Pit qetilkirin gel careke din xendek kolandin
Dem : 2015.01.07  17:46:04
Li naveya Cizr ku di encama hevdtina rvebern DBP, HDP hevaredaran bi Wal qeymaqamtiy re kiribn d pkut, binavkirin girtin nebe lihevkirin pk hatib, duh xendekn li taxan hatibn vekirin, hinek ji wan hatibn girtin careke din hatin vekirin. Li gor agahiyan nz 50 wesaytn bi zirx a b plaqa ya polsan anne navey di nava van wesaytan de j ekn qelenkof n nehatine qeydkirin hene.

Li navçeya Cizîrê ku di encama hevdîtina rêveberên DBP, HDP û hevaredaran bi Walî û qeymaqamtiyê re kiribûn dê pêkutî, binçavkirin û girtin çênebe lihevkirin pêk hatibû, duh xendekên li taxan hatibûn vekirin, hinek ji wan hatibûn girtin careke din hatin vekirin. Li gor agahiyan nêzî 50 wesayîtên bi zirx a bê plaqa ya polîsan anîne navçeyê û di nava van wesayîtan de jî çekên qelenîkof ên nehatine qeydkirin hene.

Li navçeya Cizîrê ya irnexê, pitî çalakiyên Kobanê ji hêla ciwan û gel ve ji bo li hemberê pêkutî, binçavkirin û girtinan a polîsan li gelek taxan xendek hatibûn kolan. Ev yek ku demek dirêj di rojevê de mabû, bi taybetî jî hefteya bihorî ku bi hevkariya Hizbûlqontra-polîsan êrî pêk hatibûn û 3 kes jiyana xwe ji dest dabûn, li navçeyê gengeî kêm nebibû. Ji bo ev rewa gengeî ji holê bê rakirin Parlementerê HDP'ê ya irnexê Faysal Sariyildiz, Hevaredarên Cizîrê, rêveberên rêxistinên HDP û DBP'ê bi Waliyê irnexê û Qeymakamê Cizîrê re hevdîtin pêk anîbûn. Li ser van hevdîtinan ku walî û qeymeqam ragihandibûn dê pêkutî, binçavkirin û girtin çênebe, pêr êvar hinek ji van xendekan hatibûn girtin. Li cihê ku xendek li wir hebû ya li Kuçeya Zîreatê ya Taxa Cûdiyê duh ciwanan ji bo konsera tê li navçeyê pêk bê li ser Kolana Arîn Mîrkan (Hezex) belav dikirin, ji hêla polîsan ve bi wesayîtên bi zirx êrîê ciwanan kiribû û ciwan ketibûn taxa Cûdî.

Polîsan di xendekên hatibûn girtin de derbas bibûn gule reandibûn

Bi belavbûna ciwanan a li kuçeyên taxê re polîs û tîmên taybet bi wesayîtên bi zirh di kûçeyên ku xendekên li wir hatibûn girtin de derbas bûn û rastgele gule reandibûn. Di encamê de zarokê bi navê Umît Kurt (14) ku bi hevalê xwe re boyaxçitiyê dikir hate qetilkirin. Dîsa xebatkarê Odeya Pîesazî û Bazirganiyê ya Cizîrê Çelebî Sakçak (26) dema ji mala xwe derketibû û bi sûkê ve dimeiya ji pita xwe gule xwar û bi giranî birîndar bû. Sakçak ê ku duh rakiribûn Nexwexaneya Dewletê ya Cizirê ameliyat bibû, hêj jî rewa wî ya bi xeter didom e. Her wiha gelek kes jî ku ji gelek cihên xwe birîndar bibûn lê ranekiribûn nexwexaneyê.

'Heta komkûjî û pêkanînên kêyfî ya polîsan bidome dê xendek neyên girtin'

Pitî DBP, HDP û Hevaredarên Cizîrê ji bo rewa navçeyê ya gengeî kêm bibe xendekên hatibûn girtin, pitî polîsan kûtinek wiha pêk anî ji hêla gel û ciwanan ve duh êvarê xendekên hatibûn girtin careke din vekirin. Welatiyên ku xendekan careke din kolandin diyar kirin ku heta ev komkujî û pêkanînên kêfî ya polîsan bidome ew ê van xendekan venekin û tê her tim vekirî bimîne.

Li navçeyê wesayîtên bi zirx ên bê plakaqa digerin

Li aliyê din, polîs û tîmên taybet, bi wesayîtên bi zirh ên bê plaqe li ser Kolanên Arîn Mîrkan (Hezex), Kobanê (Nisêbîn) Çar Rê û navenda navçeyê digerin. Hate hînbûn ku di rojên dawî de gelek polîs û tîmên taybet, bi nêzî 50 wesayîtên bi zirh sewqê navçeyê hatine kirin. Bi van sewqiyatan re hate îdeakirin ku di nava van wesayîtan de gelek çekên ên wekî qelenîkof ên ne qeydkirîne de hatine bi cih kirin. Ev yek wek e dema di bûyerekî de ji bo ji kîjan wesayîtê kîjan çek hatiye bikaranîn neyê zanîn hate nirxandin.

Li navçeyê çewsa psîkolojiyê didome!

Çûn û hatina wesayîtên bi zirh a li navenda navçeyê zêde bûye, polîs hin caran ji wesayîtan peya dibin û hin caran jî li ser wesayîtan bi telefonên xwe yên berîkê wêneyên hemwelatiyên dikînin. Her wiha balkê e ku polîsan bi telefonên xwe ji mesafeyek kurt wêneyên rojnamegeran ên ku dîmenan dikînin, rewa dixwazin çewsa psîkolojîk çawa li navçeyê bikin datîne holê.

360 car hate xwendin
Parve Bike  
KURDISTAN