'Em amade ne ku 3 kantonn Rojava bikin yek'
Dem : 2015.02.17  18:43:28
Fermandara YPJ' Azme Denz operasyonn hemleya duyemn a rizgarkirina gundan wiha vegot: "Demek kin em d mizgniya azadkirina axa Koban bidin. Li hember gel kurd erdngariya w gef li kuder hebin em d li wir bin. Pwst be li Gir Sp, Minbic, Carablus. Ji bo em 3 kantonn Rojava bikin yk hz morala me heye em amade ne."

Fermandara YPJ'ê Azîme Denîz operasyonên hemleya duyemîn a rizgarkirina gundan wiha vegot: "Demek kin em dê mizgîniya azadkirina axa Kobanê bidin. Li hemberî gelê kurd û erdnîgariya wê gef li kuderê hebin em dê li wir bin. Pêwîst be li Girê Spî, Minbic, Carablus. Ji bo em 3 kantonên Rojava bikin yêk hêz û morala me heye û em amade ne."

Pitî azadkirina navenda Kantona Kobanê ji bo paqijkirina gunda di 27'ê çileyê de pêngava duyemîn a azadkirinê gundan hat destpêkirin. Di çarçoveya pêngava duyemîn de gundên li eniyên rojava, rojhilat û baûr yek bi yek tên azadkirin. Çeteyên nikarin xwe li ber hêzên YPG/YPJ'ê bigirin, windahiyên giran didin. Derheqê pêngava duyemîn de Fermandara YPJ'ê Azîme Denîz ji ajansa me re axivî û diyar kir ku serkeftina Kantona Kobanê nêz e.

'Direvin ser sînorê Tirkiyeyê'

Denîz anî ziman ku Kobanê bi rihê fedaî hate azadkirin û pitî azadkirina navenda bajêr wan dest bi pêngava duyemîn kir. Denîz da zanîn ku di rojên destpêkê de di pêngava duyemîn de hemû noqteyên stratejîk û gundên derdorê yên dikarin gefê li bajêr bixwin hatine azadkirin û wiha got, "Li her sê eniyan operasyonên me yên serkeftî berdewam dikin. Li hin cihan sîng bi sîng er pêk tê. Lê belê me li her qadê ala xwe çikandin." Denîz bilêv kir ku ji ber operasyonên wan ên bi bandor çeteyên li navenda bajar hatine ikandin dest bi revê kirine û wiha axivî: "Hin caran me dîtin ku çete reviyan aliyê Tirkiyeyê. Bi operasyonên xwe yên li rojava, rojhilat û baûr me firsenda êrîê nedan çeteyan, em nadin. Operasyonên me berdewam dikin."

'Me gavek pave neavêt'

Denîz destnîan kir ku DAI di nava parastina pasîf de ye û çete ji gundên jê direvin mayînan diçîne û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Li hin gundan segvanan bicih dikin. Yanî hemû derfetên di destê xwe de bikar tînin lê nikarin xwe li ber taktîk û stratejiya me bigirin. DAI niha berê xwe nade me, paê xwe dide me û direve. Ev rew nayê wê wateyê ku ew direvin, tê wê wateyê ku li pêberî hêzên me nikarin bisekinin û ikestine. Ji tu noqteyên em bi serkeftin me pave gav neavêt. Li cihên me me bi dest xistin me mewziyên xwe xurt kirin."

'Serkeftin nêz e'

Denîz diyar kir ku ew heta bihosta dawî ya xaka Kobanê operasyonên xwe yên pêngava duyemîn dê bidomînin. Denîz anî ziman ku ew li Kobanê di rewa parastina çalak û êrîê de ne. Denîz ragihand ku serketina Kantona Kobanê nêz e û wiha pê de çû: "Çete wê nikaribin xwe li pêberî biryardarî û vîna me rabigirin. Kêm maye em li teamamiya Kobanê serdest bin. Kêm maye pêngava me ya duyemîn bigihêje armanca xwe. Di demeke kurt de em ê mizgîniya azadbûna tevahiya xaka Kantona Kobanê bidin."

'Pêwît bike em dê biçin Girê Spî, Minbic û Cerablusê'

Denîz da zanîn ku pitî serkeftina operasyona pêngava duyemîn, ew amade ne li her qadê li dijî gefên li hemberî gel û erdnîgariya kurd bisekinin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Eger pêwîst bike em ê biçin Girê Spî (Til Ebyad), Minbicû Cerablûs. Kuder bibe bila bibe. Li her cihê êrî li xak û gelê kurd bibe, em amade ne gelê xwe li her derê biparêzin. Ji bo gihandina hev a her sê kantonên Rojava bi hêz û moraleke mezin em amade ne."

Denîz hemû hêzên pitgirî dan berxwedana Kobanê û tê de cih girtin silav kir û destnîan kir ku serkeftin wê ya Kobanê û her sê kantonan be.

1103 car hate xwendin
Parve Bike  
KURDISTAN