Mal  -  ROJANE
Rewenbran: Ji Paketa Ewlehiya Navxwey re 'na'
Dem : 2015.01.07  17:48:28
Rewenbrn di nav de parlementer j hey diyar kirin ku ji 6' cotemeh heya niha 2 hezar 495 kes hatin binavkirin ji van gelek zarok 700 kes hatin girtin. Rewanbran bang li raya git kir ku ji "Paketa Ewlehiya navxwey" re bjin "Na"

Rewenbîrên di nav de parlementer jî heyî diyar kirin ku ji 6'ê cotemehê heya niha 2 hezar û 495 kes hatin binçavkirin û ji van gelek zarok 700 kes hatin girtin. Rewanbîran bang li raya gitî kir ku ji "Paketa Ewlehiya navxweyî" re bêjin "Na"

Rewenbîr, parlementer û hunermendên di nav de Parlementera HDP'ê û Hevberdevka HDK'ê Sebahat Tuncel, Meral Dani Beta, Parlementera CHP'ê Melda Onur, hunermend Meltem Cumbul, Kadîr Înanir, Menderes Samancilar, Serokê Gitî ya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê ebnem Korur Fîncanci, Murthan Mugan, Akin Bîrdal û Mucella Yapici jî heyî têkildarî "Paketa Ewlehiya Navxweyî" li Otela Hîll a Taksîmê cîvana çapemeniyê li dar xistin.

'Ji 6' cotmehê heya niha 2 hezar û 495 kes hatin binçavkirin û 700 kes hatin girtin'

Daxuyaniya hevpar Levent Pikîn xwend. Pîkîn, diyar kir ku ji berê heya niha têkoîna maf û demokrasiyê ya civakê di bin navê ewlehî û pergela cemaweriyê de hatin tepisandin û bi pêkanînên dijzagon hatin astengkirin û wiha got: "Ligel hiyariyên muxalefetê hêj zagon hatin erêkirin bi hineta 'Gumandarê maqul' ji 6'ê cotmehê heya niha 2 hezar û 495 kes hatin binçavkirin û piranî zarok 700 kes hatin girtin. Civakê bi berxwedana Gezî û Berxwedana Kobanê ya 6-8'ê cotemehê bertek nîanî pêkanînên hikûmeta AKP'ê yên zext û otorîter dan û mafên xwe yên azadî û mafan kir."

'Ji Paketa Ewlehiyê ya Navxweyî re na'

Pîkîn anî ziman ku "Paketa Ewlehiya Navxweyî" dê hemû mafên mirovan û azadiyan asteng bike û wiha axivî: "Di pênûmeyê de rayeya polîs û lekeran gelek berfireh dike û ji rêveberan re erka dadê didinê. Heke pênûme pêk bê dê rejîma rêveberiya awarte asayî bibe." Pikîn da zanîn ku bi paketê Tirkiye li dijî gelek peyamanên navneteweyî û biryarên DMME'yê dijber dibe. Pîkîn bang li hemû raya demokratîk a alîgirên maf, azadî û hiqûqê divê li dijî paketê derbikevin kir.

'Heke paket bê erêkirin dê bê wateya zêdebûna Umît Kurt, Abdulkadîr Çakma û Berkîn Elvanan'

Alîkara Hevserokên Gitî ya HDP'ê Meral Dani Beta jî diyar kir ku paket tê wateya serdema rêveberiya awarte û komkujî û îkencyên berê hatin kirin bîrxistin. Beta Umît Kurt ê ku duh li navçeya Cizîrê ya irnexê polîan qetil kir bîrxist û hikumet bi paketê dixwaze rojavayê Tirkiyeyê jî bêdeng bibe û wiha got: "Divê ev paket ba bê nirxandin. Di welatekî ewqas înfazên bêdadî pêk tên cde ji polîsan re rayeya binçavkirinê didin. Ji waliyên hikûmetê peywirdar kirin re rayeyda dadê didin. Ev yêk jî tê wateya di bin çavan de windahiyên nû. Dîsa ji polîsan re rayeya li mala kesên mexur lêpirsînê bike dide û rayeya kutinê dide. Heke paket bê erêkirin dê Umît Kurt, Abdulkadîr Çakmak û Berkîn Elvan zêde bibin."

Seroka Gitî ya TÎHV’ê ebnem Korur Fîncanci jî diyar kir ku paket li gorî paketa NY’ê ya pênaseya terorê dike ye û wiha got: “Armanc tirsandin û çewisandina civakê ye. Îradeya siyasî vê pêk tîne. Em dizanin ku ditirisni ji ber vê yekê jî rêbazêr dîktatoriyê bi kar tînin.” Fîncanci anî ziman ku divê ji bo amûrên pêkûtiyê yên hikûmeta AKP’ê re destûr neyê dayîn. Parasvanê Mafên Mirovan Akin Bîrdal jî anî ziman ku armanca derxistina paketê ew e ku pêiya pêvajoya demokratîk bê girtin û veneguhere muzakereyan.

Setretera Gitî yê TMMOB’ê ya Stenbolê Mucella Yapici jî destnîan kir ku bingeha hatina van rojan di 12’ê Îlona 1980’an de hatiye avêtin û wiha got: “Êdî kêr gihît zarokan. Hêj kujerên Berfîn nîne. Kujerên Alî Îsmaîl û Ethem nînin.” Yapici banga têkoînê kir û nirxandina “Em ji pakete dest pê bikin û ji vê sîstemê re bibêjin na” kir.

‘Tita ku em bikin ji vê sîstem ali ser me ferz dikin re bibêjin na’

Hevberdevka HDK’ê Sebahat Tuncelê jî anî ziman ku hikûmeta AKP’ê ji bo tenê îxtidara xwe biparêze hiqûqekî diafirîne. Tuncel wiha got: “Em jî pênûmeya qanûn amade dikin. Di îxtidara AKP’ê de cemawerî dewlet e. Di pênûmeya me ya qanûnê de qanûn civak e. Ji ber ku heke gel di nava ewlehiyê de nebe mirov nikare qala cemaweriyê bike. Di pûnûmeya me ya qanûnê de daxwaza rakirina rayeya ku di 2006’an de dane polîsan bê rakirin heye. Em dibêjin polîs nikarin bi çekan bê mîtîng û çalakiyan. Mînak li vî welatî yên li ser navê cemaweriyê qatlîamê pêk tînin nayên darizandin. Yên li ser nave dewletê sûc kirin tu caran nehatin daizandin. Di pênûmeya me de Lijneya Kontrolkirinê ya Serbixwe heye. Ya ku em bikin ew e ku li dijî vê sîstem ali ser me tê ferz kirin derketin jê re bibêjin na.”

Pitî axaftinan nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî û partiyên siyasî mafê axaftinê girtin û li dijî sîstema banga têkoîna hevpar kirin.

563 car hate xwendin
Parve Bike  
ROJANE