Mal  -  ROJANE
Li Erzngan 11 xwendekar hatin girtin
Dem : 2015.01.06  17:41:28
Li Erzngan 14 xwendekarn kurd n zanngeh yn hatin binavkirin ji wan 11 xwendekar bi diaya endam rxistin ne hatin girtin.

Li Erzînganê 14 xwendekarên kurd ên zanîngehê yên hatin binçavkirin ji wan 11 xwendekar bi îdiaya “endamê rêxistinê ne” hatin girtin.

Li Erzînganê di 2’ê çileyê de polîsan bi ser yurd û malên xwendekarên kurd ên Zanîngeha Erzînganê de girtibûn û di encama serdegirtinan de 14 xwendekar hatibûn binçavkirin. Xwendekarên pitî karên fermî yên qereqolê derxistin dozgeriyê. Xwendekarên ku li qeroqolê mafên xwe yên bêdengmayînê bi kar anîn ji aliyê dozgeriyê ve bi îdiaya “endamê rêxistinê ne” bi daxwaza girtinê sewqî dadgeha nobedar hatin kirin. Îfadeyên xwendekaran heta saetên dereng ên evê berdewam kir û Ozel Kaya, Ercan Ekmekçî, Burak Nergîz, Zozan Çîçek, Hacer Ozbay, Songul Yîgît, Dîlan Oral, Sînan Çakir, Remzî Durmaz, Aye Aslan û eyman Onal bi îdiaya “endamê rêxistinê ne” hatin girtin û andin Girtîgeha Tîpa T a Erzinganê. Ahmet Çakmak, Leyla Belîm û Mehmet Ozturk jî bi kontrola edlî hatin berdan.

505 car hate xwendin
Parve Bike  
ROJANE