Kullk a ber xwe da Koban li wir nemir b!
Dem : 2015.01.22  16:40:06
Zehra Xell (Evrm Ocalan) a YPJ ya ku di encama pevna bi eteyn DAIޒ de li Koban jiyana xwe ji dest da bi malbata xwe re ko Ceyhan kirib li vir li na bi kedxwariy de r bi r bimne ber xwe da Koban li wir nemir dibe.

Zehra Xelîl (Evrîm Ocalan) a YPJ’î ya ku di encama pevçûna bi çeteyên DAI’ê de li Kobanê jiyana xwe ji dest da bi malbata xwe re koçî Ceyhanê kiribû û li vir li ûna bi kedxwariyê de rû bi rû bimîne berê xwe da Kobanê û li wir nemir dibe.

Zehra Xelîl (Evrîm Ocalan) a ku di 13’ê çileyê de li Kobanê di pevçûna bi çeteyên DAI’ê de jiyana xwe ji dest da di 1999’an de li gundê Qeremîk a Kobanê ji dayik dibe. Xelîl li Kobanê perwerdehiya tibî dibîne û bi paradîgmaya “rizgariya geleke bi rizgariya jinan ve pêkan e” di riya ku bibe jineke azad tevli xebatên siyasî dibe. Ligel temenê xwe yê biçûk li derûdora xwe pê tê bawerkirin û di 2013’an de pitî ku çete êrîî herêma wan dike bi malbata xwe re koçî navçeya Ceyhanê ya Edeneyê dike. Xelîl li Edeneyê bextewar nîne û xwe her tim weke dîl dihesibîne û vê yekê her tim bi malbata xwe re jî parve dike, dibêje dilê wê wê dibe Kobanê, gazî wê dike. Pitî 3 mehên ku li Ceyhanê derbas dike êdî sebra wê nayê û di despêka 2014’an de ji bo ku tevli refên YPG’ê bibe berê xwe dide Kobanê.

Li dijî mijokdariyê mirina bi azad

Ligel israra malbatê ya “temenê te biçûk e vegere malê” Xelîl a bi eqa azadiyê diewite her carê ji malbatê re dibêje cihê wê li Kobanê ye û vê yekê bi gotinên “Heta ku destûrê bidim li Tirkiyeyê keda min desteser bikin, ez ê li Kobanê ji bo azadiyê û ji bo axa xwe bimirim. Li Edeneyê her saniye di bin esaretê de me. Tita a vegera min a Edeneyê ye” tîne ziman.

Ji îlhamê ber bi evînê…

Xelîl a berê xwe dide Kobanê ewil di refên YPJ’ê de navê “Jiyan” li xwe dike û dibe yên ku jiyanê qasî ku ji bo wê bimirin hez dike. Ji ber kut emenê wê biçûk e wê didin cem ervaneke YPJ’ê ya bi navê Hêlîn, Xelîl li vir ji bilî er û têkoînê perwerde jî dibîne û di demeke din de bala derûdora xwe dikiîne. Hêlîn a YPJ’ê ji vê pêketina Xelîl gemek bi bandor dibe û ji ber ku her tim di nava jiyanê de ye jê dibê dibêje dê navê “Evrîm” wê temam bike. Xelîl jî dibêje divê girêdana wê ya ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî di navê wê de hebe ji ber vê yekê jî dixwaze weke “Evrîm Ocalan” bê nasîn.

Pûiya hevala xwe û çeka wê digire

Hêlîn a YPJ’î, Xelîl wekî “Kulîk” pênase dike û nêzî 3 mehan li eniya baûr dimîne û Xelîl di hembêza wê de jiyana xwe ji dest dide. Hêlîn çek û pûeya ku sembola ervanên Kurdistanê ye ya “hevala” xwe teslîm digire. Xelîl di têkoîna li dijî çeteyên DAI’ê de di 13’ê çileyê de li eniya baûr jiyana xwe ji dest dide.

Xwîka Xelîl, Fîruze Xelîl diyar kir ku beriya rojeke ku xwika wê jiyana xwe ji dest bide bi telefonê axivîne, jê re gotiye dayika wê gelek bêriya wê kiriye ji ber vê yekê jî xwestiye vegere. Xelîl got kul ê niyeta xweka wê ya vegerê nebûye û gotiye dê pûiya xwe ji dayika xwe re biîne. Xelîl xwestiye dayika wê pûiya wê hembez bike ew ê jî çeka xwe hembêz bike.

686 car hate xwendin
Parve Bike  
JNGEHA KDE