Mal  -  CIWAN
CIWANAN LI GELEK DEVERAN ALAK LI DAR XISTIN
Dem : 2014.12.31  16:57:16
Bi armanca protestokirina byern li Cizr diqewimin komkujiya Robosk, Li gelek navendan ciwan daketin qadan. Polsan ri ciwanan kir pvn derketin.

Bi armanca protestokirina bûyerên li Cizîrê diqewimin û komkujiya Roboskê,

Li gelek navendan ciwan daketin qadan.

Polîsan êriî ciwanan kir û pêvçûn derketin.


PROVOKASYONÊN LI CIZÎRÊ
CIWANAN LI GELEK DEVERAN ÇALAKÎ LI DAR XISTIN

Ciwanên YDG-H bi armanca protestokirina bûyerên li Cizîrê, li Farqînê çalakî li dar xistin.

Ciwanên gelek rê ji trafîkê re girtin û pitî demekê rastî êria polîsan hatin.

Di navbera ciwan û polîsan de pêvçûn derket û heya derengiya evê dewam kir.

Hat ragihandin ku di bûyeran de kesek hatiye binçavkirin.

Li gelek deverên Amedê jî ciwanên YDG-H û YDG-K bi heman armancê çalakî li dar xistin.

Li ber avahiya DÎSKÎ, li ser Riya Mêrdînê û li taxa Fîskaya jî ciwan li qadan bûn û bûyerên li Cizîrê pêk tên, protesto kirin.

Polîsan êriî hemû çalakiyan kir û er derket.

Li navçeya Hênê ji bo ermezarkirina komkujiya Roboskê û înfazên Cizîrê çalakî pêk hatin.

Polîs bi wesayîtên zirxî û TOMAyan êriî ciwanan kir.

Ciwanan jî bi molotofkokteyl, bombeyên deng û fîekên hewayî xwe parastin.

Li irnexê jî ciwanên YDG-H'ê bi çalakiyan nerazîbûn nîanî êriên hizbul-kontra yên li Cizîrê dan.

Ciwanên ku li taxa Avaîn daketin ser rêya Îpekê û rê li çûn û hatinê girtin.

Pêvçûnên ku pitî êria polîsan dest pê kirin li taxa Avaîn û navenda navçeyê heya derengiya evê dewam kirin.

Li aliyê din rêxistina DBP'ê ya Meletiyê provokasyonên li Cizîrê pêk tên, li ber postexaneya Navendî daxuyanî da çapemeniyê.

Gelek endam û rêveberên saziyên civakî bedarî daxuyaniyê bûn.

263 car hate xwendin
Parve Bike  
CIWAN