Mal  -  POLTKA
CIVNA KOMA BDP'
Dem : 2013.04.02  17:39:08
Hevseroka BDP' Gultan Kianak, di civna Koma partiya xwe de derbar mijarn di rojev de axiv. Kianak ji bo ku pvajoya hevdtinan ber bi atiy bie, xwest parlamento biryara atiy bigire, herwiha hem ben civak j, berpirsiyariyn xwe bicih bne.


CIVÎNA KOMA BDP'Ê
EM NIHA DI DESTPÊKA RÊWITIYEK DE NE Û DIVÊ HERKES PITGIRÎ BIDIN PÊVAJOYÊ

Heveroka BDP'ê Gultan Kianak pêî li ser pêvajoya hevdîtinan ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin rawestiya.

Kianak, anî ziman ku ew bi fikar pêvajoyê diopinin û got: Em niha di despêka rêwitiyekê de ne. Eger her kes tevlî vê rêwîtiyê bibe û daxwazên xwe bîne ziman, hingê rêwîtî wê li gorî daxwaza me tevan bi encam bibe."

Kianak, bal kiand ser Komîsyona Mirovên Aqilmend jî û got,
"Em dixwazin her kesî ji vê pevajoyê razî bikin. Lê hikûmet dixwaze li gorî xwe pêvajoyê bi rêve bibe. Divê ji hemû beên civakî, rêxistin, sazî û baweriyan kes û nûner di nava vê komîsyonê de cih bigirin."

KIANAK: BILA PARLEMENTO VÊ CARÊ JÎ BIRYARA ATIYÊ BIDE

Kianak helwesta hukumetê ya derbarê pêvajoyê de jî rexne kir û got:
"Hukûmet dibêje 'berpirsiyarî nakeve ser parlamentoyê.' Ev helwesta hukûmetê ne ya qebûlkirinê ye. Eger parlamento îradeya gel temsil dike wê demê divê berpirsiyariya xwe bi cih bîne. Heta niha gelek biryarên er û teskereyên derveyî sînor ji vê parlamentoyê derketin. Lê em dixwazin tenê carekê be jî ji bo atiyê biryar derkeve û parlamenter ji bo atiyê destê xwe bilind bikin."

Kianak niqaên li ser pavekiandinê yê di nava raya gitî ya Tirkiyê de tên kirin jî rexne kir û got:
"Pirsgirêk ne tenê wê gerîlla çawa derkevin derve ye. Pirsgirêk pêvajo bi tevahî ye. Lê mijarê tenê bi vekiandina gerîlla ve girê didin û bi vî awayî niqaan jî, mijarê jî teng dikin."

KIANAK: EM BI HÊZA XWE YA RÊXISTINKIRÎ Û BERXWEDANA XWE BAWER IN

Di berdewamiya axaftina xwe de Kianak fikarên raya gitî ya derbarê pêvajoyê de jî anî ziman û got:

"KCD û BDP ji bo çareserî pê bikeve bi hemû beên civakê re civînên xwe didomînin. Êdî kes naxwaze aî û kêmasiyên berê dubare bibin. Hemû kesên ku em bi wan re civînê pêk tînin, li gel fikarên xwe pitgirî û daxwazên yên ji bo atî û azadiyê jî tînin ziman. Eger em bi xwe bawer bin em dikarin paeroja xwe ya azad misoger bikin."

KIANAK: GELÊ KURD 4'Ê NÎSANÊ WEKE ROJBÛYÎNA XWE QEBÛL DIKE

Kianak, li ser nêzîkatiya gelê kurd a li hemberî Ocalan jî rawestiya û got: "Weki tê zanîn ku 4'ê Nîsanê Roja Rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e. Gelê kurd Birêz Ocalan weke rêber qebûl dike. Birêz Ocalan ji bo çareseriyê xwedî biryara herî xurt û aktorê herî xurt e. Ji ber vê yekê Mea Amara û tevlêbûna pîrozbahiya Rojbûna Birêz Ocalan girîg e.

Hevserok BDP'ê 2 ciwanên Kurd, Mustafa Dag û Mahsum Karaoglan ku di mea Amara ya 2029'an de hatibûn qetilkirin jî bibîr anîn û bang li hukûmetê kir ku hesab ji kujeran bipirse.

975 car hate xwendin
Parve Bike  
POLTKA