YPG: Li Koban 17 ete hatin kutin
Dem : 2015.01.22  16:42:45
er pevn li ser rn eteyn DAI' li Koban didome. rin eteyn DAI' ku bi armanca dagirkirina Koban hatibn destpkirin dewam dike. ervann YPG/YPJ' bi berxwedanek b hempa yek bi yek rn eteyan p dikin. Navenda Rargihandin apemeniya YPG' der bar pevnan de daxuyaniyek nivsk da ragihand ku di encama er pevnan de 17 eteyn DAI' hatin kutin gelek cebilxane hatin desteserkirin.

er û pevçûnê li ser êrîên çeteyên DAI'ê li Kobanê didome. Êriên çeteyên DAI'ê ku bi armanca dagirkirina Kobanê hatibûn destpêkirin dewam dike. ervanên YPG/YPJ'ê bi berxwedanek bê hempa yek bi yek êrîên çeteyan pûç dikin. Navenda Rargihandin û Çapemeniya YPG'ê der barê pevçûnan de daxuyaniyek nivîskî da û ragihand ku di encama er û pevçûnan de 17 çeteyên DAI'ê hatin kutin û gelek cebilxane hatin desteserkirin.

Berxwedana bê hempa ya ervanê YPG/YPJ'ê bi li hemberî çeteyên DAI'ê dewam dike. Navenda Rargihandin û Çapemeniya YPG'ê der barê pevçûnan de daxuyaniyek nivîskî da û diyar kir ku ervanên YPG/YPJ'Ê evê din li hember gelek noqteyên rojhilat û bakurojhilatê bajar a ku çeteyan dagir kiribûn operasyonek hemwext li dar xistin. Operasyone ku li herêmên Sukul Hal, Sinayî û Mekteba Re digirt nav xwe de hemû noqteyên hatin hedef girtin hat paqijkirin.

Navenda Çapemeniyê ragihand ku komên çete yên xwestin pêketina ervanê YPG/YPJ'ê asteng bikin mayinên berê li avahiyan de bi cihkiribûn teqandin û wiha hat gotin: "Di teqandinan de tu windahi pêk nehat. YPG'ê diyar kir ku li herêma Mekteba Re, rêya ketina bajar ji çeteyan hatiye paqijkirin. Dîsa ervanên YPG/YPJ'ê li bakurojhilatê bajer jî Sukul Hal, Mislax û Gaziya Heci Mehmud bi temamî ji çetyan paqijkirin û di operasyonê de herî kêm 9 kutiyên çeteyan hatiye tespîtkirin û gelek cebilxane hatiye desteserkirin."

Navenda Çapemeniyê diyar kir ku komên çeteyan duh pit nîvro li hember hêzên YPG/YPJ'ê yên li Mitenûr serdestiya xwe diparezin xwestin êrî bikin û wiha pê de çû: "Hêzên me çeteyên ku wekî 3 baskan tevdigeriyan bi eklekî ew bê bandor xistin û wan paxistin. Pevçûnên di vê qadê de 8 kutiyên çeteyan hatiye tespîtkirin. Hêzên me tevî 6 termên çeteyan dest danîn li ser 7 kle, 32 arjora kle û 700 fîeka kle, 1 roketavêja B7, 1.200 fîeka BKC, 12 bombeya destan, 4 mayinê bi dest hatiye çekirin û bêtelek."

Navenda Çapemeniyê ragihand ku di saetên serê sibehê de di ketina gundê Xirbe Dîpê ya Tirbespiyê de di navbera ervanên YPG/YPJ'ê û komên çeteyan de pevçûnek rû da û wiha berdewam kir: "Pitî pevçûnan gelek gund jî alîkariya hêzên me kirin çete neçar man ku pave birevin. Dîsa di encama er û pevçûnên vê herê mê de 3 çete hatin kutin."

Navenda Çapemeniyê da zanîn ku 3 hêzên YPG'ê îro danê sibehê li nêzikî gundê Ebu Quseyip a dikeve bakurê Til Hemis çalakiyek lidarxistin û di çalakiyê de komek çete ya di nava tevgerde bû hat hedef girtin wesayîtek lekerî tevî çeteyên di hundir de hat rûxandin.

499 car hate xwendin
Parve Bike  
KURDISTAN