Li gorî nûçeya ANHA’yê, kesê bi navê Nasir Tariq Etiya duh li taxa Xiwêran destdirêjî li wêneyê şehîdên jin kiribû û ew niha ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve hatiye destgîrkirin.
Duh (çarşem) li taxa Xiwêran destdirêjî li wêneyên şehîdên jin û sembolên Kurdan hatibû kirin. Li gorî çavkaniyên herêmî ew wêne ji nivîsgeha Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a li taxa Xiwêran hatiye wergirtin.
Nasir Tariq Atiya ji taxa Xiwêran a bajarê Hesekê ye.

