PAJK: EV KOMKUJ BI DEST HZN SIYAS HAT PLANKIRIN DOZEKE DROK YE
Dem : 2015.01.05  20:10:11
Koordnasyona PJAK' derbar salvegera komkujiya Pars de daxuyaniyeke nivsk weand.

Koordînasyona PJAK'ê diyarkir ku ew di salvegera komkujiya Parîsê de hevalên xwe Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla aylemez bi rêzdarî bibîr tînin.

PAJK'ê got; ji 9'ê Çileya 2013'an û vir ve Fransa, welatên Yekîtiya Ewrûpa, DYA û dewleta Tirk, ji bo ev plana mezin a qirêj ekere nebe bi awayekî lihevkirî bêdengî tercîh kirine.

PAJK'ê destnîankir ku cînayeta Parîsê ya ji aliyê hêzên siyasî yên navneteweyî ve hat plankirin û maika herêmî ya emperyalîzmê dewleta Tirk di nav de hat bicihkirin, dozeke dîrokî ye.

Koordînasyona PAJK'ê da xuyakirin, ku weke jinên ji bo azadiyê têdiko in, weke gelê kurd û dostên bi esîl ên vê têkoînê, wê hesab ji xwediyên vê cînayeta siyasî were pirsîn.

KOMKUJIYA PARÎSÊ
PAJK: ASTA XWEDÎDERKETINÊ YA LI EWRÛPAYÊ KOMKUJ TIRSANDIN


PAJK'ê balkiand ser asta xwedîderketinê ya li tevahiya Ewrûpayê û wiha got:
Raya gitî ya demokratîk a Ewrûpayê bi cînayeta Parîsê re hejiya, bi pitevaniya oreger a jinê re nîan da ku wijdanê mirovahiyê wê ti carî bêdeng nemîne. Asta xwedîderketinê ya li tevahiya Ewrûpayê, dengê lingê mirovahiyê yê rabûye ser piyan, qetlîamkar tirsandiye.

PAJK'ê got, têkoîna azadiyê ya hevala me Sara, ku di nava PKK'ê de hevala me ya destpêkê bû, bi jinekê destpê kir, veguherî rêxistinbûyîneke bi hezaran milîtanan û xwe gihand milyonan.

PAJK: JI BO JI KOMKUJAN HESAB BÊ PIRSÎN DAKEVIN QADAN
Daxuyaniya PAJK'ê wiha bi dawî dibe:

Di serî de li jinan em bang li hemû oreger, demokrat û her kesên ji vê hovîtiyê re dibêje bes e dikin, ku ji bo ji qetlîemkaran hesap bê pirsîn dakevin qadan û em bang li hemû hevalên xwe yên keç û xortên ciwan dikin, ku tevlî refên azadiyê bibin.

334 car hate xwendin
Parve Bike  
KURDISTAN