapora ku ji aliyê ÎHD û Mazlum Der hatiye amadekirin heye. Armanca yekemîn a di vê raporê de ev e ku rastî vala werin derxistin. Rapor ji bo komkujiyê ku dibêje, “Bûyer” an jî  “Qeza” niyeta xwe nîşan dide. Her wiha hema hema hemû leşkerên ku îfade dane komîsyona lêpirsînê bi heman rengî bersiv dane pirsan û axaftinên bi heman rengî kirine.  Ev nîşan dide ku îfadeya ji aliyê fermandarên wan ve ji wan re hatiye ezberkirin dubare dikin.  Di encam de komîsyona lêpirsînê, biryar dide ku di komkujiyê de ti qisûr, îhmal û qestek 22. Alîkariya Fermandariya Tugaya Sînor a Jenderme, 22.Fermandariya Tugaya Sînor a Jenderme û 23. Fermandariya Tumen a Sînor a Jenderme tineye. 

Korgeneral Guvenç ê rapor pêşkêşî wî hat kirin, di nivîsa xwe ya yeqînê ya 6'ê Çileya 2012'an de li sûcdariya xwe ya di komkujiyê de mikur tê. Guvenç dibêje yên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane endamê PKK'ê ne yan jî xizmên wan li nava refên gerîla ne û pêwendiya xwe bi PKK'ê re hene. Guvenç bêhtir zêdegaviyê dike û PKK û 34 mirovên di komkujiyê de hatin qetilkirin weke berpirsyarê komkujiyê nîşan dide. Guvenç di nivîsa xwe de bi van gotinan, hewl dide komkujiyê binixumîne; "Rêxistina Terorê ya Cihêxwaz a di nava bendewariyên mezin de ne; pêwîste derfet jê re neyê dayîn ku bûyera Bejuhê ji bo rêyeke derketina ji tengaviya hêzên xwe yên operasyonel bikar bîne, divê têkoşîna li hemberî terorê; mîna heta roja îro bi yekgirtiya mulkî îdarî di nava hiqûqê de, bi şêweyekî ku rê nede bûyerên nayên xwestin ên mîna Bezêlê, Oremar, Han Tepe, Gedîk Tepe, Keklîkkayasi careke din rû bide, bêyî di moral, motîvasyon û rewşa çalak a personelên wezîfedar de têgihiştineke cuda biafirîne, weke heta roja îro dewam bike."

Her wiha di dosya raporê ya ji aliyê komîsyonê ve hat amadekirin de, li gel girtenameyên ji gotinên personelên leşkerî yên îfadeyên wan hatine girtin, hin belge jî tên diyarkirin. Di nava van de yaherî balkêş ew e, reşkirinên kopya ji înternetê ya belavoka ÎHD-Mazlûm Derê ye ku ji aliyê ANF'ê ve hat weşandin. Di reşnivîsa ku tê texmînkirin ji aliyê Albay Huseyîn Onûr Guney an jî heyetê ve hatiye kirin de, tê dîtin ku li hemberî îfadeyên Haci Encu, parêznameyên leşkeran mafdar nîşan didin hatiye amadekirin. Lê belê di vir de nikarin xwe veşêrin. Di reşnivîsa ku dikare weke mukurhatinê bê dîtin wiha tê gotin, Di nûçeyê de gotina Haci Encu ya digot "Haya hêzên ewlekariyê ji van çûn û hatina ji ber bazirganiya li ser sînor hebû" tê destnîşankirin û li kêleka wê ev hevok tê nivîsandin, "Rast e, di navbera yekîneyan û gel de li hevkirineke zimnî heye?" Bi vî rengî gotinên gundiyan ên li ser komkujiyê piştrast dibin.

Her kes hewl dide xwe mafdar nîşan bide!

Li aliyê din Serokatiya Fermandariya Giştî, ji bo lêklînkirina kar û barên li Biryargeha Fermandariya Giştî, bi îmzeya Serokê Fermandariya Giştî Orgeneral Necdet Ozel komîsyoneke pirsyariyê tê avakirin. Di komîsyonê de Korgeneral Kamîl Bağoglû, Tumgeneral Yavûz Turkgencî, Kûrmay Albay Mûstafa Yilmaz û Kûrmay Yarbay Osman Akman cih digirin. Komîsyon serî li îfadeyên Serokê îstîxbaratê Korgeneral Yaşar Guler, Serokê Tevgerê Korgenral Abdullah Recep, Serokê Daîreya Tevgera Planê Tumgeneral Sati Bahadir Kose, Serokê Daîreya Nirxandin 3u Analîzê ya Îstîbaratê ya Duyemîn Tûggeneral Alî Riza Kûgû, Midûrê Şaxê HAD. Kûrmay Albay M. Ûgûr Şenol, Sûbayê Îstîxbarata Armancê Albay Serdar Eren, Amîrê Vardiya yê Navenda Tevgerê Hv. Îs. Yarbay Hakan Demîrtaş, Nûnerê Fermandariya Hêzên Bejahî, Topavêj Yarbay Erol Kapas, Sûbayê Plana Hewayî Pîlot Kûrbay serdar Alparslan Şahîn, Sûbayê Nirxandin û Analîza Armancê Kûrbay serdar Ersan Yagci, Sûbayê Temaşekirina Dîmen Serpelê Îstîxbarata Hewayî Alî Atalay, Sûbayê Wêneyê Hewayî Hv. Sûn. Kûrmay serpel Ozgur Mataraci, Sûbayê Cerîde serpelê deryayî Cengîz Çevîk ên navê wan di dokumanan de derbas dibe, dide. Di lêpirsîna komîsyonê de tê destnîşankirin ku hatiye tespîtkirin 'xebatên' hatiye kirin bi koordînasyona Biryargeha Fermandariya Giştî, Fermandariya Hêzên Bejahî, Fermandariya Hêzên Hewayî û Fermandariya Artêşa Duyemîn hatine kirin. Sûbayê Plana Hewayî ya Navenda Tevgera Iraqê Pîlotê Hewayî serdar Alparslan Şahîn ê ji komîsyonê re axivî anî ziman, ku daxwaza tevgera hewayî ji Artêşa Duyemîn hatiye, ji aliyê Serokê Îstîxbarata Fermandariya Giştî Korgeneral Yaşar Guler ve hatiye nirxandin û ji aliyê Serokê Fermandariya Giştî Orgeneral Necdet Ozel ve hatiye erêkirin. Komîsyon diyar dike ku di encama pirsyariyê de diyar bûye ku personelên li Biryargeha fermandariya Giştî roja bûyerê di nava zincîra fermanê de tevgeriyane, di nava sînorên qanûnî de mane, lewma di vir de ti qest, xemsarî yan jî qusur nîne.

Ji aliyê desthilatdariya siyasî ve daxuyaniyên ku wê ser komkujiyê neyê girtin, berpirsyar wê bên tespîtkirin û bên darizandin, hatibûn. Piştî komkujiyê di bin sîwana Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê de, bi dayîna endaman ji hemû partiyan Komîsyona Jêrîn a Qilabanê hatibû avakirin, komîsyonê demeke dirêj lêkolîn kiribû. Rapora komîsyonê de ku piraniya endamên wê AKP'yî bû, bi piraniya dengên parlamenterên AKP'yî hatibû qebûlkirin. Di beşa yeqînê ya raporê de tevî ku dihat gotin, "Di dîmenan de xuya dike ku kom li erdekî vekirî û li ser girê herî jor bê tedbîr disekinin, bi dilrehetî tevdigerin û ji ber van nêzîkatiyan tê fêmkirin ku îhtimala qaçaxçîbûyîna komê bêhtir xuya dike" jî, di beşa encamê de dihat îdîakirin ku di "bûyerê" de qest nîne. Li hemberî vê raporê endamê komîsyonê yê BDP'yî Ertûgrûl Kurkçu û endamên CHP'yî bi awayekî cuda raporên xwe bi raya giştî re parve kiribûn. Kurkçu di rapora xwe de destnîşan kir ku komkujî bi qest hatiye kirin, CHP'yiyan jî di rapora xwe de diyar kirin ku erka operasyona derveyî sînor ji aliyê Meclîsê ve ji Serokatiya Fermandariya Giştî re nehatiye dayîn, ji hikûmetê re hatiye dayîn, ji ber vê yekê di operasyoneke ewçend berfireh a li derveyî sînor de destûra hikûmetê divê, lewma berpirsyariya hikûmeta AKP'ê ya di komkujiyê de bibîr xistibûn.

Van hemûyan nîşan dan ku hemû daxuyaniyên BDP'ê yên di dema komkujiyê de da, rast in. Ji ber ku BDP'ê diyar kiribû ku li Tirkiyeyê lêpirsîneke bi bandor nayê meşandin, berpirsyar ancax bi saya navgînên darizandinê yên navneteweyî dikarin werin zelalkirin û komkujî biribû ber destê Dadgeha Ceza ya Navneteweyî.

Qest e yan xemsarÎ ye?

Li gorî van hemû agahî û belgeyan, girîng e careke din were pirsîn ku ev komkujî bi qest hatiye kirin yan jî di encama xemsariyê de rû daye. Di van dane û belgeyan de tê fêmkirin, ku beriya komkujiyê, dema komkujiyê û piştî komkujiyê, hêzên artêşa Tirk di nava zincîra fermanê de tevgeriyan e, hem operasyona bejahî, hem avêtina topan û hem jî tevgera hewayî ji aliyê fermandariyên pêwendîdar ve hatine amadekirin, biryar hatiye dayîn ku çi, kengî, li ku û ji aliyê kê ve bê kirin û ev hemû bicih hatine anîn. Lewma aşkera ye ku hemû rê û rêbazên di komkujiyê de hatine bikaranîn bi qest hatine bikaranîn. Mijara 'pratîka kuştinê bi qest hatiye kirin yan na' mijareke ku bi qeydên navenda tevgerê ya hêzên bejahî û qeydên fermandariyên pêwendîdar dikare aşkera bibe. Di qeydên navenda tevgera hêzên hewayî de tê fêmkirin ku pîlot tên ser komê, fermandarên payebilind ên li navenda tevgerê yên li dîmenên ÎHA temaşe dikin komê dibînin û biryara bombekirinê didin, ji bo hemû kesên li erdê dibînin tine bike tevdigerin û heta kesê herî dawî jî dixwaze bikuje, nêzî dibe. Hêzên artêşa Tirk 17 jê zarok 34 Kurdên sîvîl bi bombebarana ji balafiran qetil kir û ji ber vê yekê hem li gorî qanûnên neteweyî û navneteweyî hem jî li gorî peymanên navneteweyî sûcê şer kiriye. Ev sûc li hiqûqê de weke sûcê komkujiyekê tê pênasekirin, ku bi zanebûn û qest zêdeyî yek mirovî hatine qetilkirin.

Ji analîza heta niha hatiye fêmkirin ku artêşa Tirk, berevajî îdîayan yên li gundiyên mijara gotinê bi gumana gerîla qetil nekiriye. Tê zanîn ku kom qaçaxçî ye. Di vê mijarê de hem belge hene hem jî delîlên cuda. Ya yekemîn; piştî komkujiyê leşker neçûne ser cenazeyan. Halbûkî ji pevçûnên beriya niha tê zanîn ku di dema windahiyên gerîla de leşker diçin ser cenazeyan, cenazeyên gerîla, çek û cebilxaneyên wan kom dikin. Di dema komkujiyê de di dîmenên ÎHA de tê dîtin ku kesek ber bi tîmên li eraziyê direve, tevî ku ji leşkeran re tê ragihandin jî, leşker ji cihê lê ne vedikişin. Eger bi rastî jî gotinên dewletê rast bûya, tîmên li eraziyê diviyabû ew kes bigirta yan jî bi gotina wan 'ew bê bandor' bikira. Ev yek nekirin, ji ber ku dizanîbûn kom ne gerîla ye, qaçaxçî ye.

Di roja komkujiyê de, di agahiyeke saet di 22.32'an de li deftera cerîde ya 5. Fermandariya Tabûra Sînor a Jendermeyan a Balli hat nivîsandin de wiha tê gotin: "Amîrê Nobedar ê Fermandariya Tûgaya Sînor a Jendermeyan a 22. a Şenoba serpelê jendermeyan Suleyman Çetînkaya geriya ye, aniye ziman ku pêkane îşev û sibê li herêma Roboskî bûyera civakî rû bide, lewma ji nobedarên emniyetê yên derdorê û herêmên baregehê tê xwestin, ku hîn bêhtir bi baldarî tevbigerin." Tê gotin ku rewş ji cîgirê fermandarê tabûrê serdarê jenderme Metîn Topçû, fermandarên din û herêmên baregehî re hatiye ragihandin. Li gorî hin îfadeyan, tê îdîakirin ku rayedarên leşkerî li hemberî gengaziya çalakiya bersivdayînê ya gerîla, hêzên li herêmê tên hişyarkirin. Halbûkî li gorî agahiya li jorê hat dayîn, hişyariya hatiye kirin ne li hemberî çalakiyeke gerîla ya bersivdayînê, yanî ne der barê çalakiyeke leşkerî de ye. Li gorî nivîsê, der heqê bûyera civakî de ye. Ji ber ku komkujî li hemberî mirovên ji civakê hatiye kirin. Sîvîl hatine qetilkirin. Rayedarên leşkerî yên bi vê dizanin, li hemberî gengaziya bûyerên civakî yên li herêma Roboskî hişyariyê dikin.

Di heman cerîdeyê de, şert û mercên hewayê ya roja komkujiyê cih digire. Li gorî vê yekê tê gotin ku li herêma komkujî lê hat kirin û li girên serdestê herêmê, hewa vekiriye û baran nîne.

699 car hate xwendin
Parve Bike  
ROJANE