'Bersiva me ji komkujiyê re wê xurtkirina berxwedanê be'
Dem : 2015.01.06  17:49:03
Ji fermandarên YPJ'ê yên li Kobanê Roza Kobanê û þervanên YPJ'ê Evrîm Ocalan û Meryem Amara destnîþan kirin, ku bersiva wan a li Komkujiya li Parîsê wê xurtkirina berxwedanê be.

Ji fermandarên YPJ'ê yên li Kobanê Roza Kobanê û þervanên YPJ'ê Evrîm Ocalan û Meryem Amara destnîþan kirin, ku bersiva wan a li Komkujiya li Parîsê wê xurtkirina berxwedanê be.

Ji fermandarên YPJ'ê Roza Kobanê da xuyakirin ku weke YPJ wan berxwedana Sakîne Cansiz ji xwe re mînak girtine û got, "Hevala Sara gava destpêkê îfadeya þênber a modela jina azad e. Komkujî di kesayetiya hevala Sara de li hemberî jina azad hatiye kirin."

Roza Kobanê da zanîn ku êrîþa çeteyên DAIÞ'ê jî mîna Komkujiya li Parîsê li hemberî jina azad hatiye kirin û destnîþan kir, ku li pêþberî berxwedana wan, êrîþ hatine pûçkirin.

Þervanên YPJ'ê Evrîm Ocalan û Meryem Amara jî dan xuyakirin ku ew li dijî komkujiya li Parîsê tevlî YPJ'ê bûne û ew ê heta dawiyê di þopa Sara de têkoþîna xwe dewam bikin.

Fermandar û þervanên YPJ'ê bang li tevahiya jinan kirin, ku di 9'ê Çileyê de li dijî komkujiyê dakevin qadan.

Fermandara YPJG'ê ya Kobanê Roza Kobanê da xuyakirin ku di rojên destpêkê de tevlîbûna Sakîne Cansiz li Tevgera Azadiyê bi tena serê xwe þoreþekê îfade dike û got, "Di nava rastiya me ya civakî de, berpirsyariya ku weke jinekê girt ser milê xwe û cihgirtina di nava komeke mêr de, li dijî tabû û têgihiþtina serdest, gaveke ne ji rêzê bû. Herî xweþ hevala Sara xwe tîne ziman. Digot, 'Jiyana min her tim þer û têkoþîn bû'. Bi rastî jî hevaleke ku jiyana wê li dijî her þêwe koledarî û zilmê bi þer û serhildanê derbas bûye."

"SARA GAVA DESTPÊKÊ BÛ"

Roza Kobanê diyar kir ku Sara lêgerînvaneke jin a azadiyê bû, ku derket derveyî mîsyona sîstema bi serweriya mêr ferz dike û zincîrên koledariyê þikand. Kobanê got, "Gava yekemîn her tim girîng e. Ji her alî ve girîng e. Hevala Sara ji bo azadiya jinê gava yekemîn avêt û pêþî li azadbûna tevahiya jinên Kurd vekir. Eger di gava yekemîn de temsîliyeta rast nehatibûya kirin, pêþketinên piþtre derketin holê, wê rû nedabûna. Hevala Sara berpirsyariya gava destpêkê hilgirt û pêwîstiyên vê bicih anî. Rê nîþanî têkoþîna azadiya jinê da."

"DI NAVA HOVÎTIYÊ DE JI RÊYA XWE ÞAÞ NEBÛ"

Fermanar Roza Kobanê got, "Hevala Sara li derdora xwe rêxistinbûyîna jinê ya azad afirand û gav bi gav rastiya jineke xwedî vîn û berxwedêr derxist holê" û axaftina xwe wiha dewam kir: "Hevala Sara di mercên zîndanê de li hemberî her þêwe zilm û êrîþên bi serweriya mêr, bi berxwedana xwe re bû sembol. Dijmin xwest, di kesayetiya hevala Sara têkoþîna jina azad teslîm bigire, lê hevala Sara tu li rûyê dijmin kir û ev polîtîka pûç kir. Hevala Sara di nava rewþa hovîtiyê de ti carî rêya xwe þaþ nekir û li dijî îþkence û îþkencekaran li ber xwe da."

"NAVÊ ÞÊNBER Ê MODELA JINA AZAD E"

Roza Kobanê bibîr xist, ku Cansiz di salên piþtre re li qada þer, tevî hemû zor û zehmetiyan ji aliyê ruhî û fîzîkî ve xwe ji her demê bêhtir zindî kir û ji nû ve hilberand û destnîþan kir ku Cansiz navê þênber ê modela jina azad, civaka azad e. Kobanê got, "Me modela jina azad û civaka azad, li gel hevala Sara dît. Sara ji bo nirxên di kesayetiya xwe de afirandiye ji derdorê re ragihîne û rêxistinbûyîneke jinê ya azad biafirîne, di nava hewldan û kedeke mezin de bû."

"TEMPOYA WÊ QET KÊM NEBÛ"

Roza Kobanê da zanîn ku Sakîne Cansiz di tevlîbûna li nava jiyanê de hevaleke ji aliyê dilnizmî û sadetiyê de mînak bû û got, "Hewldana wê ya ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkên hevalan û eleqedarbûyîna wê bi hevalan re, hêzeke xurt a manewî dida hemû hevalan. Kêlî bi kêlî li ser piyan ma, tempoya wê ti carî kêm nebû û mîna nû tevlî bûye, bi coþ têkoþiya."

"ÊRÎÞ DI KESAYETIYA SARA DE LI HEMBERÎ MODELA JINA AZAD HATIYE KIRIN"

Roza Kobanê ragihand, ku komkujiya Parîsê li hemberî modela jina azad a di kesayetiya Sara de derketiye holê bû û destnîþan kir, ku li gel wateya xwe ya siyasî, komkujiyê felsefeya jina azad hedef girtiye. Roza Kobanê diyar kir ku desthilatdaran hewl dan bi rê, rêbazên cuda û komployan li hemberî tevgera wan encamê bigirin, lê nekarîne bigirin û got, "Komkujiya Parîsê jî hewldanek sîstema serdest e, ku di kesayetiya hevala Sara de xwest li hemberî tevgera me encamê bigire. Hêzên bi komploya navneteweyî nekarîbûn encamê bigirin, di kesayetiya hevala Sara de êrîþî mîrateya jina azad a Rêber Apo kirin û xwestin encamê bigirin. Komkujiya Parîsê li ser vê bingehê weke dewama komployê dikare were nirxandin."

BI BILINDKIRINA BERXWEDANÊ RE ME BERSIV DAN KOMKUJIYÊ

Roza Kobanê got, "Li dijî van hemû êrîþan, di çarçoveya felsefeya Rêber Apo de berxwedana jina azad bi awayekî xurt dewam kir. Modela jina azad a hat xwestin bi komkujiya Parîsê re ji holê bê rakirin, berevajî bi pêþ ket, ket meriyetê û di rojeva tevahiya jinên cîhanê de cih girt." Kobanê axaftina xwe wiha dewam kir: "Berxwedana YPJ'ê ya bi taybetî di saleke dawî li Kobanê hat nîþandan, bersiva herî mezin a li komplo û komkujiya li hemberî rêhevalên me Sara, Fîdan û Leyla ye. Berxwedana jina azad a YPJ'ê li Rojava derxist holê, modela jina azad a di kesayetiya hevala Sara de þên ber bû veguherand hêviya tevahiya jinên cîhanê. Lewma komplo pûç bû."

"ÊRÎÞA DAIÞ'Ê Û KOMKUJIYA PARÎSÊ KARÊ HEMAN HÊZAN E"

Roza Kobanê da zanîn ku armanca êrîþên çeteyên DAIÞ'ê jî tinekirina modela jina azad e û destnîþan kir ku yên çeteyên DAIÞ'ê xwedî dikin û yên li Parîsê komkujî kirin heman hêz in. Roza Kobanê got, "Berxwedana YPJ'ê ya di kesayetiya Arîn Mîrxanan, Zozanan de bi pêþ ket, hem pêþî li çeteyên DAIÞ'ê girt hem jî armancên bi komkujiya Parîsê dihatin hêvîkirin, pûç kir.""

Roza Kobanê, di serî de jinên kurd bang li tevahiya jinên li herêmê û cîhanê kir, ku li dijî komkujiya 9'ê Çileyê têkoþînê bilind bike û anî ziman ku ew jî weke YPJ, wê li hemberî komkujiyê berxwedanê xurtir bikin û çi dibe bila bibe ew ê hesabê komkujiyê ji berpirsyaran bipirsin.

"BI BERXWEDANA ZÎNDANÊ RE MIN HEVALA SARA NAS KIR"

Þervana YPJ'ê Evrîm Ocalan jî ragihand ku wê Sakîne Cansiz bi berxwedana xwe ya li zîndanan nas kir û destnîþan kir, ku Sara ji bo wê rêbereke rastî ya jinê ye. Þervana YPJ'ê Evrîm Ocalan got, "Gava min jiyan û têkoþîna hevala Sara nas kir, ez hîn bêhtir bûm xwedî hêz ku divê weke jin bijîn û têbikoþ im. Û min biryara tevlîbûna li nava têkoþînê da. Hevala Sara ji bo jinê baweriyeke azadiyê ye.

"WEKE BERSIVA JI KOMKUJIYÊ TE TEVLÎ YPJ'Ê BÛM"

Evrîm Ocalan da xuyakirin ku dema komkujî rû da ew hînê tevlî nava YPJ'ê nebûbû û got, "Ji ber ku haya min ji jiyana hevala Sara hebû, komkujiyê bandoreke giran li min kir û min biryar da bi awayekî çalak beþdarî têkoþînê bibim. Bi komploya li hemberî hevala Sara re hat xwestin, ku baweriya ji azadiya jinê bê tinekirin, lê belê rewþeke berevajî xwe da der û hûn bêhtir bawerî bi pêþ ket, berxwedan mezin bû û em mezin dikin. Em ê ji niha û pê ve jî berxwedanê mezin bikin û ji bo pûçkirina armanca komkujiyê têkoþîna xwe dewam bikin."

"EM Ê MÎRATEYA JINA AZAD A SARA MEZIN BIKIN"

Þervana YPJ'ê Meryem Amara jî got, "Bi qetilkirina hevalên Sara, Fîdan û Leyla re xwestin jinê tine bikin. Em jî weke jinên Kurd, dema me li Rojava ev komkujî bihîst, tesîreke giran li me kir." Amara got, "Em ê mîrateya jina azad a hevala Sara bi jiyan û têkoþîna xwe re ji me re hiþt, mezin bikin û bi afirandina jina azad re bersivê bidin komkujiyê."

763 car hate xwendin
Parve Bike  
KURDISTAN