Berxwedan: Pngava me w heta serketin dewam bike
Dem : 2015.01.07  17:49:58
Fermandar YPG' y Koban Mehmd Berxwedan destnan kir, ku ew Pngava Rizgarkirina Koban bi awayek serket dewam bikin got, "ete li pber pngava me bare man. Pngava me w heta serketin dewam bike. Bila ciwann Koban cih xwe di qonaxa serketin de bigirin."

Fermandarê YPG'ê yê Kobanê Mehmûd Berxwedan destnîan kir, ku ew ê Pêngava Rizgarkirina Kobanê bi awayekî serketî dewam bikin û got, "Çete li pêberî pêngava me bêçare man. Pêngava me wê heta serketinê dewam bike. Bila ciwanên Kobanê cihê xwe di qonaxa serketinê de bigirin."

Hêzên YPG/YPJ bi pêngava meha dawî re, li Kobanê gelekî bi pê ketin û gihatin qonaxa serketinê ya paqijkirina Kobanê ji çeteyên DAI'ê. Di çarçoveya pêngavê de beeke girîng a bajêr ji çeteyan hat paqijkirin û ket bin kontrola hêzên YPG/YPJ'ê. Çeteyên ku hewl didin bi êrîên xwekujiyê xwe ji vê rewa tengav rizgar bikin, ji aliyê hêzên YPG/YPJ'ê ve tên astengkirin. Fermandarê YPG'ê yê Kobanê Mehmûd Berxwedan, der barê rewa dawî ya erê Kobanê de bersiv da pirsên ajansa me.

'PÊNGAVA ME BI AWAYEKI SERKETÎ DEWAM DIKE, DAI BÊÇARE YE'

Hûn dikarin pêngava paqijkirinê ya meha dawî û asta heyî ya er ji me re vebêjin?

Di meha dawî de, di berxwedana li hemberî çeteyên DAI'ê de me li Kobanê gaveke nû avêtin û bi navê "Pêngava Rizgarkirina Kobanê" dest bi operasyona paqijkirinê kirin. Ev pêngav me dibe serketinê, rizgariya Kobanê û dewam dike. Pêngava me gelek serketin û guhertin bi xwe re anî. Em gelekî bi pê de çûn û bi pavexistina çeteyên DAI'ê re me derbên giran li wan dan.

Di çarçoveya pêngava xwe de me ji Qada Azadiyê destpê kirin û Taxa ehîd Kawa ya weke Taxa Mitenûrê tê zanîn, derdora avahiya Asayîê, bakur û baûrê kolana 48'an, Mekteba Ree, Navenda Çand û Hunerê ku ev cih ji bo Kobanê gelekî girîng û watedar in, ji çeteyên DAI'ê paqij kirin. Ev herêm, beeke girîng a bajêr e. Lewma dikarim bêjim ku di nava meha dawî de me serketineke mezin bi dest xistin. Çeteyên DAI'ê di vê demê de, bi reweke ikestî û bêçare li hemberî pêngava me hin êrî pêk anîn, lê di hemû êrîan de hîn bêhtir derb xwarin û îmha bûn.

Gava çeteyên DAI'ê tengav dibe, rêbaza ku serî lê dide êrîên xwekujî ye. Li hemberî pêngava me, çeteyên DAI'ê hewl didin vê hêza xwe bikar bîne û encamê bigire. Bala xwe bidinê; di dema dawî de bi tenê bi çalakgerên xwekuj hewl didin êrî bikin. Çeçen, Rûs û hêzên biyanî yên ji derve anîne û Erebên li derveyî Sûriyeyê, ku li gorî wan hêzeke profesyonel e, xistin dewrê. Ev yek jî îspat dike ku çeteyên DAI'ê li hemberî pêngava me ya dawî bêçare ne. Çete bi hêzên xwe yên xwekuj û profesyolen jî bi ser neketin û  bi sedan endam û emîrên xwe di vê pêngava me de winda kirin. Çeteyên DAI'ê jî li van windahiyên xwe mukur tên. Em dikarin bi hêsanî bêjin ku çeteyên DAI'ê bi vê pêngavê re derbeke stratejîk xwariye. Herî dawî duh êrîek kirin, xwestin vê êrîê jî bi hêza xwekuj û tankan pêk bîne. Kincên taybet ên parastinê li xwe kirin û hatin. Lê belê dîsa jî derbên giran xwarin û îmha bûn. DAI bêguman ji bo hevsengiya er a hatiye guhertin ber bi aliyê xwe ve bikîne, dikeve nava hewmû hewldanan. Lê belê encamê nagire, nikare bigire. Pêngava paqijkirinê wê heta serketinê dewam bike.

'DI DESTÊ DAI'Ê DE ÇAR TAX HENE'

Çeteyên DAI'ê li çiqasî bajêr bicih bûne?

Hin nexe tên weandin. Her kes li gorî xwe daxuyaniyan dide. Em dixwazin bi awayekî zelal vê bêjin: Kobanê ji 13 taxan pêk tê. 9 ji van taxan di destê me de ne. Çeteyên DAI'ê jî li 4 ji van taxan e. Ev agahiyên zelal in. Ez taxên ku çeteyên DAI'ê lê ne ji we re bêjim. Çeteyên DAI'ê li taxên Kaniya Kurdan, Miktel, Helincê û Sinea hene. Ev tax jî bi giranî li rojhilatê bajêr in. Li ser van daneyên ênber em dikarin bi hêsanî bêjin ku ji sedî 75 ê bajêr di bin kontrola me de ye.

'MITENÛR DI PLANA ME YA PÊNGAVÊ DE CIH NAGIRE'

Der heqê Girê Mitenûrê de gelek îdîa hene. Li Girê Mitenûrê rewa dawî çi ye?

Girê Mitenûrê bi giranî weke propagandayê tê derxistin. Her kes li ser mijara Mitenûrê diaxive. Hin derdorên derveyî me û derveyî er, her tim li ser Mitenûrê nirxandinan dikin û agahiyên bê bingeh parve dikin. Dixwazim vê yekê bi awayekî vekirî bêjim; Mitenûr heta niha di destê me de nîne û hêzên me neçûna Girê Mitenûrê. Di pêngava me de ji xwe girê Mitenûrê nîne. Pêngava me ji bo paqijkirina bajêr e. Em di hemû daxuyaniyên xwe de jî dibêjin Taxa Mitenûrê azad kirine, ne Mitenûr. Hin derdorên ne di nava er de ne û di vê mijarê de xwedî hin bendewariyan e, li gorî xwe stratejiyeke er derdixîne pê û Mitenûrê jî weke yekane rêya rizgariya bajêr nîan didin. Halbûkî pêngava me ji bo paqijkirina bajêr ne, Mitenûr ne di nav de ye. Mitenûr bêguman girîng e û stratejîk e. Lê belê parçeyek ji operasyonên me yên paqijkirina bajêr nîne. Beriya Mitenûrê niha armanca me paqijkirina bajêr e.

'DAI NAREVE, EM PÊ LI WAN DIKIN Û BI PÊ VE DIÇIN'

Hin nûçe tên weandin ku dibêjin çeteyên DAI'ê direvin. Di vê mijarê de hûn dixwazin çi parve bikin?

Em li Kobanê mal bi mal, kolan bi kolan bi pê ve diçin. Dema em bi pê ve jî diçin, em çeteyên DAI'ê yek bi yek tine dikin, pê li wan dikin û bi pê ve diçin. Çeteyên DAI'ê narevin. Bila ev bi vî rengî were zanîn. Em çeteyên DAI'ê îmha dikin, cenazeyên wan yek bi yek radikin dest datînin ser cebilxaneyên wan û bi vî rengî pêngava xwe û berxwedana xwe dewam dikin. Îdîaya 'çeteyên DAI'ê direvin' nêzîkatiyeke erzan e, hewldana nixumandina mezinahiya berxwedana me ye. Rev li aliyekî çeteyên DAI'ê hêzên nû tîne. Yên dibêjin DAI qediya, aitiye dikin. Tevî derbên giran, windahiyên giran jî DAI ji bo gavê biavêje, êrîê bike çi ji dest tê dike. Nikarin encamê werbigirin, wê biqedin, yek bi yek wê îmha bibin, ev rastiyeke. Lê belê rastiyeke din jî heye ku çeteyên DAI'ê ji her qadê bêhtir derfetên xwe li Kobanê seferber kir û dixwaze êrîên xwe dewam bike. Yanî pêngava me, ne ji ber reva DAI'ê ji ber fedaîtî û serketina taktîkî ya mezin dewam dike. Lewma em serketinên mezin û watedar bi dest dixin.

'DAI HÎNÊ HÊZÊN XWE LI HERÊMÊ DICIVÎNE'

We gotin ku çeteyên DAI'ê dixwazin ji nû ve êrî bikin. Di dema dawî de hêzên nû anîn herêmê? Tê gotin ku hêzên xwe li eniya rojava civandiye?

DAI her tim hêzên nû li gelek nuqteyan dicivîne. Li gelek gundên Kobanê, li baûr, rojava, tevgerên wan ên hêzên nû hene. DAI hêzên nû tînin taxên me behsa wan kir û rojava û baûrê bajêr.

'DESTEKA ARTÊA AZAD Û PÊMERGEYAN DEWAM DIKE'

Artêa Azad a Sûriyeyê û Pêmerge di kîjan astê de tevlî vê pêvajoya pêngavê bûn?

Komên Siwar Reqqa, emsî îmal û El Ekrad ên Artêa Azad a Sûriyeyê, di vê pêvajoyê de cih girtin, li eniyên berxwedanê li gel me er kirin û hînê jî er dikin. Rewa pêmerge ji xwe diyar e. Pêmerge ji hêza çekên giran pêk tê. Lewma nayên eniyan û er nakin. Çekên giran bikar tînin. Di vê mijarê de berpirsyariyên xwe bicih tînin. Ji destpêka vê pêngavê û berxwedanê ve, hêza bingehîn a li eniyên pê er dike û erê Kobanê dimeîne ervanên YPG/YPJ'ê ne. Ji xwe tevahiya cîhan vê dizanê û dibîne.

Destwerdanên hêzên koalîsyonê ji hewayê ve, di dema dawî de di kîjan astê de ye?

Hêzên koalîsyonê mîna ji destpêkê ve, cih bi cih li hedefên tên diyarkirin didin. Destwerdanên ji hewayê ve dewam dikin.

'BILA CIWAN WERIN TEVLÎ PÊNGAVA SERKETINÊ BIBIN'

Herî dawî hûn dixwazin çi bêjin?

Pêngava serketinê bi vîn û baweriyeke mezin dewam dike. Ji bilî me, daxuyaniyên der barê me de tên kirin, bêwate ne. Ev pêngava me li gorî plan û çarçoveya me diyar kiriey de dewam dike. Em dixwazin daxuyaniyên li derveyî me tên dayîn, ji aliyê gelê me ve cidî neyê girtin. Bila gelê me vê bizanibe; pêngava me bi vîneke mezin, fedaî û serketinê dewam dike û wê heta dawiyê dewam bike. Bila ciwanên Kobanê werin û di nava vê pêngavê de cih bigirin. Bila ji parçeyên din ên Kurdistanê ciwanên me werin û di nava vê pêngavê de cih bigirin, serketinê bi me re parve bikin.

493 car hate xwendin
Parve Bike  
KURDISTAN