Mal  -  ROJANE
Li Koban hewcedar bi doktorn dildar dermanan heye
Dem : 2015.01.06  17:40:49
Saziyn Tenduristiy yn Koban ku bn hedefa bombeyn eteyn DAIޒ, doktor personeln tenduristiy yn Koban terk nekirin xizmet didin bi hezaran sivl berxwedran. Nexwexaneya dembor hatiye avakirin hewcedariyn wan bi alavn tib personeln tenduristiy hene.

Saziyên Tenduristiyê yên Kobanê ku bûn hedefa bombeyên çeteyên DAI’ê, doktor û personelên tenduristiyê yên Kobanê terk nekirin xizmetê didin bi hezaran sivîl û berxwedêran. Nexwexaneya demborî hatiye avakirin hewcedariyên wan bi alavên tibî û personelên tenduristiyê hene.

Berxwedana ervanên YPG û YPJ’ê ya li dijî çeteyên DAI’ê di roja 114’an de berdewam dike. Li Kobanê xizmeta tenduristiyê ji aliyê doktor û personelên ku warê xwe terk nekirine ve pêk tê. Li Kobanê hemû nexwexane ji aliyê çeteyan ve hatine hilweandin an jî dagirkirin. Li bajar doktorên dildar nexwexaneyek demborî avakirin û dermankirina sivîlan û ervanên YPG û YPJ’ê dikin. Alavên tibî û derman jî ji nexwexaneyên rastî êrîê hatine hatine rizgarkirin. Li bajar ji ber pevçûnan birîndar zêdene û niha hewcedariya nexwexaneya demborî bi derman, alav û doktoran heye.

Pêvîstî bi alavên tibî heye

Yek ji doktorên dildar ji roja ewil ya êrîê de xizmetê dide gel Radyolog Dr. Mehmet Arîf Elîf da zanîn ku ji roja êrîan destpêkiriye xizmetê didin gel û wiha got: “Nexwexane bûn hedefa çeteyan.Pitre me ev navend avakirin û ev jî bûn hedef. Niha me navendek din jî ava kir û ev jî pitevaniyê hat avakirin. Em di bin ert û mercên zehmet de dijîn û kêmasiyên me zêdene.”

Berxwedêrê jî xizmetê didin

Elî da zanîn ku ligel êrîên DAI’ê bi hezaran sivîlên ku bajar terk nekirine hene û ji ber êrîê bajar zirarek mezin dîtiye. Elî wiha berdewam kir: “Ji ber van jî pirsirêkên tenduristiyê zêde bûne û hewcedarî bi alavên tenduristiyê û personelan heye. Ligel hezaran sîvîlî, em xizmetê didin ervananan jî. Ji ber vê jî hewcedariyên me zêde dibin.”

Ji doktoran re bang

Rêveberê Heyva Sor a Kurdistan ya Kobanê Menaf Kîtkanî ku bo bajar kampanyayên alîkariyê dimeîne bang li doktorên Kobanê û hemû personelan kirin ku vegerin Kobanê û got: “Rewa bajar li ber çavan bigirin. Hewcedarî bi doktorê dahiliye, ortopedî, cerahî û zarokan heye. Divê bên vir û xizmetê bidin gel.”

399 car hate xwendin
Parve Bike  
ROJANE