KCD-E banga kombna li Pars kir
Dem : 2015.01.06  17:48:24
KCD-E, ji ber Komkujiya Pars nerazbn nan hikmetn Fransa Tirk da bang li Kurdn li Ewropay kir ku di 9 10' iley de tevl alakiyan bidin.

KCD-E, ji ber Komkujiya Parîsê nerazîbûn nîanî hikûmetên Fransa û Tirk da û bang li Kurdên li Ewropayê kir ku di 9 û 10'ê Çileyê de tevlî çalakiyan bidin. 

Di ser komkujiya Parîsê, ku ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz (Sara) û Fîdan Dogan (Rojbîn), Leyla aylemez (Ronahî) lê hatin qetilkirin, du sal derbas bûn. Hevserokatiya KCD-E ji ber salvegera duyemîn a Komkujiya Parîsê daxuyaniyek da.

Hevserokatiya KCD-E got, "Hêrsa me li ya li dijî vê komkujiya di kesayetiya rêhevalên me Sara, Rojbîn û Ronahî de li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tevahiya gelê Kurd hat kirin, di hi û mejiyê me de zindî ye" û ev yek destnîan kir:

"Fransa ya ku bi îstîxbarata xwe ya herî dijwar tê naskirin û dema li gorî berjewendiyên xwe de gav bi gav wêneyên siyasetmedarên Kurd dikîne û kêlî bi kêlî wan diopîne, ji bêdengî û hitina ji demê re tê fêmkirin ku xwedî hesabên vê komkujiyê veguherîn rantê kiriye.

Di dema komkujiyê de qelemorên TC û derdorên hikûmetê li senaryoyên xwe yên qedandina tevgera Kurd bi van rêbazan mukur dihatin. Serokwezîrê wê demê yê TC Erdogan jî gotibû, 'Îstîxbarata Tirk ragihandibû ku Sakîne li Parîsê digeriya'. Divê ev esas bên lêpirsîn ku komkujî ji aliyê kê ve hatiye kirin û Fransayê çiqasî çavê xwe lê girtiye."

'DEWLETA TIRK JI BO KOMKUJIYÊ HAT VEXWENDIN'

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku operasyonên Ewropayê yên li hemberî siyasetmedarên Kurd ên penaberên siyasî, navendên civakî yên sivîl û çapemeniyê; nîandana girtîgehan ji bo siyasetmedarên Kurd weke navnîanê, dewleta Tirk a xwedî mejiyê mêtîngeriyê ji bo komkujiyê bike vexwendiye û hat gotin: "Di vê komkujiya heman pitî hikûmeta sosyalîst li Fransayê bû desthilatdar de rû da, di vê êrîa li hemberî gelê Kurd ê destek da bloka çep-sosyalîst û komunîst de, hikûmeta sosyalîst mixabin helwesta jê dihat hêvîkirin nîan neda. Nebûye xwedî wê vînê ku vîna siyasî ya komkujiyê akera bike. Di ser re hesabê komkujiyê ji hikûmeta TC a faîst a li Parîsê bi merên sor pêwazî dikir, nepirsî ye.

FRANSA DILSOZÊ DEMORKASIYÊ NEBÛ, BI BERJEWENDIYÊN XWE RE DILSOZ MA'

Serokwezîrê niha yê Fransayê Birêz Manuel Valls ê di sala 2013'an de Wezîrê Karên Hundir bû, dema ji cihê hovîtiyê veqetiya gotina 'hovîtiyê' bikar anî bû û soz dabû ku bigihêje ku derê jî ew ê heta dawiyê mijarê biopînin û hesabê wê bipirsin. Ji wê rojê û vir ve, gelê Kurd bi pêengiya jinan her rojên Çaremê hem li Parîsê hem jî li gelek deverên Ewropayê li ber konsolosiyên Fransayê vê bêdengiya hikûmeta Fransayê dipirsin. Eger Fransa di nava du salan de li ûna berjewendiyên siyasî bi nirxên demokrasiyê re dilsoz bima, wê ev komkujî di nava du rojan de ronî bikira. Parîs di kesayetiya jina Kurd de her Çarem weke komkujiya jinê tê bîranîn."

KCD-E bibîr xist ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo Komkujiya Parîsê tespîta "Komkujiya Duyemîn a Dêrsimê" kiribû û got, "Jinên Kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin, li bazarên koleyan ên li engalê hatin firotin. Li hemberî vê senaryoya qirêj, bi ruhê berxwedanê yê Arîn Mîrxan a li Kobanê bû Sakîne, di kesayetiya DAI'ê de tu li rûyên AKP û hêzên mêtînger kir."

'EM JIYANÊ BISEKINÎNIN, HESAB BIPIRSIN!'

KCD-E'ê bi tehîrkirina berpirsyaran li nava raya gitî ya cîhanê re banga hesabpirsîna ji komkujiyê kir û anî ziman ku ev yek deynê rûmetê yê gelê Kurd ê li Ewropayê ye. KCD-E ev bang kir: "Gelê me û dostên me yên li Ewropayê, di 9'ê Çileyê de li her qada lê ne; dibistan, kar û aktîvîteyên civakî divê bisekinînin, tû li rûyên qetlîemkar û nokeran bikin. Di 10'ê Çileyê saet di 10:00 de divê em li ber Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê ya li Gare du Nord a rêhevalên me lê hatin qetilkirin, bi ruhê serhildanê hêrsa xwe veguherînin çalakiya demokratîk. Ji bo em hesabê Sara, Rojbîn, Ronahî bipirsin, em berê xwe bidin Parîsê!"

Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin, "mejiyê mêtînger, wê bi berxwedana gelê Kurd a bi felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad dibe, ji holê bê rakirin."

461 car hate xwendin
Parve Bike  
KURDISTAN