Ji bajarekî ku kulmek gulîlk û goreke bê nav. Navê xwe ne diyar e û dibe ku dayîkeke bendewar be. Li bajarekî bifikire ku bi hezaran hêz lê kom bibe û bixwaze wî bajarî ango wê neteweyê tune bike. Ji lewre jî bi hezaran ji ciwanên wê neteweyê li wî bajarî kom bûn û ew bajar ji pencên tarîtiyê rizgar kirin. Bajarê Kobanê ne tenê navekî ji rêzê ye, ew çîroka berxwedanî, hêz û israrê ye.
Piştî Şoreşa Rojava ku îlham daye tevahî cîhanê, di şahiya duyemîn salvegera Şoreşa Rojava de DAÎŞ’ê gefên mezin bi taybet li ser bajarê Kobanê xwar ku çirûska yekemîn bû û gava yekem a şoreşê li wir hatibû avêtin. Ruxmî ku di bin navê cuda cuda de weke Cebhet El Nûsra û hwd. de êrîş pêk dianîn jî şervanên YPG û YPJ`ê bersiv didan êrîşan.
Di hundirê bajarekî de ku bi deh hezaran kes lê dijiyan de ji sê aliyan ve hatibû dorpêçkirin. Dorpêça ewil li rojhilat, başûr û rojavayê Kobanê bû, ji xwe aliyê wê yê bakur jî ku weke sînor di navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê ye, ew alî jî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatibû dorpêçkirin.
Di nava cenga giran de, ew cenga ku wê bibe têkçûna DAÎŞ`ê, serma û seqemên ku xwe li bejna şervanan dipêçand, dest û tiliyên wan li ser tetikê ye. Di nava hatina zivistaneke zor ku berf û baranê xwe li bejna bajarê Kobanê dipêçand. Li dora her agirekî komek şervan û di nava her şervanekî de îradeyek heye, di nava wê komê de stran hene, sernavê wê jî `Em nadin Kobanê` bû. Lê dîsa jî bi rihê hevaltiyê ya gerim, bû wesîleya serketina Kobanê.
Şervanan xwe ji her çar parçeyên Kurdistanê li nava dilê Kobanê pêçandibû. Êdî ji Bakur, Başûr, Rojhilatê Kurdistanê bi hezaran ciwan berê xwe dan bajarê Kobanê. Li wir bi çekên xwe destan nivîsandin. Ew destan veguherî dîrokê û dîrok wê ji sedan salan re bihêle û her di nava xeyala her Kobanê de be.
KOBANÊ BÛ ZEMÎNA SERKETINA HER ÇAR PARÇEYÊN KURDISTANÊ
Êdî Kurd ne ew Kurdên ku serî li hemberî dagirkeriyê ango li hemberî destdirêjiya li ser destketiyên wan, bitewîn in. Êdî wê serdema tinekirina Kurdan neyên, bi taybet li bajarê Kobanê bû zemînek. Ew zemîn li her çar parçeyên Kurdistanê bû serketina Kurdan. Ew qirkirina bi sedan sal li ser Kurdan hatibû ferzkirin, dawiya wê anî. Piştî banga Rêber Apo ya seferberiyê, lehiya ciwanan her diçû zêde dibû û berê xwe dan bajarê Kobanê. Êdî wê ji nû ve dîroka serketina Kurdan li bajarê Kobanê bê nivîsandin. Êdî DAÎŞ ber bi Kobanê ve hatibû. Di nava Kobanê de efsane ji xwedawendên xwedî îrade pêk dihat. Xwedawendên ku bi tiliyên xwe dîrokek, serhildanek û ji nû ve afrandina jiyaneke azad dikirin.
Niha di nava her qurzîkeke Kobanê de hilma êşekê nûjen dibe, wê ji serdeman re jî bimîne. Ji lewre jî di her maleke Kobanê, çîroka şervanekî li pişta perdeyê heye, li pişta her dîwarekî bendewarî û qilêşek heye. Bi wî ruhî Kobanê bi ser ket û bû îlhama tevahî cîhanê, ew cîhana ku çavê xwe ji Kobanê re girtibû. Kobanê jî ji wê cîhanê re bibû dayîk.
Di bin baran, serma û berfê de, wan şervanan li ber xwe dan û bi ser ketin. Kêliya serketina Kobanê ne tenê kêliyeke ji rêzê bû, ew rihê berxwedaniyê bû ku niha di mejiyê her Kobaniyekî de bi ser ket. Piştî berxwedanî gihîşt asta lûtkeyê Kobanê êdî bû cihê ewil ê têkbirina DAÎŞ’ê, ji lewre jî ji vî bajarî dest pê kir û li Baxozê bi dawî bû. Kobanê bi ser ket.

