Gel Gever Srt xwestin darvekirina Naseem b rawestandin
Dem : 2015.02.17  18:51:19
Nnertiya TUHAD-FED' ya Gever Srt bi armanca rawestinda darvekirina girtiy siyas y kurd Saman Naseem 17 sal ku d di 19' sibat de li ran pk b alak li dar xist.

Nûnertiya TUHAD-FED'ê ya Geverê û Sêrtê bi armanca rawestinda darvekirina girtiyê siyasî yê kurd Saman Naseem ê 17 salî ku dê di 19'ê sibatê de li Îranê pêk bê çalakî li dar xist.

Nûnertiya TUHAD-FED'ê ya Geverê ji bo girtiyê siyasî yê kurd Saman Naseem (17) ê ku hate akerakirin dê di 19'ê sibatê de li Îranê bê darvekirin ji ber avahiya saziyê heye kolana Hunerê meiyan. Pitî meê Rêveberê TUHAD-FED'ê yê Geverê Arap Yardimci axivî û wiha got: "Li gorî îdiayê Saman Naseem ê ku niha li Girtîgeha Urmiyê ya Îranê tê girtin dê di 19'ê sibatê de ji aliyê Dewleta Îranê ve bê darvekirin. Em weke malbatên girtiyan dibêjin darvekirin sûcê mirovahiyê ye û divê Dewleta Îranê demildest dest ji vê yekê berde. Polîtîkayên dewleta Îranê yên darvekirin, înfaz û girtîgehan ên li hemberî kurdan ji geedanên li heremê cuda nînin. Gelê kurd li hemberî van pêkanînan teqez bêdeng namîne."

Yardimci diyar kir ku helwesta rêveberiya Tahranê ya di mijara pirsgirêka kurd de di bêçareseriyê de israr e û wiha axivî: "Darvekirin dê pirsgirêka kurd hêj kûrtir bike. Dewleta Îranê bi darvekirinan cînayetan dike û mafê jiyanê tune dihesibîne. Divê rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî li hemberî darvekirinên Îranê dengê xwe bilidtir bikin."

Daxuyanî bi dirûma "Bijî berxwedana zindanan" bi dawî bû.

Li Sêrtê jî ji bo Naseem çalakî

TUHAD-DER'a Sêrtê jî bi heman armancê daxuyanî da çapemeniyê. Daxuyanî li ber avahiya axa ÎHD'ê ya Sêrtê pêk hat. Endamên TUHAD-DER'ê, Serokê axa ÎHD'ê Zana Aksu, DBP, HDP, Dayikên Atiyê û gelek welatî tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankarta "Darvekirin sûcekî mirovahiyê ye û ji darvekirinê Îranê re bêjin na" hate vekirin û dowîza "Bimre rejîma Îranê ya darveker" hatin hilgirtin. Rêveberê TUHAD-DER'ê yê Sêrtê Hekîm Ekîncî daxuyanî xwend û diyar kir ku li Îranê bi sedan girtiyên siyasî yên kurd di bin gefa darvekirinê de dijîn. Ekîncî anî ziman ku divê biryara derbarê Saman Naseem de hatî dayîn demildest pave bê girtin.

840 car hate xwendin
Parve Bike  
KURDISTAN