Endamê Akademiya Zanista Civakî ya Abdullah Ocalan Muzaffer Ayata derheqê jiyan û berxwedaniya M. Xeyrî Durmuş ji ajansa ANF’ê re axivî û hemû şehîdên berxwedana zindanan û şehîdên tekoşîna azadiya Kurdistanê bi bîr anî.
Nirxandina Muzaffer Ayata bi vî rengî ye:
Beriya 12’ê Îlonê rewşa Tevgera Apoyî çawa bû, bi 12’ê Îlonê re rewşa li zindanan çawa bû?
Tevgera Apoyî dema li Kurdistanê rabû zîndîbûn çêkir, derbe hîn zêde bi lez bû. 12’ê Îlonê kadroyên PKK’ê piranî li girtîgehê bûn. Bi giştî beriya derbeyê hatibûn girtin. Fealiyetên me veşartî bûn, îllegal bûn. Tevgerandina me, di nav gel de mayîna me, bê tedbîriyên me bû sedem ku her yek ji me li cihekî were girtin. Yên hatin girtin di êşkenceyê re derbas bûn.
Hevalê Xeyrî, Hevalê Mazlûm û Heval Karasû 1979’an beriya darbeyê hatin girtin. Hevalê Riza beriya min mehekî hat girtin. Ez jî di 17’ê Adara 1980’yan de hatim girtin. Heval Kemal Pîr di meha Tebaxê de hate girtin.
Li girtîgeha Amedê ya bi 1 No’yê Hevalê Mazlûm û Xeyrî li wir bûn. Girtîgehek biçûk bû. 12’ê Adarê 1971’an hatibû çêkirin. Piştre ez û hevalê Riza birin cem hevalê Xeyrî. Hevalê Xeyrî li hepsê nizamek çêkiribû. Jiyana komun hebû û dihate rêvebirin. Heval eleqedar dibûn. Atmosferekî bawerî bide mirov û mirov ji şertê zindanê re amade bike, hebû. Ez li qawîşa hevalê Xeyrî mam. Nedihiştin ji derve pirtûk yan tiştek din bikeve hundir. Me komê perwerde amade kiribû. Piştî derbeyê nêzîkatiya leşkeran hate guhertin. Êriş û zext pêş ketin. Piştî derbeyê hejmara qawîşan zêde bû. Ne tenê kadro, kesên alîkarî dane rêxistinê, nan dane jî hatine girtin. Komên çep û sosyalîst zû tasfiye kiribûn. Li Kurdistanê operasyon, kuştin gelek tişt hatin kirin. Bi derbeyê re komek heval ji welêt derketin, em jî hatibûn girtin. Derbeyeke NATO bû.
Li gorî çavkaniyên me we bi rêya Serok Apo Şehîd M. Xeyrî Durmuş nas kir, gelo rast e?
Hevalê Xeyrî pêşengî dikir, berê jî min wan hevalan nas dikir. Dema ez 75’an çûbûm Enqerê, Zanîngeha Hecettepe qezenc kiribû. Hevalê Xeyrî û Hevalê Mazlûm jî li Hecettepe bûn. Ew beriya min salekî qeydê xwe çêkiribûn. Ez dema çûm min navê Serok bihîstibû. Digotin yekî navê wî Apo ye, ji Rihayê ye. Em çûn siyasalê, hemşeriyekî min hebû, min pirs kir, tu Apo nas dikî, got erê. Bi rêya wî min nas kir. Di nav hevalan de destpêkê min Serok nas kir. Em li nav baxçe rûniştin, me sohbet kir. Pir mijarên îdeolojîk û teorîk me nîqaş nekir. Axaftinekî normal, sade. Carekî Serok me bir mala hevalê Xeyrî û Hevalê Mazlûm. Naskirina min a wan hevalan, bi rêya Serok çêbû. Fakulte nêzî hev bûn.
Hûn dikarin asta têkiliya xwe ya bi Şehîd M. Xeyrî Durmuş re ya beriya bikevin zindanê parve bikin. Her wiha taybetmendiya ku bala we dikişand çi bû?
Hevalê Xeyrî berpirsê Riha û Semsûrê bû. Ez li Hîlwanê bûm. Car caran dihat li gel me. Şerê me li Hîlwanê bi Silêmanan re hebû. Zêde alternatîfên Silêmanan nebû, tecrîd bûbûn.
Hevalê Xeyrî di nav giştî hevalan de min herî zêde ji hêla taybetmendiyê ve xwe nêzî wî didît. Hevalekî pir sakîn, muazzam zekayê wî yê pratîkî hebû. Qebiliyetê wî ya adaptasyonê pir zêde bû. Dema diçe kîjan heremê zû adapte dibe. Mînak hinek hevalên me hene dereng ferî zazakî, dimîlkî dibin. Di vî alî de Heval Xeyrî tengasî jiyan nekir. Têkiliyê wî bi hevalan re li ser baweriyê bû. Hevalê Xeyrî dema bihata herêmekî, xebatkarên me, kadroyên me, hevalên me weke pişta xwe bidin çiyayekî, dizanin Hevalê Xeyrî xwedî li pirsgirêkan derdikeve, çareser dike. mirovan baş guhdar dikir, bi sebir bû. Zekayê wî dewlemend bû, teoriyên wî hebûn. Ji hêla rêxistinê ve pir hişyar bû.
Hûn dikarin behsa demên Zindana Amedê bikin? Her wiha sekna koma çalakgeran bi çi awayî bû? Helwest û asta têkoşînê dikarin vebêjin?
Di sersala 81’an de êrişî qawîşan kirin, em di greva birçîbûnê de bûn. Ji meha Sibatê heta dawiya 81’an ekîba Esat Oktay hatin. Leşkerên taybet hatin, ekîbên di êşkenceyê de pispor bûn hatin. Me li ber xwe da, têkoşîn kir. Herî dawî me biryara greva birçîbûnê da. Hîna mehkema me destpê nekiribû. Hevalê Xeyrî pir li ser disekînî, bi hevalê Mazlûm re pir nîqaş dikir. Hevalê Xeyrî digot divê em li zindanê rewşa xwe îspat bikin. Pir li ser parastinê disekinî. Di vê navberê de êşkence dewam dikir. Di dawî de Kemal û Xeyrî nîqaş kirin, biryara rojiya mirinê derket, ji min jî pirsîn, em dixwazin wiha bikin, gotin tu tevlî bibî, min got erê. Bi giştî 15 heval bûn. Çalakiya me di şertê giran de 43 roj dewam kir, di vê navberê de dadgeh vebûn, îdîaname hatin.
Dawiya 81’an tundî zêde bûn. Yek bi yek derxistin, zexta îtîrafê dikirin. Ti sînor nas nedikirin. Hêdî hêdî îtîrafçî derketin. Hinekan nekarî li ber xwe bidin.
14’ê Tîrmehê em tev çûn dadgehê. Hevalê Xeyrî destê xwe rakir. Mirov nikare taybetmendiyên heval Xeyrî tarîf bike, pir sakîn û zelal diaxive, xweş îfade dike. Rabû got, êdî wê ji zindanê cenaze derkevin. Nahêlin em doza xwe biparêzin. Di van şertan de wateya jiyana me nema. Em dikevin rojiya mirinê. Dadger jî got wiha nekin, em ê şertên we baş bikin. Piştî vê Hevalê Xeyrî got, eger wiha be bi navê hevalan kêfxweş bim, lê got baweriya me nemaye. Got, ev mehkema min a dawî ye, belkî êdî nikarim werim. Gotina xwe ya dawî kir, wek wesiyet got, ser qebra min binivîsin ‘Deyndarê gelê xwe ye’. Axaftina wî ew qas bû. Îfadekirin û anîna ziman pir zehmet e. Dema behsa hevalê Xeyrî dikin, kîlît dibin, gotin di qirika me de dimîne. Hevalê Xeyrî ji bo hevalan pir êş dikişand. Digotin mirovên paqij li ber çavê me êşkence dikin, em nikarin tiştek bikin. Bo hevalan adeta diheliya. Bi giştî 6 heval di mehkemê de tevlî Hevalê Xeyrî bûn. Hevalê Xeyrî wek nêrîn got bila gelek hevalên me şehîd nebin, dema diçe mirinê jî hesabê rêxistinbûnê dikin.
Têkoşîn teqez wê bi ser bikeve. Serok Apo nehişt şehîd bimirin. Her tim em bi mîrasê wan li ser linga man. Têkoşîna me hebûna gelê Kurd derxist holê. Şehîd her tim bi bilindkirina tekoşînê ve tên mezinkirin û xwedî li doza van em dikarin derbikevin. Em ê her tim deyndarê wan bin, heya dawî em ê bibin layîqê wan.

