DI NAVA HEFTEYEK DE 30 KES HATIN DARVEKIRIN
Dem : 2015.01.05  19:38:02
Rejma ran hertim bi darvekirin zilmdariya xwe dikeve rojev.

Rejîma Îranê ku bi zilmdarî û darvekirinan dikeve Rojevê di nava hefteyekî de 30 kes darve kirin.

Li gorî agahiyan duema hefteya bihûrî 7 Kesên ji bajarên Sine, Kirmaan û îrazê li zindana Urmiyê îdam kirine.

Roja sêemê jî 3 girtiyên di zindana Adilabada ya îrazê, roja çaremê jî girtiyek li zindana bajarê zahîdan, girtiyêkî ji Xorasanê jî li zindana Nûehr hatine darvekirin.

Dîsa welatiyekî ji bajarê Rojhilatê Kurdistanê Selmasê bi destê hêzên rejîmê hat darvekirin.

Roja pêncemê jî li zindana Ben 4 jin, li zindana navendî ya Bender Ebasê 2 mêr, li zindana ehab a Kermanê 7 mêr û li zindana Qezvînê jî girtiyek Kurd hatine îdamkirin.

HUSÊN XIZRÎ - HÊMIN URMIYE
ÎRO 4. SALVEGERA DARVEKIRINA KADROYÊ PJAK'Ê YE
Di vê navberê de hêjayê bibîrxistinê ye ku 4'emîn salvegera darvekirina ji kadroyên pêeng ên PJAK'ê Husên Xizrî bi nasnav Hêmin Urmiye ye.

Hêmin di sala 1982'an de li bajarê Rojhilatê Kurdistanê Urmiyê hatibû dinê û di sala 2003'an de jî dest bi kar û xebatên oregerî kiribû.

Husên Xizrî di 30'ê hezîrana 2008'an de li termînala bajarê Kirmaanê ji aliyê hêzên spay pastaran ve hatibû girtin.

Di 17'ê Nîsana 2009'an de jî li dadgeha rejîmê ya li bajarê Urmiyê di nava 10 deqiqeyan de cezayê darvekirinê li Hêmin birrî.

Rayedarên rejîma Îranê beyî ku guh bidin îtîraz û gotinên Husên Xizrî, wî di berbanga 5'ê Çileya 2011'an de bi awayekî hovane darvekirin.

Kadroyê PJAK'ê Husên Xizrî beriya ku were darvekirin nameyek li pey xwe hitibû.

Di wê nameyê de wiha qala bê edaletiya rejîma Îranê dikir;

'Bi îdîaya ku ez 'mûharib' ango 'li dijî xweda rabû me' di nava 10 deqiqeyan de cezayê darvekirinê li min birrîn. Ji min re dibêjin dijminê xwedê, lê ji bilî xebatên siyasî û civakî min ti titek nekir. Beyî ku li min guhdarî bikin û beyî ku parêzer parastina min bikin min mehkumê sêdarê kirin. Ev yek dijminahî û bê edaletiya Îranê cardin nîan dide.'

274 car hate xwendin
Parve Bike  
ROJHILATA NAVN