Mal  -  ROJANE
Serok Git y demn dijwar ji bo koa xwe ya daw t oxirkirin
Dem : 2015.01.06  17:43:22
Ji bo parlamenter HDP y Edeney Murat Bozlak li nexwexaneya ku dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da li ber avaniya Navenda Git ya DBP merasma cenaze hate lidarxistin.

Ji bo parlamenterê HDP’ê yê Edeneyê Murat Bozlak ê li nexwexaneya ku dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da li ber avaniya Navenda Gitî ya DBP’ê merasîma cenaze hate lidarxistin. Hevserokê Gitî yê HDP’ê Selahattîn Demîrta diyar kir ku ala ku dewrî wan hatiye kirin dê li erdê nexin, Hevserokê KCD’ê Hatîp Dîcle jî nirxandina “Riyên me tu caran veneqetiya Dibe ku salên demdirêj ên girtîgehê çêbû, em bi fîzîkî ji hev qut bûn lê dil û mejiyê me ji bo heman îdealan lê dan” kir. Pitî axaftinan cenazeyê Bozlak ji bo bê definkirin ber bi gundê Akta ê ya ereflîkoçhîsar vê derxistin rê.

Ji bo Parlamenterê HDP’ê yê Edeneyê Murat Bozlak ê li Nexwexaneya Guvenê ev demeke dihat dermankirin û jiyana xwe ji dest da li ber avahiya HADEP a ku Serokatiya Gitî kir û niha wekî Navenda Gitî ya DBP’ê tê bikaranîn merasîma cenaze hate lidarxistin. Malbata Bozlak, Hevserokên HDP’ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrta, Hevserokên Gitî yê DBP’ê Emîne Ayna û Kamuran Yuksek, Hevberdevkên HDK’ê Sebahat Tuncel û Ertugrul Kurkçu, Hevserokên KCD’ê Hatîp Dîcle û Selma Irmak, parlamenterên HDP’ê, parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrikulu, partiyên siyasî û nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî jî bedarî merasîma cenaze bûn. Li ser avahiya DBP’ê wêneyê Bozlak ê li ser nivîsa “Em te ji bîr nakin” hate daliqandin û yên ku bedarî merasîmê bûn ji bo lênûska bîranînê hestên xwe nivîsandin. Ligel berfa zêde bi sedan kes bedarî merasîmê bûn û demên hestewar hatin jiyîn. Cenaze jî nexwexaneyê hate wergirtin û anîn ber avahiya DBP’ê û li ser milên hevalên wî yên dozê anîn qada ku hatibû amadekirin. Merasîmê di exsê Bozlak de bi rêzgirtina kesên di têkoîna demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir. Li ser navê malbata Bozlak Rûkan Bozlak axivî û diyar kir ku bavê wî di demên herî dijwar a tevgera siyasi ya kurd de bi wêrekî têkoiyaye û wiha got: “Ne 5 guleyên di singê bav êmin de ne girtin ne jî binçavkirinan nekarî dev ji doza xwe berde. Mirovê herî naîf û xwedîrêz ê ku min nas kir bû. Ez sond dixwim ku heta dawî xwedî li mîrateya ku wî hitiye derkevim. Ez spasiyên xwe li hemû dost û hevalên bavê min ên ku ew tenê nehitin dikim. Bila serê gelê kurd û hemû Tirkiyeyê sax be.” Pitî axaftina Rûkan Bozlak metnekî ku têkoîna Murat Bozlak vedigot hate xwendin.

‘Bozlak xwedî kedeke mezin e’

Endamê Lijneya Dîpîslînê ya HDP’ê Hamît Geylanî jî nirxandina “Bozlak ehîdekî demokrasiyê ye” kir wiha axaftina xwe domanad: “Em hemû vê êê par ve dikin û ji bo serokê xwe ji Xwedê rehmetê dixwazin.” Geylanî qala hin bîrinanên xwe yên bi Bozlak re jî kir û anî ziman ku ew xwedî ked û bedelekî mezin bû. Hevserokê Gitî yê DBP’ê Kamuran Yuksek jî wiha got: “Ez hêj biçûk bûm lê dema hatim vê avahiyê birêz Bozlak Serokatiya Gitî dikir. Ji bo min êekî pir mezin e. Ezj i gelê kurd re sersaxiyê dixwazim. Bozlak di demên herî dijwar ên têkoîna demokrasiyê ya kurdan de bi wêrekiyekî mezin berpirsyarî girt ser xwe û hit ku têkoîn bigihîje van rojan, ji bo vê kedeke mezin daye. Ez ji ber keda ku wî daye bi mînedarî bibîr tînim. Li vir ez dixwazin vê sozê bidim serokê me ku; Tirkiye dê bigihîje demokrasiya xwe. Bila cihêt e bihut be.”

'Çima Murat Bozlak merasîma ferîm nexwest?'

Hevserokê KCD'ê Hatîp Dîcle jî got, "Ez dizanim êa me hemûyan çiqas kur e" diyar kir ku gelê kurd evladekî xwe yê leheng oxir dike. Dîcle, anî ziman ku bi Murat Bozlak re di salên 90'an re rastî hev hat û wiha got: "Riya me tu caran cuda nebû. Dibe ku salên dirêj di girtîgehê de derbasbûn lê bi rih û dil tu caran em cuda nebûn. Ji ber vê yêkê windahiyeke mezin e. Ji bo Hevalê me Murat gelek tit mirov dikare bêje. Lê fidakariya wî nayê nîqakirin." Dîcle da zanîn ku Bozlak di êrîa kontrgerîla de birîndar bibû û hêj kiryarên wê suîkastê nehatine dîtin. Dicle bilêv kir ku dewlet ji bo bi gelê kurd re atiyekê pêk bîne divê hemû çalakiyên kiryar nediyar zelal bike. Dîcle destnîan kir ku divê çima Bozlak merasîma fermî nexwest ba bê fêmkirin û wiha axivî: "Ev yêk tê wateya hêj em bi dewletê re silha xwe nekiriye. Wî heya dawiyê lehengiya xwe parast. Ji me hemûyan re bû mînak." Dîcle got ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di hevdîtina xwe ya dawî de silav li Bozlak kirin û ji ber nexweiya wî xemgîn bû û got, "Rêheval Murat gelek zor û zehmetî derbaskirin ez bawer dikim ku dê vê yêkê jî derbas bike."

'Riya te vekirî be heval'

Hevberdevkê HDK'ê Ertugrul Kurkçu jî wiha got: "Em îor serokê HADEP'ê yê cesur û Wekîlê HDP'ê Murat Bozlak ber bi dilên gelan ve oxir dikin. Tenê ehîdekî gelê kurd nîn e em jî ehîdê xwe oxir dikin. Êdî ehîdê me hemûyan e. Riya te vekirî be heval." Hevaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kianak jî diyar kir ku her mirin bi ê û windahiyeke mezin e û wiha got: "Dema seroka Murat hate birîndarkirin min weke rojnamegerkî kontrayan êrî lê kir nivîsand. Pitî salên derbasbûyîn min bi Murat re di heman partiyê de wekîlî kir. Xwedî sekneke bi rûmet û biryardar bû." Dîlek Ocalan jî wiha got: "Li ser navê malbata Serokatiyê ez sersaxiyê li gelê kurd didim. Birêz Bozlak di rojên dijwar re derbasbû û hate van rojan."

'Ji me re mîrateyek gelek mezin hit'

Hevserokê Gitî yê HDP'ê Selahattîn Demîrta jî wiha got: "Helbet mirin fermana Xwedê ye. Lê kesên ji me re mîrateyên gelek bi nirx hitin êa wan gelek mezin e. Demîrta, diyar kir ku Bozlak her tim tevkarî da têkoînê û wiha got: "Em ji her demê bêtir bi hêz, bi biryar û bi bawer in. Li pey me vîna gelan heye. Bozlak di rojên tirsê kolan teslîm girtin bi lehengî li hemberî faîzmê sekînî û rawestiya. Heke li gorî wan tevgeriya ba îro li vir nedibû. Weke hemû ehîdên me ji me re emaneteke pîroz hit. Bila çavê xwe li pey nemîne. Em ji bo ala te dewrî me kirî nexin erdê ya ji destê me tê dê bikin. Em dê mea xwe ya azadiyê bidomînin."

Pitî axaftinan cenazeyê Murat Bozlak ji bo definkirinê ber bi gundê Akta ê navçeya ereflîkoçhîsar a Enqere ve derxistin rê.

443 car hate xwendin
Parve Bike  
ROJANE