Li Koban banga 'kordora mirovahiy'
Dem : 2015.01.02  17:24:43
Bi hezaran Kobaniyn li gel rn eteyn DAI' bajar xwe neterikandine, bi pitevan rxistinbyn pwstiyn xwe tedarik dikin. Alkariya ku gel li gor derfetn xwe dine Koban ji aliy Komteya Alkariy ve bi awayeke rk pk rojane ji sivlan re t belavkirin. Xebatkarn Komteya Alkariy diyar kirin ku alkariyn daw hatin belav kirin ji ber ertn zivistan hewceh zdebne div demildest kordora mirovahiy b vekirin.

Bi hezaran Kobaniyên li gel êrîên çeteyên DAI'ê bajarê xwe neterikandine, bi pitevanî û rêxistinbûyînê pêwîstiyên xwe tedarik dikin. Alîkariya ku gel li gorî derfetên xwe diîne Kobanê ji aliyê Komîteya Alîkariyê ve bi awayeke rêk û pêk rojane ji sivîlan re tê belavkirin. Xebatkarên Komîteya Alîkariyê diyar kirin ku alîkariyên dawî hatin belav kirin û ji ber ertên zivistanê hewcehî zêdebûne û divê demildest korîdora mirovahiyê bê vekirin.

Berxwedanad îrokî ya hêzên YPG/YPJ'ê ya li dijî êrîên çeteyên DAI'ê di roja 110'an de ye. Di çarçoveya operasyona paqijkirinê ya ervanên YPG/YPJ'ê li dijî çeteyan dane destpêkirin de, kolan bi kolan Kobanê tê rizgarkirin. Bi hezaran sivîlên bajarê xwe neterikandine jî, jiyana xwe ya rojane dewam dikin. Her çend rastî êrîa çeteyan a bi topên hawanê û çekên giran tên jî, bi hezaran Kobaniyan ervanên YPG/YPJ ên ji bo wan er dikin û bajarê xwe neterikandin. Kobaniyî bi saya pitevanî û rêxistinbûyînê pirsgirêkên xwe çareser dikin û pêwîstiyên xwe peyda dikin.

Hewcehiyên sivîlan bi rêxistinbûna sivîlan tên dîtin

Komîteya Alîkariyê ya li bajar ku sivîlên li bajêr bi xwe ava kirine, alîkariyên gel bi derfetên xwe andine û diînin, rojane di çarçoveya pêwîstiyan de li sivîlan belav dike. Endamên Komîteya Alîkariyê ya ji 21 kesan ku 9 jê sivîl in, her sibe diçin depoya alîkarî lê tê komkirin, di çarçoveya pêwîstiyên ku berê hatiye tespîtkirin alîkariyê dikin paket û ji bo li welatiyan belav bikin, dikevin ser rê. Di nava alîkariyên ji sivîlan re tên belavkirin de ji kevnikê girêdana zarokan heta kincên ji bo zivistanê, fêkî, miqarne û pêwîstiyên ên bingehîn hene. Dildarên Komîteya Alîkariyê di nava rewa er de wezîfeyeke jiyanî girtine ser milê xwe.

'Gelê bakur li cem me cih girt'

Ji dildarên Komîteya Alîkariyê Ahmet Miso diyar kir ku xebatên wan beriya êrîên çeteyên DAI'ê ya meha îlonê destpê kirin. Miso da zanîn ku dema DAI'ê êrîî Reqqa, Minbic û Cerablûsê kir, beeke mezin a kurdên li van bajaran dijîn hatin Kobanê. Misto anî ziman ku tevî nifûsa Kobanê zêde bû jî, bi alîkariya gelên bakurê Kurdistanê wan hewilda ku bersivê bidin pêwîstiyên wan. Miso ragihand ku gelê Bakurê Kurdistanê ev sal û nîveke alîkariyê diîne, bi vê yekê re bersiv ji pêwîstiyên wan re tê dayîn û anî ziman ku ji ber êrîên çeteyên DAI'ê yên meha Îlonê astengî li pêiya hatina alîkariyê derket û ambargo ket meriyetê.

Ji saziyên navneteweyî re banga alîkariyê

Miso balkiand ser xemsariya saziyên alîkariyê yên navneteweyî û destnîan kir ku hînê bi hezaran mirovên sivîl li Kobanê di nava ert û mercên neba de hewl didin xwe li jiyanê bigirin. Miso bi bîr xist ku ew niha alîkariyên dawî yên di destê xwe de belav dikin, lewma vekirina korîdoreke însanî pêwîstiyeke jiyanî ye û wiha got: "Em bang li tevahiya saziyên alîkariyê yên navneteweyî dikin ku alîkariyê biînin ji gelê Kobanê re."

385 car hate xwendin
Parve Bike  
JNGEHA KDE