KCK: Em bi xurt tevl mtngan bibin
Dem : 2015.01.07  17:50:40
Hevserokatiya Konseya Rveber a KCK', bi wesleya salvegera komkujiya Pars, ji bo mtngn di 9' iley li Tirkiye Kurdistan, di 10'e iley de li Ewropay bn lidarxistin bang li gel Kurd, hem dostn Kurdan jinn berxwedr kir ku bi xurt bedar bibin.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê, bi wesîleya salvegera komkujiya Parîsê, ji bo mîtîngên di 9'ê Çileyê li Tirkiye û Kurdistanê, di 10'e Çileyê de li Ewropayê bên lidarxistin bang li gelê Kurd, hemû dostên Kurdan û jinên berxwedêr kir ku bi xurtî bedar bibin.

KCK’ê da zanîn du sal berê li navenda Ewropayê sê oregerên jin ên Kurd hatine qetikirin û got: “Em van kesên ku komkujiya hov plan kirine lanet dikin û em diyar dikin ku wê teqez ji van zalim hesab bê pirsîn.  Em li hemberî bîranîna hevala Sara, Rojbîn û Ronahî bi rêzdarî bejna xwe ditewînin.

NASNAMEYA JINÊN KURD ÊN BERXWEDÊR BÛN

Di daxuyaniyê de hat gotin ku hevala Sara endama damezrandina PKK’ê, ji serî heta binî kesayetek APOYÎ bû û wiha berdewam kir: “Hevala Sara di berxwedanê de sînor nas nedikir, li dijî hemû bendên tirsê têdikoiya, wêrek û bi cesaret bû, her tim ser bilind bû, di her ert û mercî de  tita ku pê bawer bû digot, bi titên heyî xwe têr nedidît û nîqa dikir, dilê wê bi hezkirinê tijî bû, di têkoînê de li ku derê xetere hebûya diçû, nirxên gel di ser her titî de digirt, bi moral, co û enerjî bû.  Hevala Sara di hemû salên têkoînê de  di pratîkbûna îdeolojiya azadiya jinê de rola pêeng lîst. Hevala Rojbîn bi tena serê xwe bi qasî rêxistinekê kar dikir, di dîplomasiyê de her tim rê û kanalên nû vedikir, afirîner û kesek ku dilê wê bi hezkirin tijî bû. Hevala Ronahî li gel temenê xwe yê ciwan enerjiya azad temsîl dikir. Sara, Rojbîn û Ronahî nasnameya hemû jinên Kurd û jinên têkoer bû.”

KOMKUJÎ BI BIRYARA DEWLETA PARALEL A AKP’Ê PÊK HAT

KCK’ê da zanîn ku li dijî tevgera azadiyê rêbazên erê psîkolojîk û taybet her tim hatiye meandin û wiha hate gotin: “Dewleta mêtinger a Tirk bi pitigiriya ku ji hêzên navneteweyî girt ev rêbazên erê taybet ê qirêj meandiye. Mînaka vê ya herî ênber bi komployekê teslîmkirina Rêber Apo bû. Berjewendiyên qirêj di ser her titî re  girtine. Îro Kurdên têkoîna azadiyê didin li Ewropayê di bin zextan de ne. Bêguman Tirkiyeye jî di vê de rola mezin dilîze.  Bêguman ev komkujî bi biryara AKP’ê pêk hatiye. Bi vê re hêzên navneteweyî jî li pit komkujiyê cih girtin. Kesên ev komkujî pêk anîne dijminê jinên Kurd û dijminê tevgera azadiya Kurd in."

DEWLETA FRANSAYÊ JÎ BERPIRS E

KCK’ê di daxuyaniya xwe de wiha got:

“Di komkujiya Parîsê de dewleta Tirk çiqas berpirs be, dewleta Fransayê jî evqas berpirs e.  Kujer bi Partiya Yekîtiya Mezin ya faîst û MÎT’ê re di nava têkiliyê de bûn. Li pit komkujiyê dewleta Fransayê jî heye. Komkujiya Parîsê bi zalimî hatiye kirin.  Ji ber vê jî gelê me wê dest ji dewleta Fransayê bernede. Li ser komkujiya Parîsê kes nekare razê. Kurd, dostên Kurdan û jinên berxwedêr û tevgera azadiyê wê hesabê vê komkujiyê bipirse. Sond xwariye. Heta ev hesab neyê pirsîn wê kes rehet neke.

XWESTINE LI TEVGERA ME BIXIN

KCK’ê destnîan kir ku Rêberê Gelê Kurd ji bo komkujiya Parîsê gotiye, duyemîn komkujiya Dêrsimê ye û got: “Wateya vê akera ye. Bi vê komkujiyê xwestin li tevgera me bixin. Ti hiqûq û qanûn nehatiye naskirin û  bi konseptek qirêj û xeter bi ser gelê me de hatine. Lê Kurd ne Kurdên berê ne. Kurdan sed sal berê jî li dijî zilmê serî hildane.  Lê ji ber ku bê rêxistin û bê pêeng bûn bi ser neketin. Lê tecrûbeyeke 40 salî ya têkoîna azadiyê heye. Kurd û tevgera Kurdan wê li dijî her cure êrîê parastina rewa bike.

SARA, ROJBÎN Û RONAHÎ BÛNE MÎLYON

KCK’ê di dawiya daxuyaniya xwe de wiha got: “Xeta azadiyê ya jinên Kurd ku ji jinên cîhanê re pêengiyê dike gelê Kurd û tevgera azadiyê wê hesabê komkujiya Parîsê bipirse. Sara, Rojbîn û Ronahî wê di têkoîna me de bên jiyîn. Bîranîna wan wê ji bo me bibe ronahî.

Sara, Rojbîn û Ronahî bûne mîlyon. Wan hemû astengî rakirin û bilind bûn. Em bang li hemû ciwanên Kurdistanê dikin ku berê xwe bidin çiyayan. Em ê bîranîna wan bi azadiya jinê re azadiya Rêber Apo û gelê xwe pêk bînin. 

Em bang li hemû gelê xwe dikin ku tevlî çalakiyên ku di 9’ê çile de li Tirkiye û Kurdistanê û di 10’ê Çile de li Ewropayê pêk tê bibin.”

789 car hate xwendin
Parve Bike  
KURDISTAN