În, 20 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Di Roja Mafên Zarokan a Cîhanê de li gelek bajaran çalakî hatin lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Baroya Amedê: ‘Ji bo zarokan divê polîtîkayên civakî yên mayinde bêne afirandin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Serokê Desteya Giştî ya NY’ê banga li Myanmarê: ‘Rohingyayiyan vegerînin malên wan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    DFG’ê belavkarên rojnameyan ên salên 90’î bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Parêzer Mahsuni Karaman: Divê Mazlum Içli beraat bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jiyan Tosun: Zimanê tund ê dewletê berê civakê dide tundiyê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Îranê kolberek qetil kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê Mehdî Roşanî bi cezayê darvekirinê didarizîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK: Rejîma Îranê êriş bir ser Serdeştê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Eger mafê çarenûsiyê ji gelên din re hatibe nasîn, çima ji Kurdan re neyê dayîn?’

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê cangoriyên Rojhilatê Kurdistanê bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê Tûrnûvaya Futbolê ya Şehîd Baran Nujiyan destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Şadiye Dalkiran a ku keça wê hate kuştin: Divê jin li cihê ku tundî lê tê kirin nemîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogullari: Divê pêşengên aştiyê jin bin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Sêrt û Şirnexê çalakiyên ji bo berdana girtiyên jin ên nexweş

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li bajarên herêma Cizîrê çalakiyên 25’ê Mijdarê dewam dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji jinên KESK’î banga ji bo 25’ê Mijdarê: Em xwe bi rêxistin bikin, têkoşînê mezin bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Ekvadorê 9 mehan 323 jin hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Artêşa Sûdanê êriş kir: 4 jê zarok 15 kes mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’yemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    10’emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanê li Kerkûkê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojên Fîlmên Kurd ên Serçavan a 12’emîn bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekê
Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Dr. Korkmaz: Tirkiye ji ber tifaqên leşkerî dikare berdêlên giran bide
Rojane

Dr. Korkmaz: Tirkiye ji ber tifaqên leşkerî dikare berdêlên giran bide

Dr. Toros Korkmaz anî ziman ku Tirkiye li şûna tifaqên leşkerî divê pirsgirêka Kurd çareser bike û got, "Eger Tirkiyeyê karîbûya xwe demokratîk bikira, neçar nedima ku bikeve binê ewqas berpirsyariyên leşkerî ku dibe ku berdêlên xwe giran be."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 18. Mijdar 2026 Dema xwendinê: 9 dq.
Parvekirin

Li Rojhilata Navîn rageşiya Îran-Îsraîlê, dema nû ya li Sûriyeyê, şerê li Yemenê giran dibe û Pakta Parastinê ya Mekkeyê hevsengiyên hêzê yên herêmê jinûve diyar dike. Li gel têkiliyên navbera Erebistana Siûdî, Tirkiye, Misir û welatên Kendavê rewşa Kurdan a li herêmê û paşeroja Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a li Tirkiyeyê ji sernavên girîng ên rojeva herêmê ne.

Dr. Toros Korkmaz bûyerên li Rojhilata Navîn, têkiliyên hêzê yên herêmî û paşeroja pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê ji ANF’ê re nirxand.

Korkmaz bi bîr xist ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a li Tirkiyeyê di demeke welê de destpê kir ku li Rojhilata Navîn şer û têkoşîna hêzê dewam dike û diyar kir ku pêvajo ji rewşa nediyar a ji ber vê rewşê nikare cuda bê nirxandin.

Li ser vê bingehê bal kişand ser helwesta heyî ya Tirkiyeyê û anî ziman ku meşandina pêvajoyê bi rengekî giran dibe ku hin rîskan bi xwe re bîne û got, “Eger di şerê Îran-Îsraîlê de Îran gelekî lawaz bibe û bikeve pêvajoyeke ji hev belavbûnê wê demê wê çi bibe? Di vir de bi taybetî dibe ku xweserîbûna Kurdên li herêma Rojhilat derkeve holê. Ev yek jî wê zextê li ser Tirkiyeyê çêbike. Di rewşeke bi vî rengî de dibe ku Tirkiye biryara dewamkirina pêvajoya aştiyê bide. Lê belê eger rewşa niha ya pat (weke hev) dewam bike û Tirkiye bifikire ku hêza Îsraîlê gihîştiye sînorên xwe, kapasîteya wê nema ye ku hîn bêhtir bi pêş ve biçe û hêza xwe ya jinûve dîzaynkirina Rojhilata Navîn nîne, hingî dîmenekî cuda dikare derkeve holê. Eger fikrekî bi vî rengî bi Tirkiyeyê re peyda bibe, dibe ku bikeve nava meyleke welê ku pêvajoya aştiyê bisekinîne yan jî hêdî bike.

Lewma encama pêvajoya şer gelekî girîng e. Mînak, gelo wê Îran parçe bibe yan na? Sînorên hêza Îsraîlê çi ye? Ev hemû wê diyarker be.”

‘DI NAVA GELÊ KUR DE LÊGERÎN Û HIŞMENDIYA NETEWEYÎ XURT DIBE’

Korkmaz destnîşan kir ku ev şer tenê Tirkiyeyê, dewleta Tirk eleqedar nake, di heman demê de pêvajoya şer hişmendiya neteweyî ya li nava Kurdan jî xurt kiriye û got, “Kurd fêhm dikin ku Rojhilata Navîn bûye cihekî şewatê û di vê pêvajoyê de tenê bi yekitî û piştevaniya hev dikare sax bimîne. Bi dîtina min ev pêşketin girîng e. Dînamîka Kurd divê teqez li ber çavan bê girtin. Kurd gav bi gav bi hişmendiya xwe ya neteweyî dihesin û li çar parçeyan xwe bi rêxistin dikin. Di vê pêvajoyê de me çi dît? Mînak, yekemcar partiyên Kurd hemû yên li Îranê li hev civiyan. Rêxistiniyên ku berê nepêkan bû li hev bicivin, li ser zemîneke hevpar gihîştin hev. Li Tirkiyeyê, bi taybetî li Kurdistan a Tirkiyeyê zanebûneke cidî derket holê. Di demekê de ku li Rojava mafên Kurdan têne binpêkirin û herêm ketiye rewşeke xetere ne tenê li Kurdan, li Ewropayê jî Kurd ketin nava liv û tevgerê.

Ji ber ku ev pêvajoya şer rewşeke hebûnê diafirîne, mercên hebûnê yên bi vî rengî bandoreke erênî li ser afirandina hişmendiya neteweyî ya gelan dike. Bi dîtina min di vê pêvajoya şer de hişmendiya neteweyî ya Kurdan li gorî dema bihurî hîn zêdetir bûye.”

‘DIBE KU PAKT A MEKKE’YÊ TIRKIYEYÊ BIKIŞÎNE NAVA ŞER’

Korkmaz got, “Dibe ku Tirkiye xwe mecbûr bibîne ku bikeve nava hin tifaqên ku berdêla wê jê re gelekî giran be” û diyar kir ku Peymana Mekkeyê peymaneke bi vî rengî ye.

Dr. Toros Korkmaz ragihand ku Tirkiye bi tevlîbûna li nava Pakta Mekkeyê dikare neçar bimîne ku leşkeran bişîne herêmên şer û got, “Di encama vê de jî gelek mirov dikarin jiyana xwe ji dest bidin. Ev rîskên gelekî mezin in. Ji xwe piştî ku Peymana Mekkeyê hate îmzekirin Hindistanê îtirazeke gelekî hişk li hemberî Pakistanê nîşan da û diyar kir ku ev peyman li dijî wê hatiye kirin. Ev aliyê mijarê gelekî girîng e. Dibe ku Tirkiye berdêlên giran bide û neçar bimîne ku yekser leşkeran bişîne. Bi fikra ku ’em ê bazarekê bi dest bixin’ dibe ku gelek windahiyên jiyanê bê dayin.

Wekî din ev tifaqa Mekkeyê di heman demê de xwedî naverokeke mezhebî ye. Bi rewşa heyî weke tifaqeke Sûnî ye. Di vir de seknek li dijî Îranê heye. Em zanin ku li Rojhilata Navîn hêz hene ku Îran piştgiriya wan dike. Atmosfera şer a li Yemenê, Hîzbûllah a li Lubnanê û şerê bi Îsraîlê re di vê çarçoveyê de dikarin bêne nirxandin. Eger rojekê şerê li Yemenê hîn giran bibe û Hûsî bêhtir xurt bibin, Tirkiye wê neçar bimîne ku li hemberî blokeke ji hêzên têkildarî Îranê bisekine. Şerekî bi Hîzbûllahê yan jî bi Îranê re dikare bikeve rojevê. Ev jî wê encamên gelekî giran bi xwe re bîne.”

‘PAKTA MEKKEYÊ DIKARE VEGUHERE PEYMANEK LI DIJÎ KURDAN’

Dr. Toros Korkmaz anî ziman ku Tirkiye bi tinehesibandina Kurdan re tevlî pêngavên hêzê yên li Rojhilata Navîn dibe, ev yek dikare rîskên mezin bi xwe re bîne û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, “Li cihekî şer agir heye û hûn bi taktîkeke leşkerî benzînê li wê derê dike. Halbûkî Tirkiye li şûna ku vê bike eger bi Kurdan re li hev bike, mafên wan, hiqûqa wan nas bike, bibe welatekî demokratîk ê rasteqîn ê li herêmê, dikare ji destketiyên ji ji tifaqên leşkerî hêvî dike bêhtir destketiyan bi dest bixe. Ji ber ku di vê rewşê de dikare li Rojhilata Navîn weke mînaka demokrasiyê xwe nîşan bide.”

Têkildarî rîskên tifaqên leşkerî jî Dr. Toros Korkmaz got, “Em bala xwe bidin xalên Pakta Mekkeyê. Dema ku xalên vê Paktê tê lêkolîn, bi taybetî di xala pêncemîn de qala parvekirina îstîxbaratê li dijî rêxistinên terorê tê kirin. Ev hikum destpêkê weke sererastkirineke rast dikare bê dîtin. Lê belê îro herêma Rojava, Kurdên Rojavayî û Hêzên Sûriyeya Demokratîk hîn jî ji aliyê dewleta Tirk ve weke rêxistineke terorê têne dîtin. Di heman demê de PKK, yanî bi navê xwe yê niha Tevgera Kurd jî bi heman rengî tê nirxandin. PJAK a li Îranê jî weke rêxistina terorê tê pênasekirin.

Lewma di vir de bi rengekî sergirtî nêzîkatiyeke li dijî Kurdan dibe ku hebe. Ji ber ku ev peyman bi mejiyê netewe dewletan hatiye çêkirin. Netewe dewletan ji xwe re dike esas ku avaniya pirrengî ya Rojhilata Navîn, baweriyên cuda, gelên herêmê ji nedîtî ve tê.

Halbûkî yek ji dînamîkên herî xurt ê xwecihî Kurd e. Lê belê Kurd ji aliyê dewletên netewe yên di nava wan de ye bi hêsanî weke hêzeke terorê dikarin bêne nirxandin. Di cewhera Peymana Mekkeyê de rîskeke bi vî rengî heye. Dibe ku tevkariyên cuda yên peymanê hebin, lê belê îhtimal heye ku peyman veguhere peymaneke li dijî Kurdan. Girîng e ji vî alî ve bê nirxandin.”

Dr. Toros Korkmaz destnîşan kir ku serketina pêvajoya li Tirkiyeyê bi entegrasyona demokratîk ji bo tevahiya herêmê dikare avantajan bi xwe re bîne û got, pêşketina zîhniyeta demokratîk û pirreng û bi taybetî hişyariyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên di vê mijarê de gelekî hêja ne.

Korkmaz got, “Tirkiye ji ber ku demokratîk nebûye xwe neçar dît ku tevlî Peymana Mekkeyê bibe. Eger Tirkiyeyê karîbûya xwe demokratîk bikira, neçar nedima ku bikeve bin berpirsyariyên leşkerî yên bi vî rengî ku berdêla wê dikare jê re giran be. Lê belê ji ber ku mejiyê rêveberên dewletê hîn bi têrkerî demokratîk nîne, nikarin nêzîkatiyeke demokratîk nîşan bidin û hîn ev rewş fêhm nekirine, Tirkiyeyê dixin nava rîskên hîn mezintir.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Berpirsyariya dîrokî ya Elewiyan ew e ku bibin kirdeya civakî ya aştiyê’
Nûçeya Pişt re ‘Karê ne ewle û keda bê bersiv xizaniya jinê mezin dike’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

DEM Partî: Îradeya Rojava ji bo me esas e, em piştgiriyê didin peymanê

Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan, peymana navbera Şam û QSD'ê…

Ji aliyê Stêrk TV

Xelkê Sinûnê daxwaza xizmetê kir, lê artêşa Iraqê gule lê reşand

Xelkê navçeya Sinûnê ya Şengalê bi daxwaza xizmetguzariya tenduristiyê li ber nexweşxaneyê li hev kom…

Ji aliyê Stêrk TV

Kesên li jêrzemînên Cizîrê hatin qetilkirin bi meşekê hatin bîranîn

Bîranîna Gerînendeyê Karên Nivîsan ê Rojnameya Azadiya Welat Rohat Aktaş, endamê PM'ê yê DBP'ê Mehmet…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Di Roja Mafên Zarokan a Cîhanê de li gelek bajaran çalakî hatin lidarxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Baroya Amedê: ‘Ji bo zarokan divê polîtîkayên civakî yên mayinde bêne afirandin’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji Serokê Desteya Giştî ya NY’ê banga li Myanmarê: ‘Rohingyayiyan vegerînin malên wan’

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Îranê kolberek qetil kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?