Bi hezaran kesên ku serê sibehê berê xwe dabûn mihrîcanê, piştî kontrolên ewlehiyê derbasî qadê bûn. Beşdariya Kurdistanî û dostên wan ên ji bajarên cuda yên Ewropayê berdewam dike û qada mihrîcanê di nava demeke kurt de bi xeml û coşa xwe baleke mezin kişand ser xwe.
Jin, ciwan û zarok bi cil û bergên xwe yên herêmî tevlî festîvalê bûn û li ser her du aliyên deriyên têketinê wêneyên Rêber Apo hatin vekirin. Her wiha li gelek qadên cuda yên mihrîcanê wêneyên Rêber Apo, kadroyên pêşeng ên şehîd ên Têkoşîna Azadiya Kurd û dowîz û pankartên têkildarî şehîdên azadiyê hatine vekirin.
Girseya li qadê dirûşmeyên ‘’Bijî Serok Apo’’ û ‘’Şehîd Namirin’’ berz dikin û bi flama û alên Têkoşîna Azadiya Kurd govendê digerîne.
Li qada mihrîcanê warinên herêmî yên bajar û herêmên Kurdistanê yên cuda hatin pêşkêşkirin. Li ser standên weşanxane û edebiyatê jî pirtûkên Kurdî û Tirkî cihên xwe girtin û nivîskaran pirtûkên xwe îmze kirin. Her wiha standa Amedsporê jî eleqeyeke mezin dît.
MEŞA CIWANAN GIHÎŞT QADA MIHRÎCANÊ
Meşa ku her sal ji bo azadiya Rêber Apo ji aliyê ciwanan ve tê kirin, di 4’ê Îlonê de li bajarê Kolnê dest pê kiribû. Bi sedan ciwanan li gel posterên Rêber Apo û berzkirina dirûşmeyên weke ‘’Ciwan fedaiyên Rêber Apo ne’’ û ‘’Bijî Serok Apo’’ gihîştin qada mihrîcanê.
Hatina ciwanan bi coşeke mezin hate pêşwazîkirin û piştre ciwana sirûda ‘’Çerxa Şoreşê’’ xwend. Li gel hatina ciwanan govend û dirûşmeyên li qadê gurtir bûn.
Bernameya mihrîcanê li gel xwendina sirûda ‘’Ey Reqîb’’ û rêzgirtina ji bo şehîdên têkoşîna azadiyê dest pê kir. Piştre organîzatorên mihrîcanê û Hevserokên KCDK-E û TJKE- E’yê ji bo silavkirina girseyê derketin ser dikê.
Hevserokê KCKD-E’yê Engîn Sever girse silav kir û ev yek anîn ziman: ‘’Gelê Kurd li dijî biîaftinê ev 34 sal in li Ewropayê têkoşîneke çandî dimeşîne. Dixwestim me ji xak, çand û nasnameya me dûr bixin. Lê belê Gelê Kurd bi têkoşîna xwe ev polîtîka pûç kirin. Em vê mihrîcanê diyarî şehîdên xwe yên têkoşîna azadiyê dikin. Weke saziyên Kurdan ên li Ewropayê em careke din bang dikin; Rêber Apo îradeya me ye. Gelê Kurd wê xwedî li îrade û têkoşîna xwederkeve û ser wê bi vî rengî ser bikeve.’’
Hevserok Zubeyde Zumrut jî axivî û ev yek anîn ziman: ‘’Tevî hemû zextan jî vî gelî paşve gav neavêt. Me tu caran dev ji îradeya xwe berneda û me stûyê xwe li ber şêwejiyanên ku li me hatin ferzkirin, netewand.’’
Piştre jî Ayten Kaplan derket serdikê û li ser navê TJK-E’yê axivî. Ayten Kaplan diaxaftina xwe de bal kişand ser têkoşîna ji bo çand û zimanî û anî ziman ku ew tu caran şehîdên têkoşîna azadiyê ji bîr nekin.
Mihrîcan li gel stranên Koma Awazê Botan berdewam dike.

