'Ji rxistina jinn Mrsn bang parastina cewher'
Dem : 2015.02.17  18:45:59
Rxistinn jinan bertek nan apemeniya algir a ku qetilkirina jina ciwan Ozgecan Aslan a li Mrsn bi awayek hovane hat qetilkirin weke rewa nan dide dan. Rxistinn jinan diyar kirin ku bi qetilkirina Ozgecan re pwst bi parastina cewher ya jinan heye bang li hem jinan kir ku parastina cewher p bixin.

Rêxistinên jinan bertek nîanî çapemeniya alîgir a ku qetilkirina jina ciwan Ozgecan Aslan a li Mêrsînê bi awayekî hovane hat qetilkirin weke rewa nîan dide dan. Rêxistinên jinan diyar kirin ku bi qetilkirina Ozgecanê re pêwîstî bi parastina cewherî ya jinan heye û bang li hemû jinan kir ku parastina cewherî pê bixin.

Rêxistinên jinan yê li bajar diyar kirin ku pêkanîna qetilkirina jina ciwan Ozgecan Aslan a li navçeya Tarsusa Mêrsînê bi awayek hovane hat qetilkirin sedemê polîtîkayên qirêjin. Jinan anîn ziman bi rêxistinkirina xwe û parastina cewherî wê dawî li komkujiyên li dijî jinan bînin. Jinan bilêv kirin ku wê heya dawiyê opdarên doza Ozgecan bibin û anîn ziman ku wê tu awayî destûr nedin ser komkujiyê were girtin.


MKEK: Jin divê parastina xwe ya cewherî pêk bîne

Endama MKEK'ê Ozlem en diyar kir ku medyaya alîgir bi nûçeyên xwe xwestin ku qetilkirina Ozgecan weke rewa nîan bide. en bilêv kir ku ji ber polîtîkayên li dijî jinê, komkujiyên li dijî jinê zêde dike. en bal kîand ser dozê ev tit gotin: "Bi biryara veartinê dixwazin li ser dozê bigrin. Eger idet li dijî jinê hebe û dewlet jî vê yekê girîng bibîne. Li dijî vê yekê ji pêwîste jin xwe bi rêxistin bike û hêza xwe ya parastina cewherî bi afirîne." en diyar kir ku ew ê heya dawiyê opdarên doza Ozgecan bin û dozê biopînin.

Îtar: Qetilkirina Ozgecan ne ranta siyasetê ye

Endama Navenda Îtar ya aredariya Akdenîzê Menîce Urun der barê qetilkirina Ozgecan de got ku bi qetilkirina Ozgecan re du tablo derketin holê û wiha got: "Li aliyekê dengê cemaweriyê û bûyer weke polîtîk, li aliyê din hat xuyakirin jinan ji hev cuda dikin. Li aliyekê himendiya dewletê ya zayendî û li aliyê din tundiya li dijî jinê rewa dike." Urun da zanîn ku zarok tên qetilkirin, jinê ciwan rastî tecwizê tê, daxuyaniyên ji rayedarên hikûmetê jî ne di aliyê bawer kirinê de ne. Urun diyar kir ku di meha çileyê de li Mêrsînê 8 jin hatin qetilkirin û got ku heya niha hesabê jinê hatine qetilkirin nehatin pirsin û kujerên wan hatine veartin.

KJA: Berpirsyarê qetilkirinê, sîstema zayendî parêz e

Endama Daîmî ya Meclîsa Kongreya Jinen Azad (KJA) Makbule Kaplan jî diyar kir ku berpirsyarê qetilkirinê, sîstema zayendî parêz e. Kaplan da zanîn ku mejiyê qetlîemkar ê ajokarê mînîbûsê, cesaretê ji pêkanînên zayendîparêz ên dewleta digire û wiha got: "Rojane bi dehan jin rastî destavêtin, destdirêjiyê tên, tên qetilkirin û ev zayendîperestiya dijwar, mîna ku reweke ji rêzê ye asayî tê dîtin."

Egîtîm Sen: Tu hinceta qetilkirina jina tuneye

Sekretera Egîtîm Senê ya Mêrsînê Aynur ahîn jî diyar kir ku qetikirina Ozgecan bi polîtîkayên hikûmetê ve girêda û anî ziman ku Ozgecan ne ya yekem ne jî ya dawiye û wiha got: "Di nava cemaweriyê de tu hinceta qetilkirina jina tuneye. Bi awayek zanebûn dinava cemaweriyê de himendiyek bi vî rengî di afirînin. Hikûmet dixweze ideta li dijî jinê di nava civakê de rewa bike."

796 car hate xwendin
Parve Bike  
KURDISTAN