Mal  -  ROJANE
Lborna qetilkirina Ceylan 28 hezar 208 TL ye
Dem : 2015.01.07  17:41:05
Doza tazmnat ya ku malbata Ceylan Onkol (12) hatib qetilkirin li dij dewlet vekirib bi encam b. 2yemn Dadgeha dar ya Amed bir da ku ji bo malbat ji ber tazmnata mad 28 hezar 208 85 quri b dayn dadgeh daxwaza tazmnata manew j red kir.

Doza tazmînatê ya ku malbata Ceylan Onkol (12) hatibû qetilkirin li dijî dewletê vekiribû bi encam bû. 2’yemîn Dadgeha Îdarî ya Amedê bir da ku ji bo malbatê ji ber tazmînata madî 28 hezar 208 û 85 quri bê dayîn dadgehê daxwaza tazmînata manewî jî red kir.

Li mezraya Hambazê ya gundê enlîk ê bi ser navçeya Licê ya Amedê Ceylan Onkol (12) di 28’ê îlona 2009’an de dema sewalên xwe diçêran bi bombeya ji Qereqola Yaylayê hate avêtin ve hate qetilkirin. Têkîldarî bûyerê di lêpirsîna ku hate kirin de ligel ku 5 sal derbas bû jî tu pêketin çênebû.

Têkîldarî teqînê Midûriyeta Gitî ya Saziya Endustriya Kîmya û Makîneyê (MKE) di rapora xwe ya beriya 2 salan amade kir de gotibû ku madeya ku bûye sedama teqînê dibe ku “muhimata bombe davêje ya 40 mm” be û bi awayeke berfireh cih dabû vê yekê. Di 4’ê nîsana 2013’an de jî der barê bersûcan de ji ber ku “peywira xwe xirab bikar anîne” lêpirsîn hatibû destpêkirin lê Dozgeriya Komarê ya Licê biryara neopandinê dabû.

Pitî ku Onkol hate qetilkirin parêzeran dosya bidin Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê. Ji dosyaya çûye DMME’yê de jî heta niha encamek derneketiye holê.

Dozgeriya ku biryara neopandinê bes nedît di nîsana 2014’an de vê carê jî îdîa kir ku delîl û raporên derbarê tespîtkirina bersûcan de kêm in, ji ber ku kiryar nikarin bên tespîtkirin biryara “lêgerîna domdar” da. Ev biryara hate dayîn wekî ku dosya ji bo demborînê bê hitin hate îrovekirin.

Dîsa dozgeriyê ji ber ku sûcdarî wekî “sûcê bi taksîrê bûna sedema kutinê” nirxandiye jî dema, demborînê ji 30 salan daket 15 salan.

Di qetilkirina Ceylanê de ‘manewiyat’ tune ye!

Di doza cezayê de jibilî lêpirsîna dozgeriyê titek nehat kirin, Malbata Onkol jî li 2’yemîn Dadgeha Îdareya Amedê bi daxwaza 100 hezar tazmînata madî, 150 hezar jî tazmînata manewî doz vekir. Dadgeha ku ev doz bi encam kir daxwaza tazmînata manewî ya malbatê di cih de nedît û ji bo tazmînata manewî jî 28 hezar 208 û 85 quri da.

Parêzer îtiraz kir

Li hemberî vê biryara ku dadgehê daye de parêzerê malbatê Rahan Bataray Saman ji bo ku biryar bê xirakirin serî li Danitayê da îtiraz kir.

337 car hate xwendin
Parve Bike  
ROJANE