Ji engal banga dayikek zid: Vegerin
Dem : 2015.01.02  17:30:41
Dayika rn a li gel rn eteyn DAI' j engal neterikandiye, bang li zidiyn xwe li welatn din girtin kir xwest, vegerin. Dayika rn got, "K dikare b bila were, rahje ekan ber xwe bide engal."

Dayika îrîn a li gel êrîên çeteyên DAI'ê jî engal neterikandiye, bang li Êzidiyên xwe li welatên din girtin kir û xwest, vegerin. Dayika îrîn got, "Kî dikare bê bila were, rahêje çekan û berê xwe bide engalê."

Ji eîra Hebaba Dayika îrîn, yek ji Êzidiyê ku pitî êrîên DAI'ê xwe li Çiyayê engalê girt û warê xwe neterikandiye. Dayika îrîn ku 4 zarokên wê li nava refên YB'ê li dijî DAI'ê er dikin, xwikek wê û sê xwarzê-birazên wê di destê DAI'ê de dîl girtî ne.

PKK HAT HAWARA ME

Dayika îrîn diyar kir ku ji destpêka meha Tebaxê û vir ve ew li çiyayê engalê ne û got, "Em hatin vî çiyayî, me rezîlî dît, tîbûn birçîbûn dît, xizanî dît, kutina mêran, revandin û mehrkirina bi zorê ya jin û zarokan dît. Dema em hatin çiyê pêî li me girtibûn, kî hat hawara me, bi destûra Xwedê PKK hat hawara me. PKK'ê mirî, birîndar avêt ser pita xwe, ew hilgirt, jin û extiyar li pita xwe kir, bi zarokan re em anîn ser vî çiyayî. Rêya me vekirin, kelûmel ji me re anîn, av dan, xwarin anîn, em parastin. Ew nebûya ya em ê ji nêza yan jî ji birçîbûna bimira."

Dayika îrîn da zanîn ku niha li çiyê herî zêde nexwe zehmetiyan dikînin, pêwîstiya wan bi doktor heye û anî ziman ku Duhok ji bo andina nexwean, gelekî dûr e.

GERÎLA KETIN NAVA ENGALÊ

îrîn der barê operasyona YB û HPG'ê ya li engalê de axivî û got, "Yên ketin nava engalê gerîla bûn, hemû jî PKK; YB û YPG'yî ne. Niha ketine nava engalê û yên engalê rizgar dikin ew in. ehîd dan. Kesî ji me ji wan zerar nedîtin. Heta ev can di vî bedenî de be ez ê vê ji bîr nekim. Ew em in, em ew in. Em û ew yek in. Di rojên ku dilê kesî bi me neewitîn de ew hatin. Ev ax bi xwîna xwe av dan. Heta mirinê em ê vê ji bîr nekin. Ji roja hatina PKK'ê û vir ve ew bi me re eleqedar in, titekî ji me venagirin, ji me bêhtir li me difikirin, ji bilî wan kes li ser me nagirî."

ALÎKARÎ BI AWAYEKÎ WEKHEV TÊ BELAVKIRIN

Dayika îrîn ragihand ku alîkariyên li çiyayê engalê bi awayekî wekhev tên belavkirin û got, "Çi tê bila bê li naverastê diwezinînin, li her kesî bi awayekî wekhev parve dike, mafê kesî bi ser kesî de naçe. Kê ji me re alîkarî andibe hemû cihê hurmetê ne, xêra kê li me bûbe bila xêra Xwedê jî li wan bibe. Ji bilî PKK'ê kî titekî bîne li ser pevçûn derdikeve, nebaî dibe. Çima, ji ber ku ew li gorî pîvanê napîvin."

YÊN ÇÛNE DIVÊ VEGERIN

Dayika îrîn gazin li yên engal terikandine û xwe li welatên cuda girtine kir û got, "Ji wan re jî ji bavê wan re jî erm e erm. Ji Bakur, ji Rojava, ji Rojhilat, ji Baûr hatin û xwîna xwe di ber wan de rijandin, ehîd ketin. Lê ew diçin dizewicin, li kampan radizên, domîno dilîzin, ev erm e ji bavê wan re. Kê malbata xwe biriye cihekî ewle, ba e li wir kêmasiyên wan nîne, dewlet û Kurdistan wan kêm nahêlin. Kî dikare xwe bigihîne bila rahêje çekan, berê xwe bide engalê û engalê rizgar bike. Rast e engal biçûk e, lê bi nav û deng e. Bi rastî jî yên li vî çiyayî dimînin hemû êr û piling in. Yên li vir mîna PKK'ê êr û piling in. Bila bibin weke keç û jinên PKK'yî, bila rahêjin çekê ax, namûs, eref û ava xwe ji cahan rizgar bikin. Ev 10 roj in nîvê bajêr ji aliyê xwik û birayên me yên PKK'yî û hevalên wan ên li vê derê ve hatiye rizgarkirin. Bila ne li pê jî bin, bila li pa wan bisekinin. Bila Xwedê qebûl bike, 5 zarokên min rahitin çekê û lê didin. Van çekan Berberoj, Bric, Sûja Jêrîn, nîvê engalê girtin, înale wê van çend bermayînên van çeteyan ji vir derxînin û rizgar bikin.

Bila Tawizê Melek alîkariyê bide wan. Kê ev exlaq û siyaset dabe PKK'ê, Xwedê jê razî be. Li cem PKK a xwedî vê exlaq û siyaseta pak, cudahiya ti gelan nîne. Îro dê û bavên zarokên ji derve hatine em in. Yek ji wan birîndar bibe, em diêin, yek ehîd bikeve agir dikeve dilê me. Mîna zarokên me ew bask û perê me ne. Bila Xwedê alî wan hemûyan bike."

406 car hate xwendin
Parve Bike  
JNGEHA KDE