Mal  -  CÎHAN
KOMÎTEYA ÇALAKIYA 10'Ê ÇILE YA LI PARÎSÊ BANGA TEVLÎBÛNÊ KIR
Dem : 2015.01.05  20:04:14
Komkujiya Parîsê wê roja 10'ê Çile bi çalakiyek mezin were þermezarkirin.

Komîteya Amadekar a meþ û bîranîna komkujiya Parîsê ku wê daxuyaniyek da çapemeniyê.

Komîteyê diyar kir ku divê Kurd û dostên wan hesabê komkujiyê bipirsin û vê hovîtiyê ronî bikin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku divê hikûmet û dewleta Fransayê jî komkujiyê zelal bikin.

Daxuyanî wiha dewam dike;

KOMÎTEYA AMADEKAR A ÇALAKIYA 10'Ê ÇILE
'KURD WÊ BI TÊKOÞÎNA XWE RE VÊ HOVÎTIYÊ RONÎ BIKIN'
Kurdan heta niha bi têkoþînê neheqî derxistin holê û komkujî xistin rojeva raya giþtî ya cîhanê. Bi têkoþînê, bi sekneke biryardar wê vê hovîtiyê jî ronî bikin. Ji bilî vê ti rê nîne. Dewlet bi parastina hev, bi nixumandina sûcên hev û bi desteka ji bo hev, ser rastî û edaletê digirin. Ji ber ku hemû di têkiliyên qirêj de hevkarên sûc in. Lê belê, wezîfeya Kurdan di heman demê de ronîkirina vê hevkariya sûc a qirêj e. Lewma em dibêjin 'bêdengiya we ji ber hevkariya we ya sûc e.

KOMÎTEYA AMADEKAR A ÇALAKIYA 10'Ê ÇILE
'ERDOGAN TETÎK DA KIÞANDIN; TILIYA ALMANYA Û FRANSAYÊ JÎ TÊ DE HEYE'
Komîteyê careke din dewleta tirk weke berpirsê komkujiyê destnîþankir û got;

Yê tetîk da kiþandin AKP û Recep Tayyîp Erdogan e. Tiliya Elmanya û Fransa jî tê de heye. Divê Fransa van têkiliyên qirêj û hevkariya sûc derxîne holê. Em edalewtê dixwazin. Em dixwazin rastî were ronîkirin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, wê çalakî bi þîara "kujeran bibînin, eger hûn nebînin hûn jî gumanbar in, hingî hûn jî hevkar in" pêk were.

Komîteya Amadekar got, "Çiqasî girseyî be, çiqasî bi heybet be, em ê ewqasî zû xwe nêzî kujeran bikin" û ev agahî dan;

9'ê Çileyê saet di 12:00 de bi beþdariya malbatan, parêzeran, nûnerên saziyên Kurd û Fransî wê ji ber Navenda Civaka Kurd a Demokratîk heta Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê meþ bê lidarxistin. Dûre jî wê li ber Buroyê saet di 13:00 de civîneke çapemeniyê were lidarxistin. Roja 10'ê Çile jî meþ û mîtînga mezin pêk tê.

401 car hate xwendin
Parve Bike  
CÎHAN