OCALAN JI MALBATÊN KARKERAN RE SERSAXÎ XWEST
Dem : 2014.09.08  17:27:31
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi riya heyeta HDP'ê têkildarî pêvajoya çareseriyê, berxwedana Þengal, Rojava, girtiyên nexweþ û gelek peyamên girîng dan.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi riya heyeta HDP'ê têkildarî pêvajoya çareseriyê, berxwedana Þengal, Rojava, girtiyên nexweþ û gelek peyamên girîng dan.

HEVDÎTINA BI OCALAN RE
OCALAN JI MALBATÊN KARKERAN RE SERSAXÎ XWEST

Rêberê Gelê Kurd Ocalan, komkujiya li Torûn Sentir a li Stenbolê pêk hat û têde 10 karkeran jiyana xwe ji dest da, weke encama pergala neo-lîberal dinirxîne.

Ocalan, ji xizmên karkerên di kuþtinên kar ên dawî de jiyana xwe ji dest dane jî, sersaxiyê dixwaze.

Ocalan têkildarî pêvajoya çareseriyê jî dibêje, tevî hin astengî, provakasyon, siyaseta mijûlkirin û zextên yekalî jî, pêvajoya diyalogê gihîþtiye asta pratîk-kirinê û wiha dewam dike:

"Ev yek, ne tenê ji bo welatê me, wê karibe çarenûsa tevahiya herêma me diyar bike. Bi taybetî rastnêzikbûna hikûmetê ya vê pirsgirêkê û bi lez meþandina xebatan, gelek girînge. Êdî ti wateya gotinên pêwistiya wan neyê bi cih anîn, nîne."

Ocalan dide zanîn ku ew, rewþenbîr, akademîsyen û siyasetvanên ku bi awayekî cidî û bi berpirsyariyê nêzî pêvajoyê dibin, ji nêz ve diþopîne û wiha dibêje:

PEYAMÊN OCALAN


Nêzîkatî û cidiyeta di vê pêvajoyê de were nîþandan, wê aqûbeta sed sala li pêþiya me diyar bike. Di encama helwesta beramberî pêvajoyê, wê sedsal an bi kaosê an jî bi demokrasiyê wê pêþ bikeve. Lewma divê hukûmeta nû, bêyî ku hincetekê nîþan bide, dest bi muzakereyên watedar û kûr bike û pîvan û çerxa muzakereyan bixe pratîkê.

Ocalan ji ber rewþa girtiyên nexweþ careke din, hukûmeta tirk hiþyar dike û dibêje eger ev pêvajo rih nede bedenên nexweþ û gel jî jî îkna nebe, ji ber vê yekê ev mijar, bi qasî ku nebe xaleke muzakereyan, mijareke mirovî û girînge.

Ocalan balê dikþîne ser berxwedana li dijî çeteyên DAIÞ'ê yên li Þengal û Rojava û hemû berxwedêr û yên piþtgiriyê didinê û silavan dike.

Ocalan xetereyên komkujiyan ên li dijî êzidî, tirkmen, asûrî-suriyaniyan destnîþan dike û dibêje, parastina jiyan û nirxên wan, em wekî pirsgirêka rûmetê dibînin.

Ocalan silavên xwe yên taybet ji girtiyên nexweþ re diþîne û dibêje: Ez hêvî dikim, di demeke herî kin de, bibihîzim ku girtiyên nexweþ êdî li derve tên dermankirin.

964 car hate xwendin
Parve Bike  
KURDISTAN