Li bajarê Swîsre Baselê bi tevlîbûna 15 kesên gihîþtî û 10 zarokên wan Dibistana zimanê kurdî hat vekirin.
Di refa yekem de zarokên 4 û 6 salî, di refa duyem de zarokên 7 û 12 salî û di refa sêyem de jî dayîk û bavê wan û kesên gihiþtî perwerdê dibînin.
Malbatên ku tevî zarokên xwe qeyda xwe li dibistana kurdî çêkirine, her roja yekþemê tevlî dersên zimanê kurdî dibin.
Di ber dersan re muzîka kurdî jî fêr dibin û armanc ji van dersan ew e ku di malbatê de kesekî derveyî perwerdeya kurdî nemîne.
Mamoste Hesen Huseyîn Denîz ê ku di sazkirina dibistanê û dayîna dersan de cih digre, armanca vekirina dibistana kurdî vegot.
Mamoste Denîz piþtî spaskirina ji bo malbatên tevlî perwerdeya kurdî dibin, bang li hemû malbatên kurd kir ku ew jî tevlî van dersan bibin û zarokên xwe bi xwe re bînin dibistana kurdî ya malbatî.