Mal  -  ROJANE
SEROK GIT Y DEMN DIJWAR; MURAT BOZLAK
Dem : 2015.01.05  20:11:44
Yek ji kedkar peng demn dijwar Murat Bozlak ev demeke dirj bu ku li hember nexweiya pncer tdikoiya.

LI NEXWEXANEYA ENQERÊ JIYANA XWE JI DEST DA
Ji bo siyaseta Kurd wefata Parlementer Murat Bozlak bû windahiyeke mezin.

Bozlak bi jiyan û têkoîna xwe ji bo xurtbûna siyaseta Kurd xwedî kedeke mezin e.

Bozlak 30'ê Kanûna sala 1952'an li gundê Akta ê ereflîkoçhîsara Enqerê hat dinê;

Û dema ku parêzer bû siyaseta Kurd nas kir.

Hêj parêzerekî ciwan bû berê xwe da nava siyasetê û bi awayekî aktîf di nava SODEP'ê de xebitî.

Paê jî di avakirina SHP, HEP, DEP û OZDEP'ê de cîh girt.

Pitî ku 11'ê Gulana 1994'an HADEP hat avakirin Murat Bozlak bu serokê wê yê gitî.

Heta ku ji bo wî û gelek siyasetvanên din qedexeya siyasî hat ango heta sala 1999'an serokatiya gitî ya HADEP'ê kir.

Bozlak sala 1994'an ji ber êrieke çekdarî bi giranî birîndar bû.

Ji ber ku dewletê firsend nedî ku Bozlak bikûje, xwest wî bi binçavkirin û girtinê bitirsîne, lê Bozlak têkoîna xwe bi biryardarî domand.

Pitî di 28'ê hezîrana sala 1999'an de qedexeya siyasetê ya Bozlak û rêveberên din ji aliyê Dadgehê ve hat erêkirin;

Bozlak ji sala 1999'an heta 2004'an ji neçarî dûrî siyasetê ma..

Lê 3'ê mijdara 2002'an di bin banê DEHAP'ê de weke namzedê parlementeriyê hat nîandan.

Lê ji ber qedexeyê namzediya wî ji aliyê YSK'ê ve hate redkirin.

Tevî ku namzediya wî hat redkirin jî bi awayekî aktîf di nava xebatên hilbijartinê de cîh girt.

Di sala 2004'an de pitî wekîlên DEP'ê serbest hatin berdan, di nava tevgera civaka demokratîk de cîh girt.

Di sala 2005'an de jî pêengiya avakirina DTP'ê kir û herî dawî jî li Edenê weke wekîl hat hilbijartin.

Kedkarê siyaseta Kurd Murat Bozlak ev demek dirêj bû ku li dijî nexweiya pênceêrê têdikoiya.

Lê belê Bozlak eva 4'ê çile li nexwexaneya Guven a Enqerê jiyana xwe ji dest da.

Li ser wesiyeta Bozlak li meclîsa Tirk merasîm nehat lidarxistin.

Cenazeyê Bozlak ji bo veartinê birin gundê wî û wê li wir were veartin.

387 car hate xwendin
Parve Bike  
ROJANE