Mal  -  ROJANE
KCK' komkujiya li Fransay bi tund ermezar kir
Dem : 2015.01.08  09:58:39
evserokatiya Konseya Rveber a KCK', ra li hember kovara mzah ya heftane Charle Hebdo bi tund ermezar kir li dij eteyn fast n dijmin mirovahiy banga xurtkirina tkona hevpar kir.

evserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê, êrîa li hemberî kovara mîzahê ya heftane Charlîe Hebdo bi tundî ermezar kir û li dijî çeteyên faîst ên dijminê mirovahiyê banga xurtkirina têkoîna hevpar kir.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê, êrîa hêzên çeteyên faîst a li hemberî kovara mîzahê ya heftane Charlîe Hebdo bi tundî ermezar kir û ji malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane, ji çapemeniya Fransayê û tevahiya gelê Fransayê re sersaxî xwest.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê di daxuyaniyê de ev yek destnîan kir:

"Hêzên çete yên faîst ên bûne belayê serê gelê Kurd û tevahiya gelên Rojhilata Navîn, vê carê jî li navenda Ewropayê, li Parîsê komkujiyek kiriye. Armanca vê komkujiyê, bêdengkirina raya gitî ya Ewropayê ya hestiyar bû. Yên ku xwîna Kurdan, Kurdên Êzidî, Ereb, Asûrî-Suryanî, Tirkmen û gelek bawermend û civakên cuda rijandine û yên komkujiya Charlî Hebdo kirine heman hêz in. Ev mejiyê çeteyê faîst ê dijminê gel û çandan e, di nava zibilê hêzên hegemonîk ên navneteweyî de în bûye û bûye belayê serê mirovahiyê. Li dijî van hêzan, di serî de li Kobanê û engalê, li gelemperiya Rojhilata Navîn hêza bi biryardarî û wêrekî er dike Tevgera Azadiyê û Kurd e.

Em bang li tevahiya gelên Ewropa û mirovahiyê dikin ku li gel Kurdan û gelên Rojhliata Navîn, li dijî hêzên çeteyên faîst ên dijminê mirovahiyê, têkoîna hevpar bilind bikin."

785 car hate xwendin
Parve Bike  
ROJANE