Pinar: Ji bo branna Sara em tkona azadiy xurt bikin
Dem : 2015.01.06  17:47:37
Endama Koordnasyona KJK' Roza Pinar, di salvegera duyemn a Komkujiya Pars ya 9' iley de bang li jinn Kurd kir, ku li dora yektiya netewey tkon xurttir bikin. Pinar ji jinn li Ewropay j xwest, ku di 10' iley de bedar mea protestoy ya li Pars bibin.

Endama Koordînasyona KJK'ê Roza Pinar, di salvegera duyemîn a Komkujiya Parîsê ya 9'ê Çileyê de bang li jinên Kurd kir, ku li dora yekîtiya neteweyî têkoînê xurttir bikin. Pinar ji jinên li Ewropayê jî xwest, ku di 10'ê Çileyê de bedarî mea protestoyî ya li Parîsê bibin.

Endama Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) Roza Pinar, di salvegera duyemîn de Sakîne Cansiz û hevalên wê bibîr anî û bal kiand ser girîngiya ronîkirina Komkujiya Parîsê. Roza Pinar di gotara xwe ya bi sernavê "Dengê Berxwedan û Atiyê; Sakîne Cansiz" a li malpera înternetê ya KJK'ê kjk-online.org de banga "Ji bo em bîranîna Sara bi Kurdistaneke azad û demokratîk, Rojhilata Navîn a demokratîk û cîhaneke ji jiyana demokratîk tacîdar bikin, em têkoîna xwe bilind bikin" kir. Pinar, Fîdan Dogan û Leyla ayleme ên bi Sakîne Cansiz re hatin qetilkirin bibîr anî û soz da ku heta komkujî ronî bibe, wê têkoîn dewam bike.

Pinar rola Sakîne Cansiz a di têkoîna azadiyê ya Kurd, bi taybetî jî di têkoîna azadiyê ya jinê de nirxand û bandora berxwedana xwe ya zîndanan a li hundir û derve destnîan kir. Endama Koordînasyona KJK'ê got, "Tu li rûyê celad kir û bi vî rengî, rastiyên jê bawer bû biryardarî parast, ji bo wan têkoiya." Pinar da xuyakirin ku di kesayetiya Cansiz de rastiay jinên Kurd a li hemberî modernîteyê li ber xwe da, bi PKK'ê re oreger bû.

Roza Pinar di gotara xwe de got, "Hevala Sara-Sakîne Cansiz, li hemberî zextan xwedî nerazîbûneke mezin bû. Li hemberî êrîên li dijî gelê Kurd, li dijî nasname û baweriyan, li hemberî êrîên hêzên paverû yên li dijî jin û mirovan, xwedî hêrseke mezin bû. Eger bûye milîtaneke ewçend mezin a xeta azadiya jinê, ev yek ji ber wê ye ku hemû zextên di tevahiya dîrokê de li jinê hatiye kirin, hîs kiriye. Ji bo pêketina Tevgera Azadiyê ya Jinê hemûya xwe daniye holê." Pinar têkoîna Sakîne Cansiz weke dîroka têkoînê ya Tevgera Azadiyê ya Jinên Kurd bi nav kir.

Roza Pinar ragihand ku îro li Kobanê, engal û Kerkûkê bi pêengiya YPJ/YJA Starê bi bi hezaran Sarayan re têkoîna azadiyê dewam dike û der barê armanca Komkujiya Parîsê de ev xal destnîan kir: "Dema qetilkirina Sarayan, Rojbînan, Ronahiyan li Parîsê, li demeke bi vî rengî rast tê. Li ser bingeha çareseriya pirsgirêka Kurd Rêbertiya me gav avêt û pêvajoyek da destpêkirin.

Li gel aliyê îdeolojîk ê bûyerê, aliyên wê yên pêketin û rewa konjonturel a Kurdistan, Rojhilata Navîn û Cîhanê heye. Çawa ku di 15'ê Sibata 1999'an de di kesayetiya Rêbertiya me û tevgera me de bi komploya navneteweyî re NATO û hêzên gladyo yên bi wê ve girêdayî xwst dest li herêmê werdin; komkujiya Parîsê ya 9'ê Çileyê jî ji aliyê heman hêzan ve bi heman armancê avabûna modernîteya demokratîk a xwedî çareserî û atiyeke mayînde ya bi pêengiya xeta Rêbertiya PKK'ê, hedef hatiye girtin. Bi vê yekê re hat xwestin, tevgera me ya azadiya jinê bi awayekî cidî were tehdîtkirin. Milîtaniya jinê pêketineke xurt nîan daye û vê pêketinê berjewendî û sîstema bi serdestiya mêr, tengav kiriye. Ji ber vê yekê, bi komkujiyeke bi vî rengî re hatiye xwestin ku jina vê têkoînê dimeîne bê tirsandin, qelskirin, ji hev bên belavkirin û milîtaniya jinê xwe vekiîne."

Pinar diyar kir ku hêzên ev komplo amade kirin ne gihatin armanca xwe, berevajî bi pêengiya rastiya jinên azad a PKK'ê re bi orea Rojava re hêzên YPJ û YJA Starê îro veguherîne hêviya tevahiya jinên li Rojhilata Navîn û Cîhanê. Roza Pinar di nivîsa xwe de got, "Ji Rojhilata Navîn heta Asyayê, ji Afrîkayê heta Amerîka Latîn, li çar aliyên cîhanê jinan berxwedana bêhempa ya jinên Kurdistanî ya li dijî sîstema bi serdestiya mêr, silav kirin. Ev yek nîaneya pêngava gerdûnî ya tevgera jinên Kurd e."

Pinar ji bo em bîranîna Cansiz bi Kurdistaneke azad û demokratîk, Rojhilata Navîn a demokratîk û cîhaneke ji jiyana demokratîk bê tacîdar bikin banga xurtkirina têkoînê kir û got, "Ya herî girîng jî pêkanîna yekîtiya neteweyî ye, ku hevala Sara bi hesretay wê bû û di oxira wê de têdikoiya."

Endama Koordînayona KJK'ê da xuyakirin ku ew ê ti carî nehêlin komkujî di tarîtiyê de bimîne. Pinar ragihand ku ew ê têkoînên îdeolojîk, rêxistinî, siyasî, hiqûqî, civakî û çalakiyî di asta herî bilind de bimeînin û ev bang kir; "Di serî de jinên Kurd û gelê me, bang li tevahiya tevgerên jinê, raya gitî ya demokratîk û oreger dikim ku li qada herêmî û navneteweyî bi awayekî aktîf bikevin nava tevgerê, çalakiyan lidar bixin. Ruhê yekîtiyê û rêxistinbûyîna hevpar a pitevaniyê tevî ku wê komkujiyê ronî bike, di heman demê de wê pêî li lîstikên komplokeran û komkujiyên nû bigirin. Bang li tevahiya jinên Kurd dikim, ku di kesayetiya rêhevalên Sara; Rojbîn û Ronahî de, bi dilsoziya bîranîna ehîdên Kurdistanê re yekîtiya xwe ya neteeyî pêk bînin, li dora yekîtiya neteweyî têbiko in. Em sala 2015'an bikin sala azadiya Rêbertiya me, jinan û tevahiya gelê xwe."

506 car hate xwendin
Parve Bike  
KURDISTAN