Bi deh hezaran welatiyên Kobanê yên ji ber êrîþên çeteyên DAIÞ'ê neçar man xaka xwe biterikînin, vedigerin Kobanê.
Welatiyên Kobanê yên li konbajaran, li navend û gundên Pirsûsê dimînin jî bi kelecaneke mezin li hêviya vegera ser axa xwe ne û ji niha ve bi sedan kesî dest bi vegerê kirine.
Di destpêka þer de di serî de þaredariya Pirsûsê û welatiyên Pirsûsê, bi dilekî germ û tevî hemû derfetên xwe li koçberên Kobanê xwedî derdikevin.
TATLI: EM BI HEMÛ DERFETÊN XWE LI KOBANIYAN XWEDÎ DERDIKEVIN
Endamê Komeleya Piþtevanî û Alîkariya bi Rojava re Farûk Tatli li ser rewþa Kobaniyên li Pirsûsê yên li konbajaran dimînin û ji bo vegera Kobanê axivî.
Bi hevkariya þaredariyên li Kurdistanê, perlementerên HDP'ê, welatiyên hemû deverên Kurdistan û Tirkiye, Ewrûpayê bi awayekî seferberî heta ji destên wan tê pirsgirêkên Kobaniyan çareser dikin.
Farûk li ser operasyonên þervanên YPG/YPJ'e jî wiha axivî:
'LI KOBANÊ JÎ EMÊ LI GELÊ XWE XWEDÎ DERKEVIN'
Ev hefteyek zêdetire þervanên YPG/YPJ'ê dest bi operasyonên paqijiyê kirine û gelek tax û herêm xistine bin kontrola xwe. Çete her diçe têk diçin û direvin. Ji ber vê yekê welatiyên Kobanê yên li Pirsûsê dimînin jî li benda vegera axa xwe ne. Heta niha jî bi sedan malbat derbasî Kobanê bûne. Mixabin bajar wêran bûye. Lê emê li Kobanê jî li xwiþk û birayên xwe xwedî derkevin.
'DEWLETA TIRK Û AFAD XWEDÎ LI WELATIYÊN KOBANÊ DERNAKEVIN'
Tatli destnîþan kir ku avakirina Kobanê wezîfeya wan a sereke ye û heta bajarekî nû ava bikin wê wan konbajaran jî bikþînin wê derê.
Tatli rexne li dewleta Tirk jî kir û got dewlet dibêje em li Kobaniyan xwedî derketin, ev çawa xwedî derketine. Du konbajarên AFAD'ê hene û bi giþtî jî 6 hezar kes lê hene. 200 hezarên din wê çi bikin? Yên niha li konbajarên AFAD'ê dimînin jî dixwazin werin wargehên me.
SENANÎK ONER: GELÊ KURD WÊ KOBANÊ JI NÛ VE AVA BIKE
Endamê Komîsyana Dîplomasiyê ya KCD'ê Senanîk Oner jî got dema welatiyên me yên Kobanê vegerin ser axa xwe, em ê jî bi wan re biçin û em ê her tim bi wan re bin.
Oner got: Kurdistanî wê hemû bi hev re Kobanê ji nû ve ava bikin.