Seven: Em bi xurt tevl mea li Pars bibin
Dem : 2015.01.07  17:49:14
Endam Komteya Navend ya PKK' Nedm Seven ert mercn Komkujiya Pars nirxand banga tevlbna xurt a mea 10' iley ya li Pars kir.

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Nedîm Seven ert û mercên Komkujiya Parîsê nirxand û banga tevlîbûna xurt a mea 10'ê Çileyê ya li Parîsê kir.

Di 9'ê Çileya 2013'an de 3 jinên oreger ên Kurd li Parîsê hatin qetilkirin. Tevî ku di ser komkujiyê re 2 sal derbas bûne jî, komkujî hînê nehatiye ronîkirin. Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Nedîm Seven ert û mercên komkujiyê nirxand.

Seven, Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla aylemez bibîr anî û diyar kir, ku ji bo bîranîna her sê hevalên xwe bidin jiyîn û xwedî li têkoîna wan derkevin, divê berpirsyar û têkiliyên qirêj ên li pit vê komkujiyê werin ronîkirin.

Seven bal kiand ser dema komkujiyê lê rû da û got, "Beriya 2 salan, di 3'ê Çileya 2013'an de hevdîtinên bi Rêbertiya me re ku demeke dirêj nehat kirin, ji nû ve destpê kiribûn. ji 11'ê Tîrmeha 2011'an û pê ve ji ber polîtîayên qirêj Rêbertiya me hat tecrîdkirin. Ji wê demê û pê ve yekemcar di 3'ê Çileyê de bi heyeteke partiyê re hevdîtin kir. Hevdîtinên pitre, di encama hewldanên berfireh ên Rêbertiya me de, mercên îro yên muzakereyê afirandin. Beriya komkujiya Parîsê Rêbertiya me hedef hat girtin, hewl hat dayîn bê tinekirin û tevgera me ji holê bê rakirin."

Seven da xuyakirin ku di kesayetiya her sê jinên oreger de têkoîna azadiyê ya jinê hedef hatiye girtin û anî ziman ku bi vê yekê re di heman demê de hatiye xwestin ku xebatên dîplomasiyê yên pirsgirêka Kurd a li qada navneteweyî bê qelskirin. 

"LI PIT VÊ KOMKUJIYÊ GELEK RÊXISTINEN SÛC Û ÎSTÎXBARATÊ HENE"

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Nedîm Seven bibîr xist, ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan diyar kiriye ku ev sûîkast ji aliyê gladyoya kesk ve hatiye kirin û got, "Li dû vê komkujiyê gelek rêxistinên îstîxbaratê û ebeyên sûc hene."

Seven da zanîn, ku ji ber haya dewlet û îstîxbarata Fransayê ji komkujiyê hebû, komkujî nayê ronîkirin û axaftina xwe wiha dewam kir: "Fransa wê di çarçoveya berjewendiyên Tirkiye û welatên NATO de, gava dema wê hat wê akera bike. Têkoîna PKK'ê û berxwedana gelan dikare vê bi lez bike. Mînak; pitî komkujiyê zexteke mezin a raya gitî ya Kurd û dostên wan çêbû. Ev yek jî bû sedem ku rayedarên dewlet û hikûmeta Fransayê hin titan bike. Wezîrê Karên Hundir neçar ma li cihê bûyerê daxuyaniyê bide."

LI KOMKUJIYÊ YÊ ELMANYA

Seven bal kiand ser lingê komkujiyê yê Elmanya û got, "Divê dema bersûc a li Elmanyayê diman bê akerakirin û parvekirin. Zelal bûye ku cînayet ji aliyê gladyoyê ve hatiye kirin, ji aliyê cemaeta Fethûllah Gulen ve hatiye plankirin. Zelalbûye ku tetîkkêên Ocakên Alperen ên BBP'ê tê de cih girtine. Ev yek ne tenê gotineke. Daneyên hiqûqî û siyasî yên vê yekê hene."

"LI DIJÎ ZILMÊ LI REFÊ BERXWEDANA MIROVAHIYÊ CIH BIGIRIN"

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Nedîm Seven banga bedariya li mea 10'ê Çileyê ya li Parîsê kir û got, "Divê ev me xwedî wê hêzê be ku gaveke bi pêtir biafirîne. Ji ber vê yekê berpirsyariyeke cidî dikeve ser milê gelê Kurd, hêzên demokrasiyê, hêzên çep-sosyalîst, bindestan, hemû hêzên cihêreng. Bi kurtasî her kesê ji xwe re dibêje mirov im, girîng e di ronîkirina vê cînayetê de xwe berpirsyar bibîne û ya pêwîst bike. Bang li her kesên ji xwe re dibêje demokrat im, çepgir im, sosyalîst im dikim, ku di mea 10'ê Çileyê de li dijî zilmê li nava refên berxwedana mirovahiyê cih bigirin. Bi vê berpirsyariyê re zexteke mezin dikare li ser hikûmetên Fransa, Elmanya û Tirkiyeyê çêbibe. Konjontura niha gelekû guncaw e. Ji ber ku PKK ji aliyê îdeolojîk, siyasî û lekerî ve li pê e."

482 car hate xwendin
Parve Bike  
KURDISTAN