Berdevk YPG: 60 ete hatin kutin, 38 cenaze di dest me de ne
Dem : 2015.01.07  17:41:55
Berdevk Yekneyn Parastina Gel (YPG) ore Hesen derbar rn eteyn DAI' yn dema daw de daxuyaniyek da blancoya er akere kir. Di er de 60 ete hatin kutin, 38 cesed eteyan di dest ervann YPG' de ye.

Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ore Hesen derbarê êrîên çeteyên DAI'ê yên dema dawî de daxuyaniyek da û bîlancoya er akere kir. Di er de 60 çete hatin kutin, 38 cesedê çeteyan di destê ervanên YPG'ê de ye.

Berdevkê YPG'ê ore Hesen derbarê êrîên çeteyên DAI'ê de daxuyaniyek da û diyar kir ku li hember operesayonên rizgarkirina bajarê Kobanê ya ku zêdetirî mehekê ji aliye hêzên YPG’ê ve hatiye destpêkirin, du êrîên herî dijwar pêk hatin û wiha got: "Êrîa yekem di roja 28’ê kanûna 2014’an de û ya duyem di 6’ê çileya 2015’an de, bûn. Lê ev êrîên bi temamî binketin û nigihîtin armanca xwe ya sekinandina operesiyona rizgarkirinê. Em mizgîniya pêveçûna rizgarkirina bajarê Kobanê ji gelê xwe re ragdihînin."

Hesen têkildarî êrîa çeteyan a 6’ê çileya 2015’an de jî wiha got: “Ev êrî hewldana çeteyan a dawiyê ya xwebicihkirina di bajarê Kobanê de bû. Çeteyan beriya niha bi gelek rêbazan hewldan êrî kirin. Lê ev êrî hemû bi êwazekî nû pêk hat, çeteyan xwestin bi riya wesayîteke zirxî li paiya eniya me bizîvirine. Helbet ervanên YPG’ê weke her car amadebûn û ew giropa taybet a çeteyan xistin kemîneke dijwar û bê ku ervanên YPG ê tu windahiyan bidin ew çete bi tevahî hatin kutin. Her wiha di heman seatê de êrîên ku li ser dibistana Re, taxên Mitenûr û çargoeya ewlekariyê pêk hatin, bi temamî hatin ikandin û çete bi awayekî binkeftî bi pa de vegeriyan. Di encama erê ku ji seat 5’ê sibehê heta seatên êvarê qewimî bû de zêdetirî 60 çeteyan hat kutin û 38 cenazeyên çeteyan di destê ervanên me den e. Her wiha 15 çekên kilaînkof û gelek belgên er hatin bidest xistin, erebeya BMB a zirxî ku giropa duyem a çeteyan tê bû û dixwastin weke giropa yekem derbasî pa eniya me bibin, bi temamî hat ruxandin, û gelek alavên lekerî ku li dûrî eniyê dihatin bi karanînin weke çeka hawan, doka 23, du erebeyên ku ji bo veguheztina cebilxanê dihatin bikaranînin, hatin ruxandin."

Hesen da zanin ku di encama er de, 9 ervanên YPG ê û YPJ ku xwedî roleke serke di ikandina êrîan de bûn bi qehremanî li ber xwe dan û gihîtin asta ehadetê û 15 jî birîndar bûn.

313 car hate xwendin
Parve Bike  
KURDISTAN