Mal  -  ROJANE
LI ERZNGAN 14 XWENDEKAR SEWQ DOZGERIY HATIN KIRIN
Dem : 2015.01.05  19:52:46
Li Erzngan 14 xwendekarn hatibn binavkirin ro sewq dozgeriy hatin kirin, li Gever j welatiyek hate girtin.

14 xwendekarên Kurd ên Zanîngeha Erzînganê, di 2'yê çileyê, de di encama serdagirtina mal û yurdan hatibûn binçavkirin.

Xwendekar îro sewqî dozgeriyê hatin kirin.

Parêzeran diyar kirin ku xwendekaran bi armanca ermezarkirina operasyonê mafê xwe yê bêdengiyê bikaranîn û îfade nedan e.

Li Geverê welatiyê bi navê Feyyaz en bi bahaneya "propagandaya rêxistinê kiriye" 2 sal û 7 meh cezayê girtîgehê lê birîn û avêtin Girtîgeha Colemêrgê.

OPERASYONÊN QIRKIRINA SIYASÎ
LI MÊRDÎNÊ BI SER MALA RÊVEBERÊ DBP'Ê DE GIRTIN
Li Mêrdînê, polîsan evê din bi ser mala rêveberê rêxistina DBPa Mêrdînê Yusuf Aksîn de girtin.

Polîsan deriyê malê ikandin û alavên malbatê ser û bin kirin.

628 car hate xwendin
Parve Bike  
ROJANE