Mal  -  CHAN
"DI 2014'AN DE 118 ROJNAMEVAN HATIN KUTIN"
Dem : 2015.01.01  16:55:53
Federasyona Rojnamevanan a Navnetewey hejmara rojnamevann ku di sala 2014'an de hatine qetilkirin ekere kirin. Li gor v yek di sala bor de 118 rojnamevan hatin qetilkirin.

FEDERASYONA ROJNAMEVANAN A NAVNETEWEYÎ
"DI 2014'AN DE 118 ROJNAMEVAN HATIN KUTIN"

Federasyona Rojnamevanan a Navneteweyî hejmara rojnamevanên ku di sala 2014'an de hatine qetilkirin ekere kirin.

Li gorî vê yekê di sala borî de 118 rojnamevan hatin qetilkirin.


Federasyona Rojnamevanan a Navneteweyî (FIJ) bi daxuyaniyekê ragihand, ku di sala 2014'an de 118 rojnamevan û kedkarên çapemeniyê hatine qetilkirin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku rêjeya kutina rojnamevanan li gorî sala 2013'an ji sedî 10 zêde bûye.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di asla 2014'an de li Pakîstanê 14,

li Sûriyeyê jî 12 rojnamevanan hatine qetilkirin.

Li Afganîstan û Fîlîstînê 9,

Li Iraqê 8,

li Hondûrasê 6,

li Meksîkayê 5 rojnamevanan hatine qetilkirin.

Federasyonê diyar kir ku 17 rojnamevan û kedkarên çapemeniyê di qezayên kar an jî felaketên xwezayî de jiyana xwe ji dest dane.

596 car hate xwendin
Parve Bike  
CHAN