Mal  -  ROJANE
Heyeta mraliy ya hate berfirehkirin die mraliy
Dem : 2015.01.02  17:26:46
Li bendne ku Heyeta mraliy sib bie Girava mraliy bi Rber PKK' Abdullah Ocalan re hevdtin bike. Bi tevlbna endama DOKH' Ceylan Bagriyanik heyet d bi 5 kesan hevdtin pk bne.

Li bendêne ku Heyeta Îmraliyê sibê biçe Girava Îmraliyê û bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike. Bi tevlîbûna endama DOKH'ê Ceylan Bagriyanik heyet dê bi 5 kesan hevdîtinê pêk bîne.

Li bendêne ku Heyeta Îmraliyê ya berfireh sibê biçe Girava Îmraliyê û bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike. Pitî Hevserokê KCD'ê Hatîp Dîcle tevlî heyetê bû Aktîvîsta DOKH'ê Ceylan Bagriyanik jî tevlî heyetê bû. Heyeta Îmraliyê demek têkildarî hevdîtinên hikûmet, Qendîl û Îmraliyê de tu daxuyaniyan nade.

Yêkemîn heyeta çûye Girava Îmraliyê Ahmet Turk û Ayla Akat Ata bû. Ligel Heteya Îmarliyê ya niha Îdrîs Baluken, Sirri Sureyya Onder, Pervîn Buldan, Hatîp Dîcle û Ceylan Bagriyanik cih girt, Hevserokê HDP'ê Selahattîn Demîrta, Altan Altan û Leyla Zana jî bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîn. Pitî demek ûnde hikûmetê Ahmet Turk, Selahattîn Demîrta û Gultan Kianak a ku navê wê di nava heyetê de derbas dibû veto kirin. Hevdîtina bi du kesan dest pê kir niha derketiya 5 kesan.

Heyeta Îmraliyê herî dawî di 17'ê kanûnê de bêyî agahiya çapemeniyê pê çêbibe çûbû Îmraliyê û bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin kiribû û têkildarî mijarê de tu daxuyanî nedabûn. Heyetê di 29'ê mijdarê de gotibû Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi riya heyetê "Pênûmeya muzakereyê" ji hikûmet û Qendîlê re pêkê kir. Pitre Qendîlê daxuyand ku wan pênûme qebûl kiriye lê hikûmetê tu daxuyanî nedan. Heyet Îmraliyê di 22'yê kanûnê de bi Yalçin Akdogan re hevdîtin pêk anî û daxuyaniya "Serdemek nû dest pêk kir" dabû.

291 car hate xwendin
Parve Bike  
ROJANE