Edaleta dewleta zarokn kurdan qetil dike ten tazmnat e
Dem : 2015.01.07  17:42:52
Dewlet ev din li naveya Cizr ya irnex zarok bi nav Umt Kurt 14 sal qetil kir di ehman roj de 5 sal ber zaroka kurd Ceylan Onkol a 12 sal j qetil kirib li na kiryaran peyda bike bidarizne ji malbat re 28 hezar 208 lra 85 kuru tazmnat ten da. Ji heman zarokn kurd n din qetil kirin n weke Mehmet Uytun 18 meh, Sera Yavuz a 8 sal Ugur Kaymaz 12 sal.

Dewletê evê din li navçeya Cizîrê ya irnexê zarokê bi navê Umît Kurt ê 14 salî qetil kir û di ehman rojê de 5 sal berê zaroka kurd Ceylan Onkol a 12 salî jî qetil kiribû û li ûna kiryaran peyda bike û bidarizîne ji malbatê re 28 hezar 208 lîra û 85 kuru tazmînat tenê da. Ji heman zarokên kurd ên din qetil kirin ên weke Mehmet Uytun ê 18 mehî, Sera Yavuz a 8 salî û Ugur Kaymaz ê 12 salî.

Li Kurdistanê her roj dewlet zarokeke kurd qetil dike û herî dawî evê din li navçeya Cizîrê ya irnezê zarokê bi navê Umît Kurt ê 14 salî li nava kolanê polîsan qetil kir. Li una hesab bêpirsîn û kiryar bên dîtin li una edaletê cînayetan bi hin tazmînatên digirin. Ji cînayetên bi vî iklî hatin girtin ya Ceylan Onkol jî lê hat zêdekirin.

Onkol di 28'ê îlona 2009'an li gundê enlikê ya navçeya Lîcê ya Amedê dema pez diçerand bi bombeya hewanê ya ji Qereqola Yayla hatî avêtin hate qetilkirin û ligel bi ser qetilkirina wê de 5 sal derbasdbûn di lêpirsîna hate destpêkirin de tu pêketin çênebûn. Dozgerê ji bo kiryaran peyda bike û hesabê jê bipirse biryara "lêgerîna daîmî" ya ku tê wateya "demboriyê" da û ligel vê yêkê dewletê dest ji lêgerîna kiryaran berda. Malbata ji dewletê daxwaza tazmînata madî û manevî kir jî tenê li hemberî jiyana zaroka wan 28 hezar 208 lîra û 85 kuru dan. Dewlet ji bo cînayetên li hemberî zarokên kurd pêk anî ji holê rabike serî li heman rêbezên dozên berî bikaranîn da û bi heman iklî bi encambû.

Ji bo Mehmet Uytun ê 18’ê mehî 20 hezar û 59,90 TL

Yek ji van zarokan Mehmet Uytun ê hêj 18 mehî bû û li navçeya Cizîrê ya irnexê di 9’ê cotmeha 2009’an de bi bombeya gazê ya cendirmeyekî bi giranî birîndar bû ye. Uytun ê biçûk pitî ku 10 rojan li nexwexaneyê ma têkoîna jiyanê winda kir û jiyana xwe ji dest da. Raya gitî ew wekî “zarokê di hembêza dayika xwe de gulê lê ket” nas kir.

Dosya ku derbarê qetilkirina wî de hate vekirin 4 salan lig elek dadgehan çû û hat û herî dawî Dadgeha Îdarî ya Mêrdînê hate dîtin. Dadgeha li dozê mêze kir di 19’ê sibata 2014’an de ji bo Uytun 20 hezar û 59,90 TL tazmînatê bi encam bû.

Ji bo Sera Yavuz a 8 salî 25 hezar û 842 TL

Dîsa li herêma enyayla ya gundê Alacayê ya bi ser navçeya Pasûrê ya Amedê wekî Ceylan Onkol, di 8’ê tebaxa 2008’an de Sera Yavuz sewalên xwe diçêrand di encama teqîna madeyekî de jiyana xwe ji dest da. Malbatê serî li Serokatiya Komîsyona Tespîtkirina Zirarên ji ber Terorê ya Walîtiya Amedê da û ji bo alîkariya cenaze hezar û 104 û 72 quri pere dan malbatê, ji bo bûyerê jî 25 hezar 842 TL û 95 quri tazmînat dan malbatê.

DMME’yê ji bo Ugur Kaymaz û bavê wî Tirkiye mehkûm kir

Wekî Ceylan, Mehmet û Serayê di bûyera qetilkirina Ugur Kaymaz (12) û bavê wî yên bi îdiaya “terorîst in” hatin qetilkirin jî edalet bi cih nehat.

Di doza ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) hate vekirin de, dadgehê biryar da ku Tirkiyeyê ji ber ku 2’yemîn Madeya Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ya mafê jiyanê bin pêk iriye Tirkiye mehkum kir ji bo dayika Kaymaz, Makbule Kaymaz 65 hezar avro tazmînat madî, 50 hezar avro jî tazmînata manewî; ji bo Emîne Kaymaz 5 hezar avro tazmînata madî, 15 hezar avro jî tazmînata manewî; ji bo Reat Kaymaz jî 5 hezar avro tazmînata madî bê dayîn biryar da.

429 car hate xwendin
Parve Bike  
KURDISTAN