'Em heya dawiy li cem gel Koban bin'
Dem : 2015.01.06  17:40:07
Berxwedana bhemp a ervann YPG/YPJ' ya li hember ra eteyn DAI' di roja 114'an de dewam dike. Operasyonn ervann YPG/YPJ' yn paqijkirina Koban bi hem co kelecan didome. Dsa pi pketina ervann YPG/YPJ' bi sedan malbatn Koban vegeriyan li ser axa xwe. Esnafn Pirss j der bar berxwedana Koban vegera welatiyn Koban de axivin diyar kirin ku pwste bi ruh berxwedana ervann YPG/YPJ' bikevin nava seferberiy.

Berxwedana bêhemp a ervanên YPG/YPJ'ê ya li hemberî êrîa çeteyên DAI'ê di roja 114'an de dewam dike. Operasyonên ervanên YPG/YPJ'ê yên paqijkirina Kobanê bi hemû co û kelecanê didome. Dîsa piî pêketina ervanên YPG/YPJ'ê bi sedan malbatên Kobanê vegeriyan li ser axa xwe. Esnafên Pirsûsê jî der barê berxwedana Kobanê û vegera welatiyên Kobanê de axivin û diyar kirin ku pêwîste bi ruhê berxwedana ervanên YPG/YPJ'ê bikevin nava seferberiyê.

Berxwedana bêhempa a ervanên YPG/YPJ'ê ya li hemberî êrîên çeteyên DAI'ê yên di 15'ê îlonê de bi armanca dagirkirina Kobanê de di roja 114'an de dewam dike. Welatiyên Kobanê yên neçarman ji ber êrîên çeteyên DAI'ê cih û warê xwe biterikînin û koçî herêmê bikin. Di serî de gelê Pîrsûsê tevahiya gelê bakûrê Kurdistanê li penaberên Kobanê xwedî derketin. Operasyonên ervanên YPG/YPJ'ê yên paqijkirina Kobanê bi hemû co û kelecanê didome. Dîsa piî pêketina ervanên YPG/YPJ'ê bi sedan malbatên Kobanê vegeriyan li ser axa xwe. Esnafên Pirsûsê der barê berxwedana Kobanê û vegera welatiyên Kobanê de axivin. Welatiyên bi navê Azîz Aslantekîn (37) anî ziman ku çawa di destpêka er de li cem gelê Kobanê bûn dê bi vî eklî jî heya dawiyê li cem gelê Kobanê be.

'Ji bo ji nûve avakirina Kobanê destê xwe têxin bin kevir'

Aslantekîn destnîan kir ku ji bo vegera gelê Kobanê çi ji destên wan bê dê bikin û wiha got: "Divê her kes vê titê ba bizane, Kobanê û Pirsûs yek e. Tu kes nikare got û neynûkê ji hev veqetînin. Kobanê bê Pirsûs, Pirsûs bê Kobanê nikar e bijî. Ji ber vê yekê heta gelê meyî Kobanê li cih û warê xwe cih nebe, rawestandin ji bo me tuneye." Welatiyê bi navê Osman Yildizer (42) ê ku karê konfeksiyonê dike jî got ku ji destpêkê bi ciran û xizmên xwe ketine nava seferberiyê ji bo gelê Kobanê.

'Dema hevgirtin û yekgirtina kuran e!'

Welatiyê bi navê Ahmet Balî (23) ji anî ziman ku di serî de em spasiya aredariya Pirsûsê dikin ku destê xwe ji gelê xwe nekirin û wiha got: "Di destpêkê de gelê me û aredaririya me deriyê xwe vekir. Em jî wek gelê Pirsûsê em her dem li cem gelê xwene. Heya dawiyê jî em ê bi bira û xwikê xwe re bin. Heya Kobanê rizgar nebe û gelê me li cih û warê xwe bi cih nebe em ê li cem wan neçin. Ji derveyî kurdan tu kes hevalê wan tuneye. Tenê em pêwîste li xwe xwedî derkevin. Eger em li hevdû xwedî dernekevin em ê herdem rastî êrîên van çeteyên bê esîl werin. Dema hevgirtin û yekgirtina kuran e. Bila herkes li gelê Kobanê û engalê xwedî derkevin."

'Pêwîste herkes guh bide dengê mirovahiyê'

Welatiyê bi navê Omer Mercan (45) ê bi karê gulgiroiyê ve mijoldibe diyar kir ku roj roja mirovahiyêye got ku pêwîste herkes guh bide dengê mirovahiyê. Mercan bi lêv kir ku tu wateya sînorên sûnî nemaye û wiha got: "Her kesê dît ku tu kes nikar e hêza gelê kurd. Tu kes nikare me û Kobanê ji hev cûda bikin. Me çawa mala xwe bi wan re parve kir, em ê biçin Kobanê jî ji bo bi cîh kirina wan jî em ê alîkarî bikin."

'Dilê me bi gelê Kobanê re lê dide'

Esnafê bi navê Mirkerim Akçelen ê karê kirtasiyê dike jî diyar kir ku nêzî çar meh çeteyên DAI'ê êrîî Kantona Kobanê dikin û wiha got: Ev êrî ne tenê DAI'ê pêktîne. Di serî de hevkarê van êrîan hikûmeta AKP'ê ye. Lê belê ev êrîên wan yek bi yek ji aliyê ervanên YPG/YPJ'ê ve hatin pûçkirin. Em weke gelê Pirsûsê wê herdem li gelê xwe yê Kobanê dê xwedî derkevin. Her roja diçe ervanên YPG/YPJ'ê pê dikeve. Divê em bi ruhê berxwedana YPG/YPJ'ê ji bo alîkariya gelê Kobanê bikevin nava seferberiyê de."

375 car hate xwendin
Parve Bike  
JNGEHA KDE