Mal  -  POLTKA
BDP' hukmeta Akp' hiyar kir
Dem : 2012.11.22  18:54:59
Berxwedana Rojavaya Kurdistan pitgiriya tirk a ji bo eteyan di rojeva BDP' de b j.

BDP'Ê HUKÛMETA AKP'Ê HIYAR KIR Û XWEST DEV JI DIJBERIYA KURDAN BERDE
BDP'ê di civîna Desteya Rêveber a Navendî de, rewa Rojavayê Kurdistanê û pitgiriya Tirkiyê ya ji bo çeteyan jî, nirxand.

BDP'ê anî ziman ku hukûmeta AKP'ê li hemberî Rojavayê Kurdistanê di nava lîstikan de ye û hewl dide kurdan berî hev bide.

BDP'ê bi bîr xist ku AKP di demên dawî de, ji Serêkanî komên çekdar derbasî Serêkanî ya Rojavayê Kurdistanê dike û wiha got: Komên çete di 19'ê mijdarê de, Serokê Meclîsa Gel Abîd Xelîl kut. Berpirsyarê siyasî yê vê kutinê dewleta tirk e. Doh êvarê jî, komên çekdar ji Tirkiyê çûn û li Serêkaniyê bûn sedema er.

BDP'ê ev pitgiriya Tirkiyê ya ji bo çeteyan, wekî hewldana dagirkirina axa kurdan nirxand û got: Divê Tirkiye zanibe, kurdên li Tirkiyê û raya gitî ya demokratîk li hemberî titekî wisa wê bêdeng nemînin. Divê Tirkiye rojek ji ya din zûtir dawî li vê siyaseta li dijî kurdên Rojavayê berde.

BDP'ê pitgiriya xwe ya ji bo destketiyên kurdên Rojavayê Kurdistanê anî ziman û got: Em er û pevçûnên li Serêkanî bi guman diopînin. Lê belê dema pêwist be, emê bi  gelê xwe, helwesteke zelal nîan bidin.

Desteya Rêveber a Navendî ya BDP'ê ji bo pitgiriya Rojavayê Kurdistanê, biryar girt ku, li herêmên sînor hin çalakiyan pêk bîne.

Li gorî vê, wê heyeteke ji Nazmî Gur, Altan Tan, Îbrahîm Bînîcî û hin rêveberên partiyê pêk tê, 24'ê mijdarê biçe li Serêkaniyê û Wêranarê lêkolînan pêk bîne.

Hevseroka BDP'ê Gultan Kianak jî 26'ê mijdarê li Qoserê, bi tevlîbûna rêveberên bajêr û navçeyên herêma sînor, wê civînekê pêk bîne.

898 car hate xwendin
Parve Bike  
POLTKA